KNK: Xwedî li niştimanperwerekî mîna Dr. Berwarî derkevin

KNK'ê êrîşa li dijî namzetê Nifşê Nû yê Dihokê Dr. Kamûran Berwarî şermezar kir û bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku xwedî li kesayetên mîna Berwarî yên welatparêz û neteweyî derkeve.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyek nivîskî êrîşa li dijî Serokê Lîsteya Nifşê Nû û endamê KNK'ê Dr. Kamûran Berwarî ya li navçeya Zaxo ya girêdayî Dihokê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Şîdet û êrîşkarî nîşana siyaseta şikestî, binkeftî û despotîzmê ye. Weke KNK em bi tundî êrîşa li ser endamê KNK’ê û namzetê Nişfê Nû yê Dihokê Dr. Kamûran Berwarî şermezar dikin. Kes û hêzên ku xwe bi rêya şidetê rêvedibin, di siyasetê de binketî û hêzên tirsnokin.

Em êrîşên li ser siyasetmedaran weke mînaka dîktatorî û tirsonekiyê dibînin. Dr. Kamûran Berwarî di çarçoveya çanda siyaseta demokratîk de mafê xwe jib o karên hilbijartinê pêk aniye. Yên ku ji alternatîfan ditirsin, bi rê û rêbazên şidetê dixwazin firehrengiya siyasetê bikujin, da ku bikarin desthilatdariya xwe ferz bikin. Li Başûrê Kurdistanê li gorî hinek têgihiştinên siyasî, deveera Behdînan weke mal û mûlkê şexsî tê dîtin. Bi rêya şidetê tê xwestin ku desthilatdariya xwe berdewam bikin.

Dr. Kamûran Berwarî li devera Behdîna û bi giştî li Başûr, Bakûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê bi dîtina xwe ya neteweyî, rewşenbîrî û demokratîk xwedî kesayetekî rêzgirtiye. Hêzên ku êrîşî wî kirine, ji vê rastiya wî ditirsin. Bi êrîşên dijî Dr. Kamûran Berwarî dixwazin peyamê bidin gelê Behdînan, da ku bejna xwe li hemberî nêrînên desthilatdar û despotic bitewînin."

KNK'ê bal kişande ser dagirkeriya dewleta Tirk li ser herêma Behdînan û wiha pêde çû; "Li cihê ku pêşiya dagirkeriya dewleta Tirk li herêma Barzan, Bradost û giştî devera Behdînan bigirin, êrîşê Kurdekî welatparêz, niştîman perwer dikin. Ev nakokiyeke dijware. Têgihiştina ku cave xwe li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk li Behdîna digire, li aliyê din jî kesekî li dijî vê dagirkeriyê weke Dr. Kamûran Berwarî radiwestîne. Ev seknek dijî berjewendiyên neteweyî ye û xizmetê ji dagirkeran re dike."

KNK'ê herî dawî bang li gelê Başûrê Kurdistanê bi taybetî herêma Behdînan kir: "Êrîşên li ser kesayetên niştîmanperwer tenê û tenê xizmetê ji dijminan re dike. Em bang li gelê xwe li Başûrê Kurdistanê û bi taybetî li gelê Behdînan dikin serê xwe li hemberî êrîşkar û şidetê netewînin. Siyasetmedarên xwe weke Dr. Kamûran Berwarî xwedî derkevin. Em bang li hêzên siyasî yên Kurd li Başûrê Kurdistanê dikin ku destûr nedin di van hilbijartinan de xwîn bê rijandin. Rayedarên ku pêşiya wan êrîşkaran nagirin, weke êrîşkaran di bin gumanan de ne."