KNK: Serketina berxwedana Kobanê têkbirina DAÎŞ’ê ye

KNK’ê 4’emîn salvegera Berxwedana Kobanê bi daxuyaniyekê pîroz kir.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) bi daxuyaniyeke nivîskî Berxwedana Kobanê pîroz kir û got: “Serketina Berxwedana Kobanê têkbirina DAÎŞ’ê ye.”

KNK'ê pêncemîn salvegera damezrandina Kantonên Rojavaya Kurdistanê û têkbirina hêza reşûtarî DAÎŞ’ê, di sêrîde li gelê me yê Rojava, li gelên Kurdistanê û Cihanê pîroz dikin û ji şoreşa Rojava re serkeftinê dixwazin.

KNK’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt got:

“Kobanê çirîska destpêkê ya şoreşa Rojavaya Kurdistanê ku di 19’ê Tirmeha 2012’ê da gava ewil ya azadiyê avêtibû û hêzên rejima Şamê tesfiye kiribûn û îdareya bajêr hilgirtibû destê xwe. Kobanê yek ji Kantonên Rojavaya Kurdistanê ye ku di 27’ê Çileya 2014’ê da îlana statûya kantonî hatibû kirin. Kobanê bi vê serhildêrî û berxwedana xwe bû hedefa dijminên dagîrker. DAÎŞ’a ku ji hevîrê nijadperestiya herêmê û cîhadîst pêkhatî, tehemula serkevtina Kurdistaniyan ya li Rojavaya Kurdistanê nekir û êrîşê Kobanê kir. Hemû dagîrkerên Kurdistanê ji vê êrîşkariya DAÎŞ’ê memnûn bûn, lê piştevaniya herî xurt û eşkere ji dewleta Tirkiyeyê hat ji bo DAÎŞ’ê. Dewleta Tirkiyeyê daku Kurd li "Bakurê Sûriyeyê" berze bikin destekeke kamil ya lojîstîk da DAÎŞ’ê. DAÎŞ a ku li eniyên Til Koçerê, Til Xelef û deverên din şikestineke mezin xwarî bi wê kîn û nefretê êrîşa Kobanê kir.

KOBANÊ BÛ QADA CENGA DIJÎ WEHŞETÊ

Kobaniya ku ji Îlona 2014’ê pêve bi ber pêlên êrişa DAÎŞ’ê ketî, berxwedaneke mezin nîşan da. DAÎŞ’ê dagiriya Kobanê ji bo xwe kire hedefa sereke. Lê Kobaniyan jî berxwedan û parastina Kobanê ji bo xwe kirine armanca man û nemanê. Kobaniyan di pêşengiya YPG û YPJê de, berxedaneke mezin organîze kirin. Kobanê bû meydana cenga dijê wehşetê. Kurdan, Kurdistaniyan, navçeya Rojhilata Navîn û dinyayê li ser vê rastiya Kobanê pozisyon wergirt.

KOBANÊ BÛ ENIYA WELATPARÊZIYÊ YA KURDISTANÊ

Kobanê, li seranserê Kurdistanê bû navenda parastina welat, li dinyayê jî bû sembola ronahiyê. Kurd di hewildana parastina Kobanê da bûne yek. Ji Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hêzên gerîla, ji Başûrê Kurdistanê hêzên Pêşmerge çûne hawara YPG-YPJê û xelkê Kobanê. Ji seranserê Kurdistanê û Qada Dîasporayê, bi sedan xelkê sivîl bi fedakariyeke bilind berê xwe dane Kobanê û mil bi milê Kobaniyan şerê parastina welêt kirin. Kobanê bû çeperê nîşandana welatperweriya Kurdistanê. Dinyaya humanîter û demokratîk bû heyranê berxwedana Kobaniyan û xelkê Kurdistanê û piştevaniyeke mezin û xurt nîşandan. Koalîsyona Navnaneteweyî ya DijÎ DAÎŞ’êjî, destekeke mezin û xurt ya leşkerî û mirovî da Kobanê.

DERBA YEKEM Û ŞIKESTINÊ LI KOBANÊ LI DAÎŞ’Ê KET

Kobanê bi vê pêla bilind û xurt ya tifaqa navxweyî û piştevaniya dinyaya demokratîk, di 26’ê Çileya 2015’ê de, ji DAÎŞ’a wehş û tarî hate rizgar kirin.

Berxwedana Kobanê, bû destpêka şikestin û têkçûna DAÎŞ’ê. DAÎŞ’ê, derba şikestinê ya yekemîn li Kobanê xwar. Piştî serkeftinê, hêzên ku Kobanî rizkarkirin, gav bi gav li pey DAÎŞ’ê ketin û paytexta wan (Reqa) jî di nav de, hemî dever ji wan hêzên tarî rizgarkirin. Çar sal piştî rizgarkirina Kobanê, di çaremîn salvegera rizkarkirinê de, DAÎŞ’a reş ji gundê paşî jî hate derxistin û herêm bi temamî hate rizgarkirin. Niha di destê DAÎŞ’ê de ne bajar ne gund çi dever nemane. Ji bo mirovatiyê ev serkeftinek û zaferek mezine. Ev serkeftin ev zafer ya hêzên QSD’ê û hevkarên wan Hêzên Hevpeymanane. Em QSD’ê û hevkarên wê bi dilekî germ pîroz dikin.

DAMEZIRANDINA KANTONÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ PÎROZ BE

Di heman demê de niha salvegera hefteya damezrandina Kantonên Rojavaya Kurdistanê ye. Weke tê zanîn 21.01.2014’an da Kantona Cizîrê, 27.01.2014’an Kantona Kobanê û 29.01.2014’an Kantona Efrînê hatin damezrandin û îlankirin. Serkeftina Berxwedana Kobanê û têkbirina DAÎŞ’ê jî di heman hfteyê da pêk hat. Em niha 3 serkeftinan bi hevre pîroz dikin.

Ev serkeftin bi bedelekî mezin, bi keda hezaran şehîdên nemir û berxwedêrên leheng pêk hat. Em di sêrî de şehîd û berxwedêrên Kobanê, Rojava û hemî Kurdistanê, bi rêz û hurmet bibîr tînên û li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin.

Bi vê ve girêdayî em çaremîn salvegera Serkeftina Berxwedana Kobanê, pêncemîn salvegera damezrandina Kantonên Rojavaya Kurdistanê û têkbirina hêza reşûtarî DAÎŞ’ê, di sêrîde li gelê me yê Rojava, li gelên Kurdistanê û Cihanê pîroz dikin û ji şoreşa Rojava re serkeftinê dixwazin."