KNK: Helebce bû nasnameya mezlûmiyeta gelê Kurd

KNK'ê diyar kir, karesata trajîk a Helebceyê bûye nasnameya mezlûmiyeta Kurdan û destnîşan kir, komkujiya Şengalê jî niha bi heman arasteyê ber bi wê nasnameyê ve diçe. KNK'ê hişyarî da, ku hê xeteriya komkujiyan ji ser Kurdan neçûye.

Konseya Rêveber a KNK'ê bi wesîleya 29. salvegera komkujiya Helebceyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û hemû bibîr xist, ku rejîma Iraqê di 16'ê Adara 1988an de li Helebçeyê bi çekên kîmyewî nêzî 5000 zarok, jin, mêr, kal û pîr ên bê guneh şehîd xist.

Di daxuyaniyê de diyar kir, bombekirina Helebçeyê bi çekên kîmyewî parçeyek ji operasyonên Enfalê bû û hat gotin, "Hê ji destpêkê ve, rejîma Baas dema li Iraqê bû desthilatdar, dest bikomkujî û asîmîlasyona Kurdan kir. Di serî de weke gurên har ketin nava giyanê Kurdên feylî, bi deh hezaran kes kuşt, bi deh hezaran koçber kir û çarenivîsa wan hê nexuya ye."

DI NAVA ÇEND SAETAN DE 5.000 KES LI HELEBCEYÊ HATIN KUŞTIN

KNK'ê ragihand, di nava 4 salên operasyonên Enfalê de, ji Germiyanê heta Behdînanê zêdetirî 182.000 mirovên sivîl û bêguneh mîna pez veguhastin sehrayên başûrê Iraqê û bi hovane ew kuştin. Zêdeyî 4000 gundên Kurdistanê wêran kirin.

KNK'ê destnîşan kir, ku ya li Helebceyê qewimî yek ji mezintirîn tawanên sedsala 20'an e û wiha dewam kir: "Di nava çend saetan de nêzî 5000 kes hatin kuştin, bi hezaran kes birîndar bûn. Helebçe bû êş û birîneke mezin a gelê Kurd."

'XETERIYA KOMKUJIYAN HÊ JÎ LI SER KURDAN HENE'

KNK'ê bibîr xist, di sedsala derbasbûyî de gelek komkujiyên mezin li gelê Kurd hatin kirin û got, "Mixabin heta niha jî komkujiyên li ser Kurdan hatine kirin weke jenosîdê nehatine naskirin û li dadgehên navdewletî nehatine darizandin."

Konseya Rêveber destnîşan kir, ku divê her kes zanibe, xeteriya komkujiyan hê jî li ser Kurdan derbas nebûne û got, "Ev xeterî li çar parçeyên Kurdistanê dewam dike. Her duh bû li Şengalê li ser gelê me yê Êzidî komkukjî pêk anîn, hezaran mirov di gorên komî de binaxkirin, bi hezaran zarok û jin revandin. Salekî pêş niha komkujiyeke mezin li Cizîra Botan pêk hat. Di roja me ya îro de operasyonên dewleta Tirk li deverên din ên Kurdistanê berdewam in û bi xwe re komkujiyan jî tîne. Xeteriya DAIŞ'ê hê jî derbas nebûye. Ji bo Helepçeyên nû çênebin, divê Hêzên Siyasî bi hevre tifaqê bikin, divê Hêzên Parastinê yên Kurdistanî bibin yek û bêne xurtkirin." 

'PÊÇANDINA BIRÎNAN Û JI NÛ VE AVAKIRIN, ERKA NETEWEYÎ Û EXLAQÎ YE'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ji nûve avakirin, başkirina îmkanên jiyanê, dermankirina birînên hemî deverên komkujî, enfal û tewanên din lê hatin kirin, karekî sereke yê neteweyî, exlaqî û wijdanî ye û hat gotin, "Yek ji erkên neteweyî, wijdanî û ehlaqî jî avadankirina Helepçeyê ye û xweşkirina jiyana xelkê Helepçeyê ye. Xizmetguzariya ji bo xelkê Helepçeyê jî divê bi her awayî bê kirin. Helepçe divê ji her alî ve ava be. Bîranîna Helepçe û jenosîda Helepçeyê bila tenê di çarçoveya seremoniyal de nemîne û bi aktîvîte û xebatên sosyal, kulturî û hunerî ve divê herdem li bîr be."

'HELEBÇE BÛ NASNAMEYA MEZLÛMIYETA KURDAN'

Konseya Rêveber a KNK'ê destnîşan kir, ku karesata trajîk a Helebceyê, ji aliyê mirovî ve bû nasnameya mezlûmiyeta Kurdan û got, "Niha komkujiya Şengalê jî bi heman arasteyê ber bi wê nasnameyê ve diçe. Li kêleka van nasnameyan berxwedan û lehengiya hêzên parastinê jî, bi taybetî berxwedana li Kobanê û yek çeperî û parastina hevpar ya hêzên Kurd û Kurdistanî li dijî terora DAIŞ ê, nasnameyek berxwdêr jî ava dike û ava kiriye. Ev cesaret û berxwedana Hêzên Parastinê li hember terorê, herweha dengvedana wê li Cihanê, hêzeke mezin dide me û ji bo armancên me yên pîroz deriyên berfrehtir vedike."

'EM HELEBCEYÊ QET JI BÎR NAKIN'

Di dawiya daxuyaniya KNK'ê de hat gotin, "Em Helebceyê qet ji bîr nakin. Çawa me Dersîm, Geliyê Zîlan, Serdeşt, Merîwan, Amûdê, Enfal bi giştî, Kurdên Feylî, Yarsan, Êzidî, Şengal, Roboskî û hemû komkujî yên din yên ku bi destê dagirkeran hatî serê gelê me ji bîr nekirin, em ê Cizîra Bohta û Helepçe jî ji bîr nekin. 

Em carek din di şexsiyeta şehîdên Helepce û Enfalan da hemî şehîdên Kurdistanê bîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînîn."