KNK'ê ji ber koça dawî ya nivîskar Ehmed Dilzar sersaxî xwest

KNK'ê helbestvan û nivîskarê Kurd Ehmed Dilzar bi bîr anî û got, "Heta rojgarên xwe yên dawiya jiyana xwe jî ûmêd û hêviya azadî û rizgariya Kurd û Kurdistanê li nik wî mijara sereke bû."

Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya KNK'ê li ser koça dawî ya nivîskar û helbestvan Ehmed Dilzar peyameke sersaxiyê weşand.

Peyama KNK'ê wiha ye:

"10'ê Nîsana 2021'ê nivîskar, helbestvan û têkoşerê mezin ê gelê me di temenê xwe yê 101 salî de koça dawiyê kir. Ligel hevxemiya me ji bo malbata wî, di heman dem da sersaxiyê li gelê Kurd û Kurdistanê radigehînin.

Ehmed Dilzarê niştimanperwer û mirovdost, hevtemen û hevrêyê Dildarê afrînerê sirûda 'Ey Reqîb' û nivşê zêrînê afirandin û edebiyata nîva yekemîn a sedsala 20'an bû. Xerman û pêdera nivîsînên vî helbestvan û nivîskarê mezin, gencîneyekê sengîn û pir nirx û tije serwerî ye. Berhemên wî valatiyeke berçav ji ferheng, ziman û wêjeya Kurdî tije kirine. Di heman dem da jî Dilzar Kurdpewer û şoreşgêrekî îradebilind her tim bi hêvî bû di bizava rizgarîxwaza Kurdistanê de. Heta rojgarên xwe yên dawiya jiyana xwe jî ûmêd û hêviya azadî û rizgariya Kurd û Kurdistanê li nik wî mijara sereke bû. Helbesta xwe ya dawî ya ji jiyê 101 salî li 15'ê Adara 2021'ê dinivîse:

Bêzar im, çûm zemenê min
Sedûyek sale temenê min
Ay çend bê tîne tena min
Her hestî û çerme bedenê min
Ligel vê jî ev hemû
Pir dilşa me û bextewer im
Ca birayên têkoşer
Bi baweriya min ew roj tê
Kurdistana mezin û giran 
Wê bibe biheşta Cîhanê

Em Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) dubare sersaxî û hevxemiyên xwe ji bo gelê Kurd û. Kurdistanê û malbata wî radigehîn in û bi hêviya giyanekê şad û bextewer dixwazin."