KNK: Şoreşa Rojava li cîhanê deng veda

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo 5. salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyeke nivîskî da û got, Şoreşa Rojava li dinyayê deng vedaye û ji hêla cîhanê ve bi baldarî tê şopandin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo Şoreşa Rojava ku 19’ê Tîrmeha 2012’an dest pê kirî û bi lehengî û berxwedaniya mezin pêk hatî daxuyaniyeke nivîskî da. KNK’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku Şoreşa Rojava li dinyayê deng vedaye û ev Şoreş ji hêla hemû dinyayê ve bi baldarî tê şopandin. 

KNK’ê her wiha bal kişande ser êrîşên li ser Şoreşa Rojava û got, li dijî van êrîşan jî şerê azadî, têkbirina dagirkeriyê bi lehengiyeke mezin dewam dike.

Daxuyaniya KNK’ê ya ji bo 5. salvegera Şoreşa Tîrmehê ya Rojava wiha ye:

"19.07.2012'an, gava pêşî li Kobanê hate avêtin, bajarê Kobanê hate azadkirin, bi azadkirina Dêrik û Efrînê pêngav berfireh bû, gav bi gav li seranserê Rojavayê Kurdistanê belav bû. Ew pêşveçûn û Şoreşa Rojava berdewam e. Pêşiyê sê kanton (Cizîr, Kobanê, Efrîn) hatin damezrandin, li gora  wê rêveberiya xweser hate avakirin. Bi azadkirina Girê Spî û bi hevegirêdana kantona Cizîr û Kobanê re şoreş kete merheleke din. Piştre jî deverên dagirkirî Hesekê, Hol, Şedadê, Minbic, Tebqa yek bi yek hatin azadkirin. Niha jî hêzên azadiyê di nava bajarê Reqa’yê de ne û azadkirina Reqayê jî nêzîk e. Her wiha sîstema xweser gav bi gav tê rûniştandin û niha jî sîstema federal tê avakirin.
    
Li gel vê yekê jî, êrîşên li ser Rojava, êrîşên têkbirina sîstema xweser, heta niha jî dewam in. Bi taybetî dewleta Tirk û hevkarên wê êrîşê herêmên Şehba û Efrînê dikin. Dijminên gelê me û hevkarên wan li ser kar in. Bi hemî tawana xwe êrîşên xwe yên hovane berdewam dikin. Li hember van êrîşan jî, şerê azadiyê, şerê têkbirina dagirkeriyê, bi qehremanî û bi dilsozî berdewam e.

Şoreşa Rojava, bi fedakarî, bi qehremanî û bi xwîna pakrewanan hate pêşxistin. Ji bo şoreş pêş bikeve, ji bo gel û welat azad bibe, bedelên gelek mezin hetin dayîn. Berxwedana bê hempa ya keç û xortên Kurd, li seranserê Cihanê deng veda. Teybetî berxwedan û parastina Kobanê, bû sembol û bû destanek navneteweyî.
    
Şoreşa Rojava, ne tenê di warê parastin û qehremaniyê da, her wiha bi avakirina sîstema xwe ya xweser, bi nêzîkbûna xwe ya bo gelan û baweriyan, bi nêzîkbûna xwe ya demokratîk, bi avakirina civakek rêxistî jî, li herêmê bûye mînakek. Bi teybetî li hember sîstemên herêmê yên kevin û desthildar, avakirina civak û sîstema alternatîf, di vê civak û sîstemê da rola jina azad, bûye mînakek cihanî û bala hemî Cihanê dikişîne ser xwe. Rola jina Kurd di Şoreşa Rojava da, kete rojeva Dinyayê û bi baldarî tê şopandin.
    
Şoreşa Rojava, bi avakirina civaka demokratîk û bi sîstema xwe ya alternatîf ve, pêncemîn salvegera xwe de jî, bi serketî berdewam dike. Bi vê munasebetê em  KNK, pêncemîn salvegera Şoreşa Rojava, di sêrî de li şervanên azadiyê û hemî gelên Kurdistanê pîroz dikin, di şexsiyata şehîdên Rojava da em hemî şehîdên Kurdistanê bîr tînin û li bara bîranîna wan rêzê digrin û bejna xwe di tewînin."