KNK: Şoreşa Rojava bi serketî dewam dike

"Şoreşa Rojava, ne tenê di warê parastin û qehremaniyê de, her wiha bi avakirina sîstema xwe ya xweser, bi nêzîkbûna xwe ya bo gelan û baweriyan, bi nêzîkbûna xwe ya demokratîk, bi avakirina civakek rêxistî jî, li herêmê bûye mînakek."

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya salvegera 8'an a Şoreşa Rojava daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku 19'ê Tîrmeha 2012'an li Kobanê gava pêşî hate avêtin, Kobanê azad bû û got, "Bi azadkirina Dêrik û Efrînê coşa şoreşê xurt û germtir bû. Gav bi gav li seranserê rojavayê Kurdistanê berdewam bû. Ev pêşveçûn berdewam in. Di serî de sê kanton (Cizîr, Kobanê û Efrîn ) hatin damezrandin. Li gorî wê rêveberiya xweser hate avakirin. Bi azadkirina Girê Spî û bi hevgirêdana kantona Cizîr û Kobanê şoreşa rojava kete qonaxeka din ê. Piştre jî deverên dagirkirî Hesekê, Hol, Şedad, Minbic, Tebqe, Reqa, bakûr û rojhilatê Dêra Zorê hatin azadkirin. Her wiha sîstema xweser gav bi gav cihê xwe girt. Niha jî rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji nû ve tê sazkirin, meclîsên herêman têne avakirin."

'ŞOREŞA ROJAVA MODELEKE RÊVEBERIYÊ YA LI SER BINGEHA AZADÎ, DEMOKRASÎ Û WEKHEVIYÊ AVA BÛ'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê ne tenê şoreşeke çekdarî a li hemberî dagirkerî û hegemonya rejîma Sûriyeyê bû û got, "Proje û modeleke rêveberiyê bû ku li ser bingeha azadî, demokrasî, wekhevî û jiyana bi hev re ya gelan û jîngehparêzeriyê hate damezrandin. Vê projeyê bala gelek dostên Kurdistanê kişand. Ji seranserê cîhanê bi dehan dost û hevkar tevlî vê şoreşê bûn. Hejmarek ji wan jî ji bo vê modelê giyanê xwe feda kirin."

KNK'ê destnîşan kir ku serketineke din a herî mezin jî têkbirina hêz û desthilata tarî û hovane ya DAÎŞ'ê bû û wiha dewam kir: "DAÎŞ, ku zêdetir ji nîvê cografiya Sûriyeyê girtibû bin kontrola xwe û xwedî hêzeke leşkerî ya mezin bû, mîna dewletekê li navçeyê damezrandibû. Li ser destê azadîxwazên Kurdistanê û hevkarên wan hate tekbirin û hilweșiya. Ev serketinek dîrokî ya şervanên Kurdistanê bû. Vê serketinê gel û hêzên me zêdetir bi cîhanê dane naskirin, rêya azadî, aştî û çareseriyê xweş kir. Bi helkefta vê serketina mezin û dîrokî, em carek din YPG-YPJ-QSDê pîroz dikin û serketinên mezintir ji wan re dixwazin. Me di vî şerî de gelek bedel dan. Ev serketin bi xwîna hezaran şehîd û brîndaran pêk hat. Em hemî deyndarên wana ne. Bi vê helkeftê em carek din di kesayetiya şehîdên rojavayê Kurdistanê de, hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û li hember bîranîna wan rêz digrin û bejna xwe di tewînin.

'ŞERÊ AZADÎ Û LEHENGIYÊ YÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ DEWAM DIKE'

Li gel vê yekê jî, êrîşên li ser Rojava û bi giştî bakurê Sûriyeyê, êrîşên têkbirina sîstema xweser, heta niha jî berdewamin. Dewleta Tirk, bi erêkirina Rûsya û çavlêgirtina hêzên din ên navneteweyî, di serê sala 2018'an de êrîşê Efrînê kir û dagir kir. Li herêma Efrînê gel û şervanên azadiyê, berxwedaneke bêhempa meşandin. Ev berxwedan heta niha jî berdewam e. Dewleta Tirk û hevkarên wê, êrîş û gefên xwe yên li ser rojava berdewam dikin. Dijminên gelê me û hevkarên wan li ser karin. Bi hemû şiyanên xwe êrîşên hovane berdewam dikin. Li hember van êrîşan jî, şerê azadiyê, şerê têkbirina dagirkeriyê, bi qehremanî û bi dilsozî berdewam e.

Şoreşa rojava, bi fedakarî, bi lehengî û bi xwîna pakrewanan hate pêşxistin. Ji bo şoreş bi pêş bikeve, ji bo gel û welat azad bibe, bedelên gelek mezin hatin dayîn. Berxwedana bê hempa ya keç û xortên kurd, li seranserê cîhanê deng veda. Bi taybetî berxwedan û parastina Kobanê, ew bû sembol û bû destanek navneteweyî.

Şoreşa Rojava, ne tenê di warê parastin û qehremaniyê de, her wiha bi avakirina sîstema xwe ya xweser, bi nêzîkbûna xwe ya bo gelan û baweriyan, bi nêzîkbûna xwe ya demokratîk, bi avakirina civakek rêxistî jî, li herêmê bûye mînakek. Bi taybetî li hember sîstemên herêmê yên kevin û desthildar, avakirina civak û sîstema alternatîf, di vê civak û sîstemê de rola jina azad, bûye mînakek cîhanê û bala hemû cîhanê  dikişîne ser xwe. Rola jin kurd di şoreşa rojava de, kete rojeva dinyayê û bi baldarî tê şopandin.

Her wiha ji aliyê yekîtiya neteweyî ve gavên cîddî hatine avêtin. Çendîn civîn bi partî û rêxstiyên cuda yên siyasî yên rojavayê Kurdistanê hatine encamdan û gehiștine derencam û hevgehiștinên baș.

Şoreşa rojava, bi avakirina civaka demokratîk û bi sîstema xwe ya alternatîf ve, di 8'emîn salvegera xwe de jî, bi serketî berdewam dike. Bi vê helkeftê em weke KNK, salvegera 8'emîn a şoreşa rojava, di serî de li şervanên azadiyê û hemî gelên Kurdistanê pîroz dikin, di şexsiyata şehîdên rojava de, hemû şehîdên Kurdistanê bîr tînin û li hember bîranîna wan rêz digrin û bejna xwe ditewînin."