KJK: Têkoşîna hevpar a jinan bi yekîtiya hevpar dibe

KJK: Bi rêxistiniyên hevpar û bi avakirina sîstemeke jinê em dikarin têkoşîna azadiyê ya jinan bi ser bixînin.

KJK'ê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê daxuyaniyek weşand û bang li jinên dinyayê bi taybetî jinên Kurd kir ku têkoşîneke hevpar bikin, yekîtiya jinê biafirînin, bi vî rengî li ber tundiya li jinê rabin û tevlî çalakiyan bibin.

Koordînasyona KJK'ê daxuyaniyek weşand û diyar kir, ew di demeke girîng de ne ku ji bo tevger û têkoşînên azadiyê yên jinan destketiyên girîng hatine afirandin, lê di heman demê de metirsiyên giran jî hene.

Koordînasyona KJK'ê destnîşan kir, bi sekn, berxwedan û karê hêzên azadiyê û jinan wê diyar bibe ku sedsala 21'ê wê xwedî karekter û rêveçûneke bi çi rengî be û diyar kir, "Nekirina tiştekî û bendemana bi gotina 'ji xwe bûyer diqewimin, pêşketin pêk tên' tê wateya xapandina xwe û jidestdana demokrasî azadiyê. Azadî û demokrasî bêberdêl ti carî pêk nayê. Bêyî ku mirov xwe bitehibîne, bendewariya ji bo rêveçûneke baş tê wateya mehkûmbûna li koletiyê.

ERDOGAN XWE KIR LÎDEREKÎ FAŞÎST Ê GLOBAL

Serkêşê dewleta Tirk Erdogan bi polîtîka û siyaseta xwe xwe kir lîderekî faşîst ê global. Ji ber vê yekê hem li welêt hem jî li derveyî welat xwîn, rondikên çavan, êşkence, girtin, înfaz, êrişên dagirkeriyê, bêhiqûqî, nelirêtî, koçberî, bêedaletî, xizanî dibe her devera ku xwe digihîne wê deverê. Xwînê diniqutîne her deverê. Di rewşeke welê de ye ku terorê dibe her deverê, şantajê dike, bi gotin û pratîka xwe êriş dike. Pişta xwe dispêre DAÎŞ'ê û bi vî rengî hewl dide ku împaratoriya Osmanî, xîlafetê bîne Rojhilata Navîn. Herî dawî Baxdadî li herêma di kontrola Tirkiyeyê de bû hate kuştin. Bi xwe anîn ziman ku xanima Baxdadî û derdora wî demeke dirêj li bin kontrola dewleta TC'ê debûn.

Desthilatdariya li hemberî me desthilatdariya herî qirêj, êrişkar û mêtinger a dîroka Tirkiyeyê ye. Lîderê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû mîna endamekî veşartî yê vê tifaqa faşîst beşdarî hemû biryarên stratejîk ên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bû yên li dijî Kurdan. Derd û daxwazeke xwe nîne u civak di nava sîstemeke demokratîk û wekhev de bijî. Tenê derdekî xwe heye; dixwaze li ser CHP'ê bimîne. Ji bo vê dixebite. Kiliçdaroglû demagojiyê dike. Her tim bi kevneşopiya dewletê ya kujer re tevdigere û weke parçeyekî wê dixebite.

Polîtîkayên desthilatdariya faşîst û Erdogan ên dijminatiya li jinan baş tê zanîn. Di nava ti serdemên desthilatdariya dîroka Tirkiyeyê de ewqasî ji jinên ku azad dibin, civakî dibin û li ser piyê xwe ne aciz nebûbûn, hêrs nebûbûn û êrişî wan nedikirin.

BI RENGEKÎ PLANKIRÎ CIVAK TÊ RIZANDIN

Mînak; li Tirkiyeyê tenê di meha Cotmehê de hejmara jinên hatin kuştin 38 kes in. Destavêtin li zarokan jî bi heman rengî ye. Bêexlaqî, întixar, bêwijdanî, belavkirina narkotîkê li nava jin û ciwanan, sîxurkirin, rizandina civakê ti carî ewqasî bi plan, bi rêk û pêk nehatibûn kirin. Kujerên jinan tên berdan. Li gorî 'rewşa baş' cezayên wan tên kêmkirin. Di serî de mafê jinan ên li qada hiqûqê, nefeqe, kurtaj, mafên di peymana jinan a Stenbolê de hatin destnîşankirin, ji holê rakirina sîstema hevserokatiyê, êrişên mezin dibin ser destketiyên jinan hemûyan. Li Tirkiyeyê bi hezaran girtiyên siyasî yên jin li zindanan hene. Jin û zarok beşên herî xizan, bêperwerdehiştî, ji mafên civakî bêsûd hiştî yên li Tirkiyeyê ne. Her wiha bi guhertinên hiqûqî yên li dijî jinan, bi qanûnan û fetwayan hewl didin ku koletiyê rewa bikin."

Koordînasyona KJK'ê destnîşan kir ku polîtîkaya civakî û siyaseta hem li Tirkiyeyê hem jî li derveyî welat tê meşandin dibin sedema komkujî û mirinan û diyar kir, "lîderê faşîst ê global ê dewleta TC Erdogan, hewl dide van polîtîkayên xwe yên dijminê jinê û civakê, her wiha êrişên xwe yên dagirkeriyê li Rojhilata Navîn belav bike. Li Kurdistanê şaredariyên HDP'î desteser dike, waliyên mêtingeriyê tayîn dike û nikare xwe li nêrîn û nêzîkatiyeke biçûk a mûxalîf jî tehemûl bike. Tevî vê yekê bi çeteyên xwe yên DAÎŞ'ê êriş bir ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yanî êrişeke mezin a qirkirin, dagirkeriyê li dijî Kurdan, Ereban, Suryaniyan, Asûriyan, Ermeniyan, Tirkmenan, Êzidiyan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Di vê êrişê de mîna Hemrîn Xelef û Dayika Aqîde bi sedan sivîl qetil kirin.

SAZIYÊN DEWLETÊ JINAN DIKIN HEDEF

Dîktatoriya Erdogan ku dijminê jinan e di hedefa jinên dinyayê hemûyan de ye. Li her devera dinyayê sazî û amûrên dewletê ku berhemek ji mejiyê mêre jinan dikin hedef. Tundiya li dijî jinê rêbaza hebûnê ya dîrokî ya sîstema mêre. Bikaranîna tundiyê li dijî jinan ji bo astengkirina potansiyela azadiyê, enerjî û nêrîna jinê ye, ji bo qedandina wê ye, bêdengkirina jinê ye û ferzkirina daxwazên mêr hemûyane. Lewma cewhera sîstema kapîtalîst modernîst dijminatiya li jinê ye, tundiya li jinê ye.

Ji ber vê yekê jin divê bi xurtî tevlî çalakiyên roj û hefteya têkoşîna li dijî tundiya li jinê yên li Tirkiye, Kurdistan, Rojhilata Navîn û dinyayê bibin.

JIN BI RENGÊ XWE LI DIJÎ SÎSTEMÊ TÊDIKOŞIN

Di heman demê de gelekî girînge ku çalakiyên di 25'ê Mijdarê de bên kirin veguherin têkiliyeke mayinde û têkoşîneke domdar. Ji bo vê jî pêwîstiya jinan bi bername û stratejiyeke hevgirtî ya demkurt û demdirêj heye. Lewma têkoşîna me her rojê ye. Di her kêliyê de ye. Di qadên aborî, siyasî, civakî û xweparastinê de em jin bi afiradina rêxistiniya xwe, bi rêvebirina xwe bi xwe û bi reng û rêxistiniya xwe ya li dijî sîstemê dikarin her roj û her kêliyê tebikoşin û bi rêbazên afirîner dawî li tundiya li dijî jinê bînin. Têkoşîna azadiyê ya jinan bi rêxistiniya hevpar û bi avakirina sîstemeke jinê dikare bê biserxistin.

Lewma di serî de jinên Kurd em bang li jinên li Rojhilata Navîn û tevahiya dinyayê dikin ku bi têkoşîna hevpar tevbigerin, yekîtiya jinê biafirînin, li dijî tundiya li jinê bi hev re rawestin û tevlî çalakiyan bibin."