KJK: Serhildana Şêladizê di warê dîrokî de gelekî girîng e

Koordînasyona KJK’ê Serhildana gelê Şêladizê ya li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê pîroz kir û got, "Ev serhildan di dîroka Başûrê Kurdistanê de gelekî girîng e."

Koordînasyona KJK’ê derbarê hebûna dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê, bomberdûmanên wê û derbarê Serhildana gelê Şêladizê daxuyanî da.

Dewleta Tirk di 23’ê Çileyan de Başûrê Kurdistanê bomberdûman kiribû û di vê bomberdûmanê de 4 kes hatibûn qetilkirin. Gelê Şêladizê jî roja Şemiyê serî hildabû û baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a li Sirê dabû ber agir. Leşkerên Tirk li vê derê êrîşî gel kiribû û 2 sivîl qetil kiribû û herî kêm 6 sivîl jî birîndar bûbûn.

Di daxuyaniya KJK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û qetlîamên wê her dem di rojevê de ye. Di saleke dawîn de hema bibêje her roj êrîşên dagirker tên kirin û bi dehan cihên sivîlan tên bomberdûmankirin. Em van êrîşên dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin. Di 23’ê Çileyê de ji ber êrîşên balefirên şer ên artêşa Tirk 4 mirovên welatparêz şehîd bûbûn û di serhildana Şêladizê de jî 2 welatparêz hatin qetilkirin. Em sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin. Em diyar dikin ku em ê bi helwesta berxwedana neteweyî xwedî li bîranîna van welatparêzên xwe derkevin.

HELWESTA GELÊ ŞELADIZÊ TÊRA XWE WATEDAR E

Helwesta gelê Şêladizê di serî de ya gelên Dêrelok, Duhok û Başûrê Kurdistanê ya li dijî faşîzma dewleta Tirk a dagirker têra xwe watedar e. Ciwan, jin û kal û pîr meşiyane ser baregehên leşkerî yên dewletaTirk û baregeha dagirkeran dane ber agir. Ev serhildan li dijî dagirkeriyê ye û bersivek e ku ji hemû kesên ku li dijî dagirkeriyê bêdeng dimînin.

Di vê serdemê de ya ku li her çar parçeyên Kurdistanê berxwedaneke bi heybet çêdibe, serhildana gelê Şêladizê ji bo dîroka Başûrê Kurdistanê têra xwe watedar e. Serhildana Şêladizê helwesta berxwedanê ya ji bo giyanê welatparêzî û neteweyî gelekî girîng e. Gelê me bi helwesta xwe diyar kiriye ku, li ser axa xwe tu carî hêzeke dagirker naxwazin.

DEWLETA TIRK HEBÛNA XWE LI SER DIJMINATIYA KURDAN AVA KIRIYE

Dewleta Tirk hebûna xwe li ser dijminatiya Kurdan ava kiriye û ji ber qetlîamên xwe tu ferqa wê ji ya rejîma Saddam tune. Faşîzma dewleta Tirk ne bi tenê Bakurê Kurdistanê, bi polîtîka û sepanên xwe li ser hemû Kurdistanê gefeke mezin e.

Dewleta Tirk li Cizîr, Sûr, Silopî, Roboskî û Efrînê qirkirina Kurdan ji xwe re kiriye sedema hebûne û di êrîşên wê yên li dijî Başûrê Kurdistanê jî heman armanc heye. Helwesta êrîşkar a dewleta Tirk a li dijî referandûma Başûrê Kurdistanê û di dagirkeriya Kerkûkê de tê zanîn. Bi van êrîşan re dixwazin hebûna Kurdan înkar û îmha bikin.

HEMÛ PARTIYÊN SIYASÎ DIVÊ PEYAMA ŞELADIZÊ BAŞ FÊM BIKIN

Divê hemû partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê peyama gelê Şêladizê û Dêrelokê baş fêm bikin. Ev serhildan di heman demê de ji bo kesên ku polîtîkaya xwe ne li gorî yekîtiya neteweyî pêk tînin jî peyamek e. Divê were zanîn ku yên ku qetlîamên dewleta Tirk nabînin wê li dijî têkoşîna azadiyê ya gelên me bin.

Li ser vî esasî em careke din serhildana gelê Şêladizê, Dêrelok û ya hemû Başûrê Kurdistanê yali ser giyanê yekîtiya neteweyî silav dikin.”