'Kiryarên qeyûman bend, êrîş û desthilatdarî ne'

Wekîlê HDP'ê Necdet Îpekyuz diyar kir, desteserkirina şaredariyan qebûlnekirina îradeya gel e û got, "Karê destpêkê yê qeyûman danîna bendan, êrîş û desthilatdarî ye."

Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz diyar kir, rojavayê Tirkiyeyê divê vê têkoşîna demokrasiyê hîn xurt bike.

Îpekyuz anî ziman, qeyûm ne tenê li dijî Kurdan e di heman demê de desteserkirina mafê her kesî ye ku demokrasiyê dixwazin û got, "Kes ji vê rewşa welat nerazî ye. Rejîma şexsekî û otorîter a koalîsyona AKP-MHP'ê jiyana mirovan herimandiye û ev yek jî bi rêk û pêk didome. Daxwaza herî demokratîk, îradeya mirovan a bi hilbijartinê hatiye destnîşankirin desteser kirin."

Îpekyuz bi bîr xist ku hîn di meha çaremîn a hilbijartinê de careke din qeyûm hate tayînkirin û got, "Qeyûm çi ye? Qeyûm desteserkirin e. Tinekirina daxwaz û îradeya demokratîk e. Kiryarên destpêkê yên qeyûman çi bûn? Danîna bendan bû, êrîş û desthilatdarî bû. Niha jî heman tiştî dikin."

Îpekyuz diyar kir ku êrîş di heman demê de li djî sîstema wan a hevserokatiyê ye û got, "Em ê di mijara sîstema hevserokatiyê de ti carî gav paşde nevaêtin.

Îpekyuz got, "Em ji Mêrdîn, Amed û Wanê dibêjin; ruhê me û gelê me yek e, em bi hev re ne."