Kincê gerîla û pûçkirina teknîka serdemê

Li gel berxwedana gerîla ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, her wiha kedeke jî heye. Li dirûngehên gerîla, kincên gerîla têne dirûtin ku teknîka dagirkeran pûç dike. Ev yek jî nîşan dide bê ked çawa tevkariyê li berxwedanê dike.

Artêşa Tirk a dagirker û hikumeta AKP-MHP'ê ya faşîst li Herêmên Parastinê yên Medyayê li hemberî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê çekên kîmyewî, bombeyên termobarîk û taktîk nukleer bi kar tînin ku çekên qedexekirî ne. Li dijî van êrîşan jî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi ked û helwdaneke mezin tunelên şer amade kirin. Bi rêya van tunelên şer û tîmên bi tevger berxwedaneke mezin tê nîşandan. Li gel şer her wiha jiyan bi keda gerîla dewam dike. Yek ji qadên kar jî karê 'dirûtinê' ye.

Dijmin bi taybetî van salên dawî propagandaya balafirên keşfê gelekî dike ku di çarçoveya êrîşên qirkirinê de li dijî gerîla bi kar tîne. Li gorî propagandaya ku ji bo van balafirên şer têne kirin, nahêlin ku çûkek jî bifire. Lê belê li hemberî vê propagandayê jî berxwedan û jiyana gerîla heye. Gerîla bi taktîkên xwe, her wiha bi kincên xwe van balafirên keşfê û teknîkê pûç dikin. Hilberîna van kincan, dirûtina wan û şêweyê bikaranîna wan di dema şer de ji aliyê gerîla ve bi berfirehî tê hesabkirin û amadekirin. Her kêliya hilberîn, dirûtin û amadekirina wan bi kedeke mezin tê kirin.

Gerîla vê kedê jî di nava berxwedanê de nîşan dide. Her wiha tê diyarkirin ku her gerîla bi çi rengî wî kincî li xwe bike. Û gerîla kincê ku tê amadekirin bi şêweyê hatiye diyarkirin li xwe dike, li gorî wê yekê tevdigere û li dijî dagirkeran çalakiyan dike. Keda gerîla ya li dirûngehan di bin bombardûmana balafiran de dewam dike.