Ketina heyeta HDP’ê ya gundê Qolanê hate astengkirin

Heyeta HDP’ê ya ku xwestin ziyanên ku ji ber sedema şewata ev hefteyeke li gundê Qolan a navçeya Gimgim a Mûşê bibîne biçin herêmê hatinastengkirin.

Ji ber şewata ku ev hefteyeke li gundê Qolan a Gimgimê dom dike, malek û 8 gov ziyan dîtin. Şêniyên gund ditirsin ku şewata ku bi qest hatî pêxistin, bigeheje malên wan.

Parlementera HDP’ê Şevîn Coşkûn û endamên partiyê yên pêre ku xwestin ji ber şewatê biçin gund, bi hênceta operasyona leşkerî, hatin astengkirin. Jendermeyên ku destûr nedayîn heyet bikeve gund, piştî çendîn saetan daxwaznameyek bi nivîsa dest a biryara walîtiyê radestî heyetê kirin.