KESK'ê ji bo piştevaniyê serdana HDP'ê kir

Endamên KESK'ê yên li Wanê nerazîbûn nîşanî dagirkeriya qeyûm dan û ji bo piştevaniyê serdana HDP'ê kirin.

Endamên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li dijî tayînkirina qeyûm serdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kirin û piştgiriya HDP'ê kirin.

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya KESK'ê Yilmaz Yildirim di serdana rêxistina HDP'ê ya Wanê de axivî û polîtîkaya qeyûm weke 'darbe'yê pênase kir.

Rêveberê KESK'ê diyar kir ku hevşaredarên wan Bedîa Ozgokçe û Mûstafa Avci ne û got, "Ev yek wê ti carî neyê guhertin. Vê darbeya ku li îradeya gel hatiye kirin careke din şermezar dikin."

Hevserokê HDP'ê yê Wanê Umît Dede jî diyar kir ku ew li dijî polîtîkaya qeyûm bi hêzên demokrasî û kedê li ber xwe didin.