Kesên di êrîşên qirkirinê de hatibûn qetilkirin, hatin bîranîn

Li Cizîrê kesên ku 9 sal berê di êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker de hatin qetilkirin, hatin bîranîn.

ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ

Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) bi boneya 9’emîn salvegera ‘qedexeya derketina dereve’ û êrîşên qirkirinê yên 14’ê Kanûna 2015’an li navçeya Cizîr a Şirnexê, daxuyaniyek da. Xizmên kesên hatine qetilkirin, Serokê rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal û gelek kes beşdarî daxuyaniya ku li ber avahiya DEM Partiyê hat dayîn, bûn.

‘HÊ CENAZEYÊN KU AQÛBETA WAN NEDIYAR E HENE'

Yek ji rêveberên nûneritiya MEBYA-DER a Şirnexê Fahrettîn Salgûcak, da xuyakirin ku 9 sal bi ser komkujiyê re derbas bû lê hê jî kiryar nehatine darizandin û got, "Tevî ku 10 sal bi ser de derbas bûne jî hînê cihê cenazeyên 11 kesan nayê zanîn. Mirovên me yên li navçeya me dijîn ku nifûsa wan 150 hezar e, 79 rojan li malên xwe bê xwarin û bê av hatin hiştin û her wiha ji hemû pêwîstiyên xwe yên mirovî bê par hatin hiştin. Emê bûyerên hatine jiyîn û kesên hatine qetilkirin jibîr nekin.”

Serokê rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal jî bal kişand ser danazana Gerdûnî ya Mafên Mirovan û got, “Şer mirovan dikuje, hewayê dikuje, avê dikuje, zindiyan dikuje, reng û zimanan dikuje. Ez hêvî dikim ku ev trajedî û êş neyên jibîrkirin. Ji bo ev êş careke din neyê jiyîn divê em hemû bi hev re ji bo Tirkiyeyeke wekhev, azad, demokratîk û aştiyane ked bidin.”