Kenê wî diyariya şehîdan e

Şehîd Aso yê ku rêwitiya wî li Kirmanşanê dest pê kiribû heta Botanê domiya. Wî diyar dikir kenê wî diyariya wan şehîdan e ku ji bo azadiyê canê xwe dane.

Jiyana ku heval Aso lê digeriya, xwe dispart îdeolojiya ku Rêber Apo ava kiribû û li ser rêhevaltiya rast hatibû avakirin. Vê rêhevaltiya ku bi fedakarî û qîmetdanê hatibû dewlemendkirin, ji bo her gerîlayan rêhevaltiyeke bêhempa ye. Rêhevaltî û girêdana ku Rêber Apo bi şehîdan û bi hevalên li çeperan ava kiriye, di dilê gerîlayan de di asta herî jor de ye. PKK tevgereke wisa ye ku rêhevaltiyeke wisa ava kiriye û jiyaneke nû daye şervanên azadiyê. Ji bo heval Aso jî jiyana PKK û gerîla dihat wateya têgihiştina wateya rastîn a jiyanê û di jiyanê de avakirina kesayetiyeke nû. PKK him ji bo Aso û him jî ji bo hemû mirovayetiyê hêviyeke mezin bû.

Heval Aso diyar dikir ken jî şoreşek e û wisa digot “Gotinek heye dibêje ken şoreş e. Dijmin dixwaze gelê Kurd li hemberî zilm û êşan bêyî moral be û gel her tim stûyê xwe xwar bike. Ligel hemû êş, zilm û şehadetan kenê li hemberî dijmin di jiyanê de şoreşek e. Kenê li ser lêvê me, bîranîn û diyariya van qehremanan e ku ji bo azadiyê canê xwe dane.”

JI BO LI DIJÎ DAÎŞ’Ê ŞER BIKE ÇÛ KERKÛKÊ

Rêwitiya Heval Aso li Kirmaşanê dest pê kiribû û heta Botanê domiya. Heval Aso di sala 2011’an de li Qendîlê li dijî dewleta Îranê di şer de cih girt. Piştî ku Tevgera Azadiyê li hemberî rejîma Îranê serfiraziyek bi dest xist, heval Aso berê xwe da Şemzînanê û tevlî Şerê Gel ê Şoreşgerî bû. Piştî Şemzînanê heval Aso tevlî dewra perwerdehiya leşkerî bû û berpirsyariya du dewreyên perwerdehiyê yên şervanên azadiyê kir.

Piştî dewreyên perwerdehiyê di sala 2014’an de ji bo li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer bike, çû Kerkûkê û 3 salan xebatên şoreşgerî meşand. Di sala 2017’an de dîsa berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî Dewreya Perwerdehiyê ya Hakî Karer bû. Piştre pêşniyaz kir ku biçe Bakur û derbasî Botanê bû.

Ji bo heval Aso dîrok û mirovên Botanê gelekî cihê bû. Ji ber ku Botan hêlîna fermandarê mezin Egîd bû û vî tiştî ew dixist nav heyecanê. Wî dizanibû şerê Botanê ji bo gelê Kurd ê her çar parçeyên Kurdistanê hêviyeke mezin bû.

Heval Aso di sala 2017’an de li herêma Gundikremo ya Botanê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû û tevlî nav refên nemiran ên Kurdistanê bû. Rêya heval Aso ji bo hemû şervanan bû asoya azadiyê. Hejmara rêwiyên di vê têkoşînê de roj bi roj zêde dibe. Heval Aso navê şehîd Aso Mehabad wergirtibû îro jî gelek ciwanên Kurdistanê navê heval Aso werdigire û li ser şopa wî dimeşin.