Kêmbûna doktoran jiyana dayik û zarokan dixe rîskê

Li Wanê ku ji milyonekê zêdetir mirov lê dijîn, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê, li Serwîsa Zarokanînê ya Jinan tenê doktorek dixebite.

Ji gelek bajar û navçeyên Kurdistanê gelek nexweş têne Wanê. Li Serwîsa Zarokanînê ya Jinan a Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya qet doktor tine ne an jî pir kêm in. Ji bervê sedemê de jî bi dehan jin neçar dimînin ku bi saetan, bi rojan li korîdorên nexweşxaneyê bimînin. Jiber ku doktorên zarokanînê ya jinan nîne jiyana zarokan û dayikan dikeve rîskê.

 ‘DI HEMÛ BRANŞAN DE KÊMASÎ HENE’

Hevserokê Sendîkaya Tenduristiyê û Kedkarên Xizmeta Sosyal (SES) a Şûbeya Wanê Sezer Orenç got di serî de serwîsa zarokanînê ya jinan li hemû branşan kêmasiya doktoran heye û hejmara xebatkarên tenduristiyê ya li Wanê ji ya ku pêdivî pê heye nîvî nîvî ye û ev jî çespandina wê ye ku li hemû qadan ev kêmasî heye. Orençgot, ‘’Ji ber ku polîkîlînîkên zarokanîna jinan ne têrkar in nexweş li acîlên kom dibin. Ji ber vê jî çareseriya kêşeyê ew e ku polîkîlînik û pisporên zarokanînê werin zêdekirin. Heke mirov bibîr bîne ku nifûsa bajêr ji milyonekê zêdetir e û tekane nexweşxane ya dewletê ye û tenê hekîmekî pisporxizmetê bike ev ji hêla civakî ve kêşeyeke mezin e.’’

HEMA BIBÊJE ŞOPANDINA NEXWEŞAN NE PÊKAN E

Orençgot ev rewş pir tehdeyê li nexweşan dike û dibêje, ‘’Hema hema ne pêkan e ku doktor û personelên tendurisiyê nexweşan bişopînin. Dema nobetê ya bi saetan 24/16 pir tehdeyê dike. Ji ber têrnekirina personelen pir nobet dibin, ev bixwe re problemê ntenduristiyê tînin û tenduristiya kedkarên tenduristiyê jî dixe rîskê.’’

‘REJÎMA REWŞA AWARETE Û BHQ’YAN KÊŞEYA TENDURISTIYÊ GIRANTIR DIKE’

Orenç bal kişande ser rejîma Rewşa Awarte û BHQ’yan û bandora wê ya li ser xizmeta tenduristiyê û got, ‘’Rewşa Awarte û BHQ her wiha kêşeyê girantir dike. Kedkarên kuji kar hatine avêtin pêdiviyê girantir dike. Kedkarên ku ji kar hatine avêtin heke demil destli kar werin vegerandin, lêpirsîn werin rakirin, wê kêşeyên heyî hinekî sivik bike.’’