Kemalbay: Hilbijartin mîna referandûmekê ye

Parlamentera HDP'ê Serpîl Kemalbay diyar kir, piştî hilbijartinên 23'ê Hezîranê wê zext û êrîşeke giran li karker û kedkaran bê kirin û got, divê di hilbijartinê de li gorî vê yekê helwestê nîşan bidin.

Parlamentera HDP'ê Serpîl Kemalbay girîngiya hilbijartinên Stenbolê ji bo karker û kedkaran ji ANF'ê re nirxand. Kemalbay diyar kir, hilbijartinên Stenbolê yên 23'ê Hezîranê ji rêzê nînin û got, Tirkiye demeke dirêj e di nava krîza demokratîk, siyasî û aboriyê de ye û rejîma otorîter hewl dide vê krîzê bitepisîne.

Kemalbay bi bîr xist, krîzê herî zêde bandor li karker û kedkaran kiriye û bi bîr xist, karker ji bo karibin dengê xwe bidin bihîstin gihîştine radeya xweşewitandinê. Kemalbay anî ziman çi şexsî çi jî rêxistinî bin karker bi çalakiyên xwe di nava îsyaneke mezin de ne û got, "Karker niha di nava pêvajoyekê de ne ku dişibe dema piştî darbeya leşkerî ya sala 1980'î. Li gel xebitandina bê qeyd û bêyî ewlekariya kar, dewletê sendîka tasfiye kir û bê bandor kir. Karkeran her ku rêxistiniya winda kirin bi mercên giran ên mîna dojehê hatin mehkûmkirin. Ji ber ku sendîka nikarin bersivê bidin daxwazên karkeran, karer bi xweşewitandin an jî xweavêtina ji ser vînçan gefê dixwin. Kedkarên cemaweriyê yên bi biryarnameyan ji kar hatine derxistin birçî tên hiştin, bêkar jî gihîştine wê nuqteyê ku bi xwekuştinê vê rewşê şermezar bikin. Sendîkayên ku di bin zextê de ne ji ber ku nikarin stratejiyeke dawî li vê rewşa tarî bînin biafirînin, êrîşa desthilatdariyê ya li dijî karker û kedkaran zêde dibe."

Kemalbay diyar kir, desthilatdarî qîma xwe bi vê jî nîne û niha di bin navê paketa aboriyê de hewl dide fatûreya krîzê li karker û kedkaran bibire û bi bîr xist, desthilatdarî dixwaze tazmînata qidemê ku yek ji mafên bingehîn ên çîna karker e radestî fonan bike û bacê jî li nava gel belav bike. Kemalbay destnîşan kir, li dijî vê yekê pêwîstî bi têkoşîneke xurt heye û got, "Piştî 23'ê Hezîranê wê êrîşên gelekî giran bên kirin û divê mirov ji van êrîşan re amade bin. Divê karker û kedkar di hilbijartinê de di vê çarçoveyê de helwestekê nîşan bidin. Ji ber vê yekê hilbijartin mîna referandûmekê ye. Di vê hilbijartinê de divê armanc têkbirina desthilatdariya faşîzma AKP-MHP'ê be. Divê rewşa riziyayî ya civakî ku ji ber krîza aborî û siyasî derketiye holê bê astengkirin. Lewma Stenbolî ya wê xurtbûna lingê herêmî yê bloka faşîst asteng bikin ya jî wê bi têkbirina bloka faşîst re derfetên demokrasiyê biafirînin.

Kemalbay herî dawî diyar kir, HDP wê mîna hilbijartinên 31'ê Adarê di 23 Hezîranê de jî hesabên mayindebûna faşîzma desthilatdariyê têk bibe.