Keleha Wanê jî wê bibe mexdûrê biryarnameyê

Şaredariya Tûşba ya AKP'yî li bendê ye ku Desteya Wezîran biryarê bide ku Keleha Wanê û beşeke mezin a peravê Gola Wanê yên li navçeya Rêya Armûşê ne, tevlî navçeya Tûşbayê bike.

Şaredariya Tûşbayê ya AKP'yî, ku di dema dawî de timî bi îdîayên nelirêtiyê dikeve rojevê, ji bo hilbijartinên herêmî yên sala 2009'an dest bi amadekariyan kir. Şaredarê Tûşbayê yê AKP'yî Fevzî Ozgokçe, ku di hilbijartinên 2014'an de bi ser ket, lê ji ber polîtîkayên xwe, di hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an de li pêşberî HDP'ê bi qasî 20 ji sedî yê dengan kêm kir, ji bo ji nû ve bi ser bikeve, dest bi guhertina îmarê û tevlîkirina hin taxên Rêya Armûşê li nava navçeya Tûşbayê kir. Ozgokçe, ji bo Keleha Wanê, peravê Gola Wanê, taxên Yali, Alîpaşa, Selîm Bey û Valî Mîthat Bey ên li navçeya Rêya Armûşê ne, tevlî nava navçeya Tûşbayê bike, serî li Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê û Wezareta Karên Hundir da. Li Meclîsa Şaredariya Tûşbayê, di civîna 3'ê Cotmeha 2017'an de endamên DBP'yî li ser guhertina sînorê navçeyê xwestin, ku ev daxwaz pêşkêşî dengdana gel bê kirin. Lê endamên AKP'yî yên meclîsa şaredariyê ev red kirin û biryara guhertina sînorê navçeyê derxistin. Piştî vê biryara ku meclîsa şaredariyê da, Ozgokçe yê AKP'yî ji bo Keleha Wanê û hin taxan bi rêya biryarnameyên di hikmê qanûnî de tevlî nava navçeya Tûşbayê bike, kete nava hewldanan.

DAXWAZA DBP'Ê YA JI BO REFERANDÛMÊ NEHAT QEBÛLKIRIN

Endamê DBP'yî yê Meclîsa Şaredariya Tûşbayê Îsmet Tan li ser mijarê agahî da û anî ziman, ku wan raporeke berfireh têkildarî mijarê amade kirine û xwestin, ku biryara guhetina sînorê navçeyê pêşkêşî dengdana gel were kirin. Tan got, "Di nava 4 navçeyên navendî yên Wanê de, yekane cihê ku ne navenda bajêr e, Tûşba ye. Beriya hilbijartinên herêmî yên sala 2014'an, bi armanc û hesabên siyasî û potansiyela dengan, sînorên navçeyê hatin destnîşankirin. Daxwaza Şaredariya Tûşbayê ya ji bo guhertina sînorên navçeyê jî îspata vê yekê ye. Keleha Wanê, taxên Yali, Alî Paşa, Selîm Bey û Valî Mîthat Bey, ku Şaredariya Tûşbayê dixwaze tevlî nava sînorên xwe bike, li navçeya Rêya Armûşê ye."

Îsmet Tan anî ziman, ku eger ev pêşniyara guhertina sînor bi cih were anîn, wê sînorê navçeya Rêya Armûşê bi Gola Wanê re tenê kîlometreyek ya jî 2 kîlometre bimîne.

Tan got, "Ev yek jî wê li navçeya Rêya Armûşê rê li ber mexdûriyeteke mezin veke. Dema ku Keleha Wanê ya dîrokî û beşek ji peravên Gola Wanê ji Rêya Armûşê bê qutkirin û li nava navçeyeke din bên bicihkirin, ev der wê bê nasname û bê vîzyon bimîne."

'DIVÊ GUHERTINA SÎNORÊ NAVÇEYÊ JI GEL BÊ PIRSÎN'

Tan da zanîn, ku di encama lêkolînên wan de taxa Yalim Erez weke nîv giravê li nava sînorê Şaredariya Tûşbayê ye û ji aliyê fermî ve di nava Rêya Armûşê de ye. Tan got, "Ji ber ku hin malên heman taxê wê di nava sînorên navçeya Tûşbayê de bimînin, wê mexdûriyet rû bide. Ji ber vê yekê, taxa Yalim Erez ku weke nıv giravê di nava sînorên Tûşbayê de ye, tevlî Tûşbayê were kirin. Bajarê Kevn ê Wanê, Parka Çandê ya Ataturk û Keleha Wanê ya Dîrokî divê di nava sînorên navçeya Rêya Armûşê de bimînin. Eger sînorên navçeyan li gorî pêşniyara me bê sererastkirin, wê her du navçeyên me jî mexdûr nebin û navçeya Tûşba wê bibe xwedî navendeke sûkê. Eger Keleha Wanê ya dîrokî wê ji navçeya Rêya Armûşê bê standin û tevlî navçeya Tûşbayê were kirin, lazim e ev biryar û sînorên tên xêzkirin ji welatiyên li navçeya Rêya Armûşê dijîn, bê pirsîn. Di vê çarçoveyê de lazim e refeandûmek bê kirin. Bêyî gel, bêyî erêkirina gel divê ev sînor neyên guhertin. Heman referandûm divê li ser taxên Yali, Valî Mîthat Bey, Alî Paşa û Selîmbeyê jî were kirin."