Kedkarên başûr ev 8 roj in li qadane û daxwaza heqdestê xwe dikin

Mamoste, karmend û karkerên tenduristiyê yên li Başûrê Kurdistanê ev 8 roj in çalakiyên xwe yên protestoyî didomînin û daxwaza heqdestê xwe li hikumetê dikin.

Li gorî nûçeya RojNewsê li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Germiyan, Ranya, Koye, Kelar, Çemçemal, Kifrî, Helebçe, Xaneqîn, Qeladizê û gelek herêmên din kedkar daketin qadan û daxwaza mafên xwe kirin.

Kedkarên ku ev 8 roj in li ber Edliyeya Silêmaniyeyê kon vedane biryar dan ku heta hikumet bersivê bide daxwazên wan wê çalakiyên xwe bidomînin.

Kedkaran dirûşmên "Endezyarên talaniyê Barzanî û Talabanî", "Bila desthilatdarî hilweşe, diz hilweşin", "Bila diz îstifa bikin", "Diz desthilatdar in", "Hikumeta qumarbaz bila îstifa bike", "Hûn ê bi kîjan rûyî daxwaza dengan ji me bikin" qîriyan.

Beriya niha bi çend rojan Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî ji bo çalakgeran gotibû, "Di destê wan de kêr û çek hene" û kedkaran jî nerazîbûn nîşanî Barzanî dabûn. Li Qeladizê kêreke pêlîstok a ji kartonê hatibû çêkirin hate şewitandin.

Kedkarên Başûrê Kurdistanê ku bi rojane li qadan e, ji ber ku hikumet wan ji nedîtî ve tê, çalakiyên xwe roj bi roj zêde dikin.

Li nexweşxane, dibistan û kargehan bi rêya boykot, grev û çalakiyên din ên cihêreng nerazîbûna xwe nîşan didin.