Kedkarê Heyva Sor a Kurdistanê Îbrahîm Çaçan koça dawî kir

Yek ji kedkarên Heyva Sor a Kurdistanê Îbrahîm Çaçan koça dawî kir. Heyva Sor a Kurdistanê ji malbata wî, civaka Êzidî û gelê Kurd re sersaxî xwest.

Kedkarê Heyva Sor a Kurdistanê Îbrahîm Çaçan yê ku di  nav gel de wek Birahîmê Elo dihate naskirin di 19 Çileya 2021'ê de li bajarê Celle yê Elmanyayê koça dawî kir.

Birahîmê Elo di sala 1930'î de li gundê Olaxçiyê yê Wêranşerê ji dayik bû. Dİ 5 saliya xwe de sêwî dimîne û tevî dayika xwe derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe. Ji sala 1994'an ve li Elmanyayê dima.

Brahîmê Elo ku wek kesayetekî welatparêz dihate naskirin, di navbera salên 2007-2010'an karê Yekîtiya Êzidiyan meşand û pişti vî karî ji bo xwedîderketina li kesên mexdûr û hewcedar bi ruhekî fedakar tevlî karên Heyva Sor a Kurdistanê bû.

Heyva Sor a Kurdistanê li ber koça dawî ya Birahîmê Elo daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Birahîmê Elo ji bo xwedîderketina li mexdûrên şer ên li Kurdistanê gelek ked da."

Heyva Sor, ji malbata Brahîmê Elo, Civaka Êzdiyan û ji gelê Kurd re sersaxî xwest.