Kedkar,dirûst û jiyaneke helbestî: Şehîd Delîl Qamişlo

Alîşer Koçgirî behsa Şehîd Delîl Qamişlo kir û got, ''Kesekî dirûst, kedar bû, xwe pêş ve dibir û li ser hevrêtiyê qet kêm tevnedigeriya. Xwedî jiyaneke helbestî bû.''

Fermandarkî ciwan bû Delîl Qamilo (Agît Sarûhan) ku bi bîrewerî û berpirsyariyeke mezin ji çiyayên Kurdistanê ber bi qadên têkoşînê ve herikî. Şervanekî azadiyê bû ku li qada Çarçella bi salan bûyî temsîla jiyaneke ku ji bîrê naçe û şervaniyê û li gel ciwantiya xwe jî ev bi layiqî bi cih anî. Li Qamişlo ya Rojava tê dinê û li derdoreke welatparêz mezin dibe. Ji wexta ku tevlê dibe û heta ku şehîd dibe Delîl Qamişlo ku bi kedarî û dirûstbûna xwe tê nasîn, ji hêla hevalê wî yê têkoşînê Alîşer Koçgirî ve hate vegotin.

'MIN BI DIRÛSTBÛN Û KEDKARIYA WÎ EW NAS KIR'

Koçgirî wiha behsê dike bê ka çawa nas kiriye:

''2015'an li Çarçelal me hev nas kir. Beriya ku ez biçim qadê Delîla li qadê bû. Di nav jiyanê de bi hebûn û fedekariya xwe tim beloq bû. Mirov dikarîbû li hemû qadên jiyanê Delîl bibîne. Hevalekî wiha bû ku bi dirûstbûn û kedkariya xwe derdiket pêş. Mînak dema ku karek û peywirek hebû dixwest beriya her kesî biçe û diçû. Dilê wî nedihişt ku hevalên wî bisweste û ew dibezî. Heke hevalekî wî li deverekê bi karekî re mijûl bûya Delîl ebeden nedisekinî û bi alîkariyê ve diçû. Bi enerjiya ku şoreşê pê re çêkirî nedizanî bê ka rawestan çiye, ji peywirekê ber bi peywirekê ve baz dide.

Pir dirûst bû. Bi mîsogerî ji hevalên xwe û partiyê tiştek venedişart. Dev ji veşartinê biqerin her fikir û ramanên xwe bi hevalên xwe re par ve dikir. Ji ber ku dema tevlêbûnê û parvekirinê bê fikar bû, dirûstbûn û parvekariya wî derdiket pêş. Qebûl nedikir ku li bara partiyê û hevrêyên xwe ne dirûst be. Helbet dirûstbûna wî bandor li hevalên wî dikir û cihê ku ew lê bû ev nêzîkatî berbelav dibû.''

'DI HEVRÊTIYÊ DE KÊMASÎ NEDIKIR'

Koçgirî bal kişande ser têkiliyên Qamişlo yên li gel hevrêyên wî û got, ''Heta dawî lê digeriya ku bi hevrêyên xwe re hevrêtiyê bike. Têkiliya wî ya hevrêtiyê û hezkirina wî ya li hevalan mînak bû. Pir hez ji hevalên li qadê û li gel xwe dikri û hurmeteke mezin dida wan. Ji bo wî hevrêtî pir girîng bû. Çi kesê ku ew nas dikir bi vê zanîbû, dikarîbû her tiştî ji bo hevrêyên xwe bikira. Helwesta wî ya li bara hevrêtiyê pir bandor li min û hevalan dikir. Di her mijarê de kêmasî hebûna jî li ser mijara hevrêtiyê Delîl ti caran nediket kêmasiyan.''

'HEWL DIDA KU JI HER ALÎ VE XWE BI PÊŞ VE BIBE'

Koçgirî got Qamişlo tim xwe pêş ve dibir û domand, ''Li gel ku xwedî karakterekî pêşketî jî bû her dem hewl dide ku xwe bi pêş ve bibe û perwerde bike. Armanca wî ew bû ku ji hêla xislet ve zêdetir bi pêş bikeve û ji bo Partiyê sûdewar be û bêhtir xizmetê bike. Dixwest bi xisletekî têrkar ji pêvajoyê re bibe bersiv. Li qadê li ser kîjan mijarê valahî, hewcehiyek hebûya hevrê Delîl bi wr ve dibezî. Li her qada ku diçûyî, di her karî de bi moral û kedê bi ser diket. Ev serkeftina wî jî ji karakterê wî yê bîrewer dihat. Ji bo ku zêdetir xurt be xwe perwerde dike û hewl dide ku hevalên derdora xwe jî tevlî vê bike. Digot perwerdekirina xwe û hevrêyên xwe yek ji hêmana girîng e ku têkoşîna şoreşê bi ser bixîne.''

'JI HELBESTÊN WÎ JÎ ME KARAKTERÊ WÎ YÊ XURT NAS DIKIR

Koçgirî têkilî meyla li ser huner û wêjeyê ya Qamişlo got, ''Li ser hunerê jî dixebitî. Helbest dinivîsand. Bi giştî helbestên wî li ser hevalên şehîd bû û li ser daxwaza hevalan helbestên xwe dixwend. Dema ku mirov guh dida helbestên wî me didît ku çendî xwedî karakterekî xurt e. Helbestên ku wî dixwendin û jiyana wî ya helbestî pir bandor li ser min û hevalan dikir. Ne tenê bandor dikir, dikir ku em jî lê hûr bibin. Ji ber ku helbestên wî piranî li ser hevalên şehîd bû, heval jî diketin nav wê lêgerînê kumirov çawa dikare layiqî şehîdan be. Bi karakter û jiyana xwe bandor li ser me dikir û me tim dixwest li gel wî bin.''

'DERBÊN GIRAN LI DIJMIN DA'

Koçgirî li ser pratîka leşekrî ya Qamişlo ya li Çarçela jî got, ''Heval Delîl bi wêrekiya xwe dihate naskirin. Li qada Çarçela dema gelek operasyonan bersiv dida operasyonan û derbên giran li dijmin dida. Her dem mîna baskê êrîşê tevlî çalakiyan dibû. Tim wêrek û zeraq bû. Ji bo tola hevalên xwe yên şehîd hilîne bi hêrs û kînekê bi ser dijmin de diçû û giyanê êrîşê pê re xurt bû. Tim hewl dida ku tola hevalên xwe yên şehîd hilîne. Li gel ciwaniya xwe jî bi pratîka xwe ya şer li qadeke mîna Çarçela fermandariya yekîneyê dikir û vê zîrektiya wî li ser şer nîşan dida.''

'BI ÊRÎŞA HEWAYÎ ŞEHÎD BÛ'

Hevalê wî yê têkoşînê Alîşer Koçgirî herî dawî li ser roja şehîdbûna Delîl Qamişlo got: ''Dema ku Delîl şehîd bûyî li Çarçella operasyoneke mezin hebû. 2017'an piştî çalakiyeke ku kirî dema vekişînê ketibûn ber çavdêrîkirina teknîk a dijmin û cihê wan hatibû tespîtkirin. 13'ê Tîrmeha 2017'an li qada Stûna bi êrîşa hewayî heval Delîl tevlî nav karwanê şehîdan bû.'