Kebûdwend: Leşkergehên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê cihê şermê ye

Çalakvanê mafên mirovan û rojnamevanê ji Rojhilatê Kurdistanê Mihemed Sedîq Kebûdwend got, "Leşkergehên rejîma Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê cihê xemgînî û şermê ye."

Nerazîbûna li hember kuştina welatiyên Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve û hewldanên PDK'ê yên ji bo rewakirina kuştina Kurdan ji aliyê dewleta Tirk, li hundir û derveyî welat didome.

Mihemed Sedîq Kebûdwend, çalakvanê mafên mirovan, rojnamewan û berpirsê Saziya Parastina Mafê Mirovan li Kurdistanê, li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşand û helwesta xwe li ser kuştina welatiyên Başûrê Kurdistanê ji hêla dewleta dagirker a Tirk, nîşan da.

Kebûdwend dibêje, "Hebûna baregehên leşkerî û sîxûrî yê rejîma Tirk li herêma Kurdistanê hem cihê xemgînî û hem jî cihê şermê ne. Gelê Kurd li Rojhilata Navîn xuya ye divê pişta xwe bidin hêzên xwe yên sivîl, pêşiya zordarî û zilma desthilatdaran bigirin û xwe ji qeydên mêtîngerî û xwehezan xilas bikin."

Hêjayî gotinê ye ku Mihemed Sedîq Kebûdwend ji ber xebatê mafê mirovan û parastina gelê Kurd, 10 salan li zîndana rejîma Îranê de girtîbû û di 12'ê Gulana 2017'an hate berdan.