KCR’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir

Koordînasyona KCR’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir û got: “Hevrê Tolhildan bû sembola pêşengiyê ya ciwanan ku her tim dijî.”

Koordînasyona Komalgeha Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) derbarê gerîlayê şehîd ev tişt diyar kir:

“Di rastiya şoreşa Kurdistanê, kûrahiya dilê gelê Kurd, fikir û bîra wê de şehîd xwedî meqama herî bilind e. Bê guman nirxê vê meqamê, xwîna wan a paqij e. Hemû nirxên ku li her çar parçeyên Kurdistanê keda şehîdên nemir in. Mîna Rêber Apo gotî; ew şehîd şehîdên jiyanê, rûmetê, şehîdên Kurd û Kurdistanê ne. Eger îro gelê Kurd û gelên azadîxwaz ji bo nasnameya xwe têkoşîneke mezin dimeşînin û li dijî dagirkeran bi biryardarî têdikoşin, ev jî ked û têkoşîna şehîdên azadiyê ye. Şehîd zarokên herî hêja yên civakê ne. Ew têkoşîna me ronî dikin. Ew destên azadî û wekheviyê dihilgirin. Ji bo em bigihijin armancên xwe yên rewa û pîroz, ew afirînerên potansiyel û xwesteka têkoşîna mezin in.

Endamê Koordînasyona Komalgeha Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR), hevrê û fermandarê me Barzan Hesen Zade bi navê tevgerê Tolhildan Qendîl 17’ê Îlona 2023’yan li herêma Pênciwên di encama êrîşa hewayî ya rejîma Tirk a dagirker û faşîst de, gihişt meqama şehadetê.

Nav û Paşnav: Barzan Hesen Zade

Nasnav: Tolhildan Qendîl

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: 1994 Mahabad

Cih û Dîroka Şehadetê: 17’ê Îlona 2023’yan

Hevrê Tolhildan ji malbateke welatparêz a ku jiyana xwe fedayî şoreşa Kurdistanê kirî û zarokên mîna Heval Tolhildan mezin kirine, tê. Sala 1994’an li bajarê Mahabad ê Rojhilatê Kurdistanê hat dinê. Li bajarê ku lê tê dinê, mezin dibe û pir zû dikeve ferqa polîtîkayên qirker û dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê. Di temenekî ciwan de ji ber meraq û lêgerîna xwe ya azadiyê, fikrên Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike. Malbat di tevgerên klasîk ên Rojhilatê Kurdistanê de xwedî cih û dîrokekî dirêj e. Tevî vê yekê jî Heval Tolhildan sosyalîzma rast, xeta şoreşgerî û netewbûnê di tevgera Apoyî de dibîne. Di demeke kurt de bi kelecaneke mezin ji bo ciwan û hemû gel ronî bike, dest bi xebatên şoreşê dike.

Di destpêka ciwantiya xwe de ji bo ciwan û gel hişyar bibin, hewl da û ji aliyê dewleta Îranê ve hat girtin û rû bi rûyê zîndanên êş û êşkenceyê yên Îranê dimîne. Tevî vê yekê Heval Tolhildan bi xeyalê ku gel azad bibe, bi îrade û biryardariyeke mezin têkoşîna xwe mezin kir. Di dema ku zanîngehê dixwîne de, bi şehîd Argeş Şoreş û komeke hevalên xwe re, di sala 2016’an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê yên azad û tevlî nava refên gerîla dibe. Ji bo ku xwe bigihîne taybetmendiyên mîlîtaniya Apoyî, di akademiyên Şervanê Nû, Şehîd Hêmin Bêkes û Şehîd Alî Çîçek de perwerde dibîne. Her tim bi berpirsyarî û wezîfeyên xwe yên herî zehmet ên bi cih anî, li her devera ku lê ye ji hevrêyên xwe re bû nîşaneya baweriyê. Heval Tolhildan weke şoreşgerekî rast ê gel xwe pir zû bi fikrên Rêber Apo re kir yek û di xebatên şoreşgeriyê de wezîfe û berpirsyariyên girîng girt ser xwe. Ji bo ronîkirina civakê her tim ket nava lêgerîn û hewldanekî. Ji bo ku ciwanan ji çerxa şerê taybet a dagirkeran derxîne û berê wan bide rêya rast, di gotin û pratîka xwe de bû nûnerê rast ê fikir û paradîgmaya Rêber Apo û şehîdan. Li herêmên Asos, Pênciwên û Qendîlê di xebatên girîng û stratejîk de bi roleke serketî rabû.

Ji bo ciwanan bi zane û rêxistin bike, xwe gihand zanîngeh û bajarên Îranê. Di heman demê de li Merîwan, Mukriyan û eyaletên Başûrê Kurdistanê di gerîlatiyê de kûr bû û bêyî sekin têkoşiya. Fikrên Rêber Apo, tarzê jiyana rast û xeta azadiyê destpêkê di xwe de afirand, bi vî rengî ji ciwanên Kurdistanê re bû rêşeng û pûsûlaya têkoşînê. Li ser bingehê paradîgmaya Rêber Apo bi kelecan û dînamîzma xwe ya ciwantiyê bi xebatên entellektuel li ser meşa azadiyê bi rengekî bi îstiqrar bingehê şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ gihand Rojhilatê Kurdistanê û Îranê. Hevrê Tolhildan li ser bingehê xizmeta ji gel re ji bo ku xaka welêt ji dagirkeran paqij bike, şer û têkoşîna xwe gihand lûtkeyê. Bû sembola pêşengiyê ya ciwanan a ku her tim dijî.

EM HEVAL TOLHILDAN BI RÊZDARÎ Û MINETDARÎ BI BÎR TÎNIN

Weke Komalgeha Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) em hevrêyê hêja û fermandarê xwe Heval Tolhildan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Heta ku em dibin layiqê Rêbertî, gel û şehîdên xwe em soz didin ku têkoşîna wan bidomînin û xeyalên wan pêk bînin. Di serî de malbata hêja ya Heval Tolhildan, em ji gelê Mahabad, Mukriyan û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em ê li ser bingehê felsefeya ‘Şehîd namirin’ di têkoşîna xwe de xwedî li mîrateya şehîdan derkevin û wan bikin şahidê têkoşîna xwe. Rêya şehîdan rêya me ye, li ser vî bingehî em bang li hemû ciwanan dikin; ji bo domandina rê û xeyalên şehîdan çeka şehîdan rakin, bi rengekî aktîf di qadên têkoşînê de cih bigirin û ji van qadan re pêşengiyê bikin! Em soz didin ku heta ku dagirkerî û faşîzm li Kurdistan bi dawî dibe û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk tê, em ê şer û têkoşîna xwe mezin bikin û bibin nûnerê keda pîroz a şehîdan. Bi taybetî em bang li ciwanên Mukiryan û Mahabadê dikin! Xwedî li wezîfeyên xwe yên dîrokî derkevin û berpirsyariya vê pêvajoyê, di nava refên têkoşîna azadiyê de pêk bînin! Em bawer dikin ku ciwanên Kurd wê xeyalên dagirkeran birizînin û li ser xeta Rêber Apo wê bibin Tolhildan û rêwiyên bi wêrek ên serkeftina mezin. Herî dawî em bi ronahiya perspektîfa Rêbertî soza xwe dubare dikin; ‘Yên dijîn û vê tirsa mirinê şikandine, ev şehîd in. Yên zehmetiyên mezin dîtine, ev şehîd in. Me di nava zehmetî û êşên pir mezin de, şehadet dan, em bi wan re ne. Hebûna me ji bo wan e, ji bo tolhildan, hesab, xwestek û jiyana wan e. Heta ku armancên wan pêk tên, em bi wan re ne’.”