KCK: Li dijî faşîzma TC’ê berxwedanê geştir bikin!

KCK’ê sersaxî ji gelê Kurd û malbatên ku xizmên wan di êrîşa balafirên şer ên dewleta Tirk a li Dêralûkê de hatibûn qeilkirin re xwest. KCK’ê bang li hemû gelan kir ku xwedî li şehîdan derbikevin û li dijî faşîzma TC’ê berxwedanê geştir bikin.

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê têkildarî komkujiya sivîlan a duh li Başûrê Kurdistanêji aliyê dewleta Tirk ve hatibû kirin, daxuyaniyek nivîskî weşand. KCK’ê di daxuyaniyê de banga xwedî derketina li şehîdan û li dijî faşîzma TC’ê geşkirina têkoşînê li hemû gelan kir.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişandiye ser van xisûsan:

“Divê gelê me, berxwedana herî mezin a ku dîrok şahidiya wê dike li çar parçeyên Kurdistan û ji derveyî welat geştir bikin. Ev berxwedana bi heybet a gelê me rûmetê dide dostên me û dijminên me jî dixe nava qehrê de. Dewleta TC’ê ya qirker ku îradeya azadiyê ya gelê Kurd qebûl nake bi hemû hovitiya xwe li hemû parçeyeyan êrîşî gelê me dike. Rejîma Qirker herî dawî di êrîşa hewayî ya li dijî herêma Rewşa ya Dêrelûkê 4 welatiyên me yên sivîl qetil kir û 2 welatî jî birîndar kir. Di destpêkê de xudê rehma xwe li welatiyê di êrşa TC’ê de şehîdbûn be û ji birîndaran re şifaya xêrê dixwazin. Di serî de ji malatên şehîd û birîndaran, ji hemû gelê Kurdistanê re teaziyên xwe pêşkêş dikin.

TC A QIRKER HEMÛ KURDAN DIKE HEDEF

Ev êrîş ne êrîşa destpêkê ye ku dewleta TC a Faşîst li Başûrê Kurdistanê welatiyên me yên sivîl dike hedef. Rejîma qirker heta niha li Başûrê Kurdistanê bi sedan welatiyên me yên sivîl qetil kiriye. Rejîma faşîst bi heman awayî li Rojava û Bakurê Kurdistanê gelê me dike hedef û hi hezaran welatiyên sivîl bi awayekî hovane qetil kiriye. Rejîma TC a Faşîst ji bo jenosîda li dijî gelê me pêk tîne veşêre derewa “Ne li dijî Kurdan, li dijî PKK û YPG’ê em şer dikin’ davêje holê. Bi vê derewê re dixwaze komkujiyên Kurd û dijminahiya li dijî Kurdan veşêre. Lê PKK û hemû hêzên siyasî yên Kurd zarokên gelê Kurd e. Gelek bi zarok û pêşengên xwe ve hene. Gelê Kurd bi zarok û pêşengên xwe re bûne yek. Pêşeng ji bo şikandina siyaseta înkar û îmhayê ya li ser gelê Kurd xwe avêtine pêş, Gel jî li gora pêşeng û zarokên xwe bûne xelek. Ji bo wê jî her kes ya Kurdan bi pêşengê wê re qebûl dike yan jî bi gelê wê re dike hedef. Cîhan êdî hêdî hêdî ketiyê rêya qebûlkirna Kurdan bi pêşengên wê re. Lê Dewleta TC a Qirker bi awayekî zanebûn, bi pêşeng û zarokên wan re hemû gelê Kurd dike hedef. Ji ber vê sedemê bûyî ku tu herq û cûdahî bêxe navberê li hemû Kurdan dide.”

KOORDÎNAT BALAFIRÊN KEŞFÊ YÊ DYE DIDIN

Ev êrîşa TC’ê di ser de di bin çavdêrî û desteka DYE û hêzên cuda yên navneteweyî de pêk hatiye. Koordînatên cihên balafirên şer ên Tirk kirine hedef ji aliyê balafirên keşfê yên DYE’yê ve hatine dayîn. Vekirî DYE li ser berjewendiyên polîtîk ên xwe ‘Xwîna Kurdan’ pêşkêşî dewleta TC’ê ya xwîn xwar kiriye. Balafirên keşfê yên DYE li herêmên Başûrê Kurdistanê difirin û navnîşana Kurdan ên ku lê bixin didin dewleta TC’ê.  Hikûmeta Başûrê Kurdistanê hem xwedî li balafirên keşfê yên li welatiyên wan dixin û hem jî li heber balafirên şer ên li wan dixin bêdeng e. Bê şik û guman ev bêdengî ji aliyê gelê me ve weke ‘hevkarên sûc’ tê pênasekirin. Serweriya dewleta Iraqê û neparastina welatiyên xwe, gumana ji bo gelê me dide çêkirin û têkiliyên xwe yên bi dewleta Iraqê re lewazkirine.

WÊ ŞEHÎDÊN DÊRELÛKÊ DI TÊKOŞÎNA ME DE BIJÎN

Çi dibe bila bibe, berdê çi be wê gelê Kurdistanê yên çar parçeyên Kurdistanê azad bibe û bibiryare statûyekê bidest bixe. Ev biryardarî bi vîna gerîla ya ji pola, dîsa çalakiyên grevên bêdawî û bêdorveger ên li çarperçeyên Kurdistan û derveyî welat û çalakiyên demokratîk radixe berçavan û derdixe holê. Her berdêla û şehîdên me didin, weke rêxistin û çalakî ji ber têkoşîna me dikin e. Bê şik û guman wê şehîdên Dêrelûkê di têkoşîna me de bijî û xwedî li bîranînên wan derbikevin. Li ser  vî bingehî banga li hemû gelê xwe dikin xwedî li şehîdan derbikevin û li dijî faşîzma TC’ê têkoşînê geş bikin. Dubare rehma xudê li şehîdên be, ji bo birîndaran şifaya xêrê dixwazin û serê malbat û gelê me saxbe.”