KCK: Komkujiya Enqereyê nîşaneya tifaqa DAÎŞ û AKP'ê ye

KCK'ê bi wesîleya komkujiya Enqereyê daxuyaniyek weşand û diyar kir, "Ya ku desthilatdariya faşîst li Tiriyeyê têk bibe, pirsgirêkên civakî û siyasî çareser bike û Tirkiyeyê aram bike, tifaqa demokrasiyê û têkoşîna vê tifaqê ye."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di salvegera Komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de şehîd bi minet û rêzdarî hatin bîranîn û hate destnîşankirin, wê bîranîn û hesreta wan bi Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad tacîdar bikin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku di 10'ê Cotmehê de hevkariya AKP-DAÎŞ'ê li dijî hêzên azadî û demokrasiyê komkujiyek kir û destnîşan kir, "Êrîşa AKP-DAÎŞ'ê ya li dijî hêzên azadî û demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn derbasî nava Tirkiyeyê kirin. AKP'ê dema ku dît wê desthilatdariya xwe ji dest bide kir ku DAÎŞ êrîşî hêzên demokrasiyê bike û bi vî rengî xwest desthilatdariya xwe biparêze. Êrîşa DAÎŞ'ê ya li dijî hêzên mûxalîfên AKP'ê nîşaneya berbiçav a vê hevkariyê ye. Komkujiya 10'ê Cotmehê dewama komkujiya 5'ê Hezîranê ya li Amedê û komkujiya 20'ê Tîrmehê ya li Pirsûsê ye. Bi heman armancê hatin kirin.

Di 10'ê Cotmehê de bi deh hezaran mirov bi daxwaza aştî û demokrasiyê li qada gar a Enqereyê li hev kom bûn. Yên ku xwe ji şer û xwînê xwedî dikin ji ber ku dibînin aştî û demokrasî ji bo wan mirine xwestin vî dengî bêdeng bikin. Rêberê Gelê Kurd di 28'ê Sibata 2015'an de bi Mûtabaqata Dolmabahçeyê re dixwest şer asteng bike û rê bide demokratîkbûnê. Lê belê gladyoya qesrê bi tifaqa xwe ya qirêj berê xwe da polîtîkaya şer û li dijî hêzên demokrasî û azadiyê dest bi şer kir. Di sala 2014'an de li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd 'Plana Têkbirinê' hate amadekirin ku vê planê nîşan da ku şer wê di kîjan astê de bê meşandin. Ji xwe ya ku piştre qewimî jî di çarçoveya vê planê de bû. Bi vê planê re bi sedan mirov hatin qetilkirin, bajar hatin hilweşandin û şewitandin û bi sed hezaran mirov ji warê xwe bûn.

LI DIJÎ TIFAQA FAŞÎST A AKP-MHP'Ê PÊWÎSTÎ BI TIFAQA DEMOKRASIYÊ HEYE

Mirovên ku li Enqereyê hatin qetilkirin nîşan dan ku faşîzm kê dike hedef. Ji xwe tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê niha êrîşî nêrîn û nasnameya siyasî ya mirovên di wê komkujiyê de hatin qetilkirin dike. Sosyalîst, sendîkavan, rewşenbîr, nivîskar, demokratên civakî, tevgerên jin û ciwanan, ekolojîst, HDP'î li Enqereyê li hev kom bûn û li ser bingeha demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwestin di serî de pirsgirêka Kurd hemû pirsgirêkên civakî û siyasî bên çareserkirin. Lewma tifaqa demokratîk a li dijî faşîzmê li vê qadê ava kirin. Tifaqa AKP-DAÎŞ'ê jî ji bo vê tifaqa demokrasiyê belav bike ku wê dawî lê bîne, komkujiyeke bi vî rengî kir. Ji bo ruhê 10'ê Cotmehê neafire niha jî êrîşî her kesên alîgirê demokrasiyê dikin. Yên ku di 10'ê Cotmehê de komkujî kirin, zîhniyeta ku komkujî da kirin niha li ser bingeha tifaqa AKP-MHP'ê li desthilatdariyê ne.

Bersiva herî baş a ji bo şehîdên 10'ê Cotmehê bê dayin li dijî tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê afirandina tifaqa demokrasiyê ya herî berfireh e. Tifaqa ku di hilbijartinên şaredariya Stenbolê de yên 23'ê Hezîranê pêk hat, çawa ku tifaqa AKP-MHP'ê têk bir, tifaqa demokrasiyê ya li gelemperiya Tirkiyeyê bê avaikrin wê yên ku di 10'ê Cotmehê de komkujî kirin, zîhniyeta ku komkujî da kirin û desthilatdariya wan têk bibe.

Ya ku desthilatdariya faşîst li Tiriyeyê têk bibe, pirsgirêkên civakî û siyasî çareser bike û Tirkiyeyê aram bike, tifaqa demokrasiyê û têkoşîna vê tifaqê ye. Heta ku tifaqa demokrasiyê neyê afirandin nepêkane ku ji desthilatdariyên komkujiya 10'ê Cotmehê kirin bê rizgarkirin. Hêviya rizgariya bi rêya hilbijartinê tê wateya nenaskirina faşîzmê. Hêzên faşîst hilbijartinê bi kar tînin, lê belê bi hilbijartinê dest ji desthilatdariyê bernadin. Têkbirina faşîzmê di hilbijartinê de tenê bi xurtkirina têkoşîna li ser bingeha tifaqa demokrasiyê dibe. Ji ber vê yekê neafirandina tifaqa demokrasiyê, bendemayina li hilbijartinê tê wateya xapandina gelan, tê wateya daxwaza teslîmbûna li faşîzmê.

Hêzên demokrasiyê di 10'ê Cotmehê de nîşan dan ku têkoşîna li dijî faşîzmê divê bi çi rengî be. Faşîzm ji ruhê 10'ê Cotmehê ditirse, lewma komkujiyeke bi vî rengî kir. Divê em jî tifaqa siyasî û civakî ya 10'ê Cotmehê biafirînin û li hemberî faşîzmê rawestin. Eger bi vê tifaqê têkoşîn li dijî faşîzmê bê kirin wê careke din komkujî nebe û Tirkiye demokratîk bibe. Pêkanîna hesreta şehîdên 10'ê Cotmehê jî bi vî rengî dibe."