KCK: Em bi yekîtiya neteweyî êrişan têk bibin!

KCK'ê diyar kir, PDK bûye parçeyek ji polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk û bang li PDK'ê kir ku bi ti awayî nebe hevparê êrişên dewleta Tirk. Ji gelê Kurd jî xwest ku bi yekîtiya neteweyî êrişan têk bibe.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha ye:

"Dewleta Tirk a faşîst mêtinger qirker, li ku derê destketiyên Kurdan ên demokrasî û azadiyê hebin êrişê dibe ser wê derê. Dijminatiyê li Kurdan hemûyan dike yên ku ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin. Tifaqa AKP-MHP-Ergenekon, ku serkêşiyê ji dijminatiya li Kurdan re dike, ji bejahî û hewayî ve êrişê dibe ser Rojava, Şengalê, Mexmûrê, Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê. Dewleta Tirk a ku ji bo dagirkirinê êrişê dibe ser Rojava, li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê jî bi armanca dagirkeriyê êrişan dike. Di 16'ê Hezîranê de êrişên hewayî bir ser Şengal û Mexmûrê û li Heftanînê jî dest bi operasyona dagirkeriyê kir. Plana wê yekê kir ku piştî operasyona dagirkeriyê ya li Heftanînê berê xwe bide Metîna, Zap û Avaşînê. Lê belê bi berxwedana dîrokî ya li Heftanînê li cihê ku lê ne çikiyan, asê man. Bi rêya êrişan dixwaze ji Heftanînê heta Xinêrê, Herêmên Parastinê yên Medyayê û qadên çiyayî yên stratejîk ên Başûrê Kurdistanê dagir bike. Piştî ku ev armanca xwe pêk anî û xwe qewîn kir, wê plana xwe ya ji bo dagirkirin û tevlîxwekirina Başûrê Kurdistanê bixe meriyetê. Dewleta Tirk a mêtinger qirker, piştî ku Başûr û Rojavayê Kurdistanê desteser kir û tevlî xwe kir, wê astengiya li pêşiya xeyalên xwe yên neo-Osmanî yên ji bo belavbûna li tevahiya Rojhilata Navîn ji holê rake.

PDK BI DAXUYANIYÊN XWE ÊRIŞÊ REWA DIKE

PDK piştî destpêkirina êrişên dewlet Tirk, PKK'ê û gerîla weke sedema van êrişan nîşan dide. Dewleta Tirk di bin navê şerê dijî terorîzmê de li her derê êrişê dibe ser têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd. PDK jî bi van daxuyaniyên xwe êrişan rewa dike, normal nîşan dide. Êrişên li ser gelê mezlûm ê Şengalê, ku sala 2014'an bû hedefa qirkerî û êrişkariya DAÎŞ'ê û êrişên li ser gelê Mexmûrê ku ji aliyê qirker û mêtingeran ve ji cih û warê xwe hatiye qutkirin, bi heman hincetê rewa nîşan dide. Bi taybetî piştî ku dewleta Tirk dest bi êrişên xwe yên li ser Heftanînê kir, van gotinên xwe li her derê û hîn bêhtir tîne ziman. Piştî destpêkirina êrişa dewleta Tirk a li ser Heftanînê, yekemcar propaganda wê yekê kir ku gundî ji ber van êrişan zerarê dibînin û piştî vê propagandayê jî anî ziman ku dewleta Tirk van êrişan bi hinceta hebûna gerîla dike.

Piştî êrişên li ser Heftanînê, heyetek ji parlamenta Başûrê Kurdistanê ava kir û şand cihên ku êriş lê hatine kirin. Vê heyetê, piştî ku ji herêmê vegeriya raporeke welê amade kir ku tê de dibêje 'ji ber ku gerîla li wir in, dewleta Tirk êriş dike, ji ber vê yekê gundî zerarê dibînin'. Bi vî rengî xwestin êrişên dewleta Tirk rewa bikin. Bi israr û bi biryardarî dijminatiya dewleta Tirk a li Kurdan, êrişên dewleta Tirk ên li dijî destketiyên Kurdan ên li her cihî, nîşan nedane. Bi nêzîkatiya, 'hebûna gerîla ya li devera ku lê ne, statuya me dixe nava metirsiyê' bingeheke siyasî û civakî ji şerekî navbera Kurdan re amade dikin. Bi vî rengî nêzîkatiyeke ku ji gerîla re dibêje; dest ji berxwedana xwe ya li dijî TC'ê berdin, naxwe em ê jî li dijî we şer bikin, nîşan dane. Li gel vê nêzîkatiyê, hewl dane ferz bikin ku hêzên pêşmerge li deverên ku pêşî li berxwedana gerîla ya li dijî dewleta Tirk bigire, bi cih bikin.

Di 11'ê Tebaxê de li Xinêrê hewldaneke bi vî rengî kirin. Yekîneyên sînor ên Iraqê danîn pêşiya xwe û bi vî rengî xwestin ku nuqteyên ji bo gerîla stratejîk in, bi dest bixin. Gerîla ev hewldan û ferzkirin qebûl nekir. Di vê demê de jî dewleta Tirk li Xinêre bi balafirên bêmirov ên bi çek bombe li yekîneyên sînor ên Iraqê barand, du fermandarên yekîneyên sînor ên Iraqê û fermandarê gerîla Egîd Garzan şehîd xist. Piştî vê êrişa dewleta Tirk, PDK'ê careke din gerîlayên ku 40 sal in li wê herêmê ne, weke hincet nîşan da. Li şûna ku ji dewleta Tirk re bêje; pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bike, dest ji zordarî û polîtîkaya tepisandina bi çekê berde, daxuyaniyeke welê da, mîna ku êrişa li dijî PKK'iyan mafê TC'ê ye, nîşan da.

TC WÊ ÊRIŞ BIKE, PDK JÎ WÊ PKK'Ê WEKE HINCET NÎŞAN BIDE

Piştî ku TC êriş dike, PDK jî bi israr PKK'ê weke sedem nîşan dide, ku ev yek jî nîşan dide, wan di navbera xwe de kar dabeş kirine. Xuya ye wê TC êriş bike, PDK jî PKK'ê weke hincet nîşan bide û bi vî rengî bingeha derxistina PKK'ê ji qadên ku lê ne amade bike; di dawiya dawî de jî bi rêya êrişan wê hewl bidin vê bikin. Ji bo piştgiriyê bide van planên qirêj jî, demên dawî êrişên li ser sivîlan zêde kirine. Lewma gelê Kurd jî daxuyaniyên PDK'ê weke dabeşkirina karekî bi vî rengî dibîne.

Êrişên li ser Xakurkê, Heftanîn û Xinêrê nîşan dane; PDK bûye hêza ku êrişên tasfiyeyê yên TC'ê yên li ser PKK'ê rewa dike, bûye parçeyek ji vê yekê. Dema ku pêşmerge li Zînî Wertê hatin bicihkirin, me ragihand ku ev hewldan gavek ji bo dorpêçkirina gerîla û polîtîkaya tasfiyekirina PKK'ê ye, lewma me bang li gel û raya giştî ya Kurd kir ku di vê mijarê de hişyar bin. Bûyerên ku piştre qewimîn bi rengekî zelal eşkere kir ku dewleta Tirk plana tasfiyekirina PKK'ê pêşkêşî PDK'ê kiriye û PDK jî bûye hevparê vê planê. Tê fêhmkirin ku ji bo vê planê rewa bikin, dixwazin Iraqê jî tevlî vê plana tasfiyeyê bikin.

Di demekê de ku dewleta Tirk êrişên xwe zêde kirine û dixwaze qadeke ji dehan kîlometreyî ya li seranserê sînor dagir bike, daxwaza PDK'ê ya ji bo bicihbûna li herêmên ku tê wateya dorpêçkirina gerîla, pêwendiya xwe bi vê plana tasfiyeyê heye. Bangên ku PDK li Iraqê dike, ji bo nixumandina plana tasfiyeyê ye ku bi dewleta Tirk re dimeşîne. Her wiha hewl dide hêzên gerîla û hêzên Iraqê li ber hev rake. Banga li Iraqê dikin ne ji bo rabûna li ber dewleta Tirk e. Yên ku ji bo vê armancê bang li Iraqê bikin, karê destpêkê ku divê bike, daxwaza ji bo bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk e.

Dewleta Tirk bi wesîleyên cuda nîşan daye ku ew bi xwe dijminê statu û destketiyên li Kurdistanê hemûyan e. Yê ku got; em ê şaştiya ku li Bakurê Iraqê kiriye li Bakurê Sûriyeyê nekin, ev desthilatdarî û ev dewlet e. Şaşitiya ku kirine dixwazin di firsenda destpêkê de ji holê rakin. Yên ku dibêjin; Lozan binketin e, Mûsil û Kerkûk ji destê me girtin, dijminê sereke yê statuya Başûrê Kurdistanê ne. Dinya tev qebûl dike ku dewleta Tirk ji bo li Rojava Kurd nebin xwedî statu, dagirkeriyê dike. Yên ku bi gotina 'Em ê nehêlin ku li ser sînorê me dewleta Kurd û korîdora Kurd bê avakirin' êrişên dagirkeriyê dibin ser Rojava û yên ku êrişî Başûrê Kurdistanê dikin heman hêz in. Eger ji helwesta ku piştî referandûma 2017'an hate nîşandan hîn jî nehatiye fêhmkirin bê kî dijminê statuya Kurdan e, ev yek tê wateya jinedîtîhatinê, xwenebihistîkirinê. Bi gotina 'PKK hinceta êrişên dewleta Tirk e' nepêkane ku rastî bên berevajîkirin û nixumandin.

HELWESTA PKK'Ê ZELAL E

Helwesta PKK'ê her demê zelal bûye. Kurdan gelek caran dîtine ku hêza herî fedayî ya parastina destketiyên Kurdan û statûyên destketî gerîla ye. DAÎŞ'ê dema ku êrîş kir, gerîla deriyê Hewlêrê girtiye. Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî ku spasî li helwesta gerîla kirî, bi gotina, Tirkiye alîkarî nedaye me, nedaniye holê bê ka kî li dijî statûyê ye? Di vê pêvajoyê dehêza sereke ya parastina statûyê, bûye gerîla. Tê zanîn dema ku DAÎŞ'ê êrîş bir ser Kerkûkê yê ku pêşî pê ve çû gerîla bû. Hemû cîhan pê dizane bê ka kê Êzîdî ji qirkirinê rizgar kirin. 2017'an ji Kerkûkê yê ku herî dawî derketî dîsa gerîla bû. Ji ber vê ti kes nikare bibêje gerîla talokeyê li ser statûya me çêdike. Kesek nikare êrîşên dewleta Tirk ku gefê li statû û destketiyên Kurdan dixwe û hêza pêşeng a dijminatiya Kurdan bi hincetên cihê vebêje.

PDK BI GOTIN Û POLÎTÎKAYÊN XWE KETIYE NAV KOMPLOYA DEWLETA TIRK

Ji bo gelê Kurd ê welatparêz û raya giştî ya Kurd a demokratîk;

Dewleta Tirk bi dagirkirina Rojava û Başûr û tevî nav xaka xwe kirinê dixwaze hemû Kurdan tevî nav pergala qirkirina Kurdan bike. Bi vî rengî ne tenê Bakurê Kurdistanê, hemû parçeyên Kurdistanê wê bixe qada berbelavbûnê ya netewebûna Tirk. Lê partiyeke Kurd a mîna PDK'ê vê rastiyê nabîne; dibe parçeyek ji polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk. Dewleta Tirk weke her carê ji bo ku bigihije armanca xwe dixwaze Kurdan bi hev bide şerkirin. PDK bi gotin û polîtîkayên xwe ketiye nav vê komploya dewleta Tirk.

Em bi caran şerekî navxweyî yê Kurd naxwazin. Zînî Wertê hatiye asteke wiha ku were maneya dorpêçkirina gerîla. Li vir 3 fedayiyên Kurd bi êrîşên hewayî yên dewleta Tirk şehîd bûne. Li gel vê jî em bi bêhnfirehî nêzîk bûn û me xwe ji pevketinê da alî. Lê di rewşeke wiha de ku dewleta Tirk li dijî gelê me şerê qirkirinê dike û êrîşê tîne ser qadên gerîla PDK hê jî bi ser me de tê. Li ser gerîla ferz dike û dibêje; ya hûn ê teslîm bibin û li dijî TC'ê şer nekin, ya jî em ê bi hêzên xwe yên leşkerî têkevin qadên we. Bi nêzîkatiyên nerm û bi hevdîtinan me xwest ku em heq ji vê rewşê derkevin. Lê piştî êrîşên dewleta Tirk helwesta PDK'ê li gel hemû nêzîkatiyên me yên çêker jî bûye bi rengê bersivdaneke ne bi xweşî.

LI DIJÎ TALOKEYAN EM YEKÎTIYA NETEWEYÎ GEŞ BIKIN

Em bang li tevahiya gelê Kurd û welatparêzan dikin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk bi gerîla re bin. Ji ber ku dijminatî û êrîşa li ser PKK'ê dijminatî û êrîşa li ser hemû Kurdan e. Em bang li PDK'ê jî dikin ku ji bo berjewendiyên berteng ên rojane yên partiyê bi rengekî ku dahatuya gelê Kurd bixe talokeyê bi ti rengî nebe hevkarê êrîşên dewleta Tirk, bi tevlêbûna nav xebatên yekîtiya Kurd, di hewldanên parastina hemû destketiyên Kurd û statûya destxistî de bi rola xwe rabe.

Şerê Cîhanê yê 3'an ê li Rojhilata Navîn ji bo jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd li gel derfet û fersendan her wiha bi talokeyan e jî. Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz, hêzên siyasî, rewşenbîr û hunermendan dikin ku bi pêkanîna yekîtiya neteweyî talokeyan bêbandor bikin, derfet û fersendan jî ji bo li hemû parçeyên Kurdistanê jiyana azad û demokratîk were avakirin têkoşînê geş bikin."