KCK'ê qurbaniyên komkujiyên Sêwas û Çorûmê bi bîr anî

KCK'ê kesên ku sala 1980'î li Çorûmê û yên sala 1993'an li Sêwasê di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û diyar kir, "Elewî ji aliyê neteweperestên Tirk ve hatin kuştin ku olê ji bo desthilatdariya xwe bi kar tînin."

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê daxuyaniyek weşand û diya rkir ku dîroka dewleta Tirk dîrokek bi komkujiyên li dijî gelan û baweriyan dagirtî ye û kesên li Çorûm û Sêwasê di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî.

Peyama KCK'ê wiha ye:

"Dîroka dewleta Tirk dîrokeke ku bi komkujiyên gelan û baweriyan dagirtî ye. Yek ji beşên civakê yên ku di nava vê dîrokê de bûn hedefa êrişên fîzîkî, qirkirina çandî, zext û asîmîlasyonê, Elewî ne. Di Gulan-Tîrmeha 1980'î de li Çorûmê û di 2'ê Tîrmeha 1993'an de li Sêwasê Elewî careke din ji ber baweriya xwe û jiyana xwe ya demokratîk ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hatin kuştin. Em Elewiyên ku di van komkujiyan de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ê daxwaz û hesreta wan bi serketina têkoşîna xwe ya Tirkiyeya demokratîk, Kurdistana azad tacîdar bikin. Di serî de Elewî em bang li gelên Tirkiyeyê hemûyan dikin ku hîn bi xurtî û rêxistinî xwedî li vê têkoşînê derkevin.

Elewî ji aliyê neteweperestên Tirk ve hatin kuştin ku olê ji bo desthilatdariya xwe bi kar tînin. Kujeran di dema komkujiyên Çorûm û Sêwasê de bi dirûşmên xwe Elewî weke dijminê milet, dewletê û ol nîşan dan. Lewma mîna hemû komkujiyên dewleta Tirk, di komkujiyên dijî Elewiyan de jî neteweperestên Tirk ên olê bi kar tînin pêşengî kirin. Dewleta komara Tirkiyeyê welatiyên ji rêzê jî danî ber kontrgerîlayên xwe yên neteweperest û di dema komkujiyên dijî Elewiyan de weke ku 'hêrsa gelê Misilman a li dijî Elewiyan' nîşan da. Bi vê taktîkê xwest ku Elewiyan di xeta netewperest laîk de bihêle û ji bo armancên cuda bi kar bîne. Ev rêxistina kujer bi navê AKP-MHP derbasî desthilatdariyê bû û her roj li dijî gelên Tirkiyeyê êrişên mîna komkujiyên Sêwas û Çorûmê dikin. Zîhniyeta senteza Tirk Îslamê bi efûkirina kujerên Sêwasê, bi parlamenter û wezîrkirina parêzerên kujeran nîşan da ku temsîla kîjan xetê dike. Em careke din dixwazin bêjin ku ji Koçgirî heta Sêwasê kiryarê komkujiyên dijî Elewiyan hemû xwediyê zîhniyet û senteza Tirk Îslamê ne. Senteza Tirk Îslamê ku mejiyê xwe yê bingehîn belavkarî, dagirkerî û qirkerî ye, êrişkariya xwe salên dawî derxist derveyî sînorên welêt. AKP-MHP weke ku tê dîtin li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li dijî gelan û baweriyan komkujiyên hîn mezintir dike. Eger pêşî li vê êrişkariyê neyê girtin, metirsî heye ku rê li ber qirkirinên welê veke ku di dîrokê de nehatiye dîtin. Lewma bersiva li bîranîna mirovên li Sêwasê û tevahiya xaka Anadoliyê hatin qetilkirin, mezinkirina têkoşîna ji bo têkbirina desthilatdarî û dewleta faşîst qirker e. Bi vê wesîleyê em dixwazin careke din destnîşan bikin ku pêşîgirtina li komkujiyên nû bi têkoşîna hevgirtî ya hêzên demokrasiyê dibe.

Komkujiya Sêwasê di demeke welê de hate kirin ku gelên Tirkiyeyê tevî têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê li ser bingeha yekîtiya demokratîk dest bi têkoşîna hevpar kirin. Ji vî alî ve, komkujiya Sêwasê hewldana ji bo astengkirina hevkariya têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê ye. Ev peyam jî bi qetilkirina beşa herî çalak a civakê, bi qetilkirina Elewiyan dan gelên Tirkiyeyê. Lewma komkujî û zexta li Elewiyan ji aliyê cewherî ve êrişek li dijî demokrasiya Tirkiyeyê ye. Ev êriş di dema tifaqa AKP-MHP'ê de berfireh bûye û didome. Eşkere bû, yê ku kir çeteyên DAÎŞ'ê êrişê bîne ser Elewiyan, Kurdan, Ereban û Xiristiyanan, AKP-MHP ye. Li hundir bi êriş, zext, girtin û êşkenceya li dijî Kurdan û Elewiyan, mûxalîfan, li derve jî bi êrişên mêtingerî û dagirkeriyê yên li ser gelên Kurd û Ereb, komkujiyên ku dewama pêvajoya bi Sêwasê re dest pê kir, didomîne. Cihê ku hêzên xwedî zîhniyet û senteza Tirk Îslamê gihîştine, ew ast e ku gefê li bawerî û gelên herêmê dixwe. Di serî de Elewî divê hêzên mûxalîf û demokratîk ên li Tirkiyeyê bi wesîleya Komkujiya Sêwasê vê rastiyê baştir bibînin û li dijî vê dest bi têkoşînê bikin. Bi wesîleya vê bîranînê em dixwazin careke din bêjin; nêzîkatiyên ku têkoşîna demokrasiyê û berxwedana li dijî faşîzmê lawaz dikin, jê heye ku bi hilbijartinê dikare desthilatdariya faşîst têk bibe û bi vê nêzîkatî û feraseta xwe faşîzmê rewa û qanûnî dike, gelekî metirsîdar e. Weke ku bi dehan kiryaran ispat bûye, faşîst bi hilbijartinê nabin desthilatdar û bi hilbijartinê jî desthilatdariyê naterikînin. Ev yek jî tê wê wateyê ku li dijî faşîzmê têkoşîna îdeolojîk, siyasî, leşkerî û çandî bi her awayî meşrû û pêwîst e. Bersiva herî rast a li bîranîna şehîdên demokrasiyê bi vî rengî ye.

Ji bo bîranîna mirovên 2'ê Tîrmeha 1993'an li Sêwasê hatin kuştin, wezîfeya her demokrat û welatparêzî ye bi taybetî jî wezîfeya Elewiyan e ku bi têkoşînê ji wan re bibin bersiv. Em di wê baweriyê de ne ku Elewî wê hêza xwe ya civakî û siyasî hîn bi rêxistinî nîşan bidin û bibin bersiv ji bîranîna yên şehîd bûne. Di vê serdemê de li dijî faşîzmê ji bo serketina têkoşîna demokrasiyê, em di wê baweriyê de ne ku rêveberên tevgera Elewiyan a demokratîk, sazî û rêxistinan wê berpirsyariya xwe ya dîrokî pêk bînin. Em dibêjin, rêxistinên Elewî mîna yekîtiya ku di bîranîna Sêwasê de pêk tînin, dma ku veguherandin hevkariya têkoşîna bi bandor a tevî hêzên demokrasiyê yên Kurdistan û Tirkiyeyê wê hingî bersiveke xurt bidin Sêwasê. Bi wesîleya bîranîna 2'ê Tîrmehê em bang li Elewiyan dikin ku li gorî rêya wan a rastiyê ku jê bawer dikin, li dijî faşîzma AKP-MHP'ê helwesteke xurt û bi bandor nîşan bidin. Bi van hest û fikrî em careke din şehîdên Sêwas û Çorûmê bi bîr tînin û soz didin ku em ê bi berxwedana xwe bîranînên wan bi ser bixînin."