KCK’ê ji bo Haci Nûrî Varlî peyama sersaxiyê belav kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo Haci Nûrî Varlî yê ku ji ber krîza rehmet kiriye, peyama sersaxiyê weşand.

Di peyama Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de hate gotin ku “Welatparêzê hêja yê gelê Wanê û mezinê me Haci Nûrî Varlî ji ber krîza dil şehîd bûye. Em sersaxiyê ji gelê Wanê û ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin. Em sozê din ku em ê hesreta wî ya Kurdistana azad pêk bînin.”

Di dûmahîka peyamê de ev tişt hatin gotin:

“Mezinê me yê hêja Mam Haci Nûrî di 70 saliya xwe de, di sala 2003’an de hatiye çiyayên Kurdistanê û tevlî nav refên Tevgera Azadiyê bûye. Di wî temenê xwe de israr kiriye û di Dibistana Kadroyan a Mazlûm Dogan de perwerde bûye. 15 salan tevî rêhevalên xwe yên ciwan li çiyayên Kurdistanê ma. Wekî welatparêzê hêja Mele Evdirehmanê Timoqî salên dawîn ên temenê xwe di nav refên Tevgera Azadiyê de derbas kiriye. Mam Haci Nûrî wekî birayê xwe Abdullah Varli yê ku cara pêşîn Quran wergerandiye Kurdî, ew jî li çiyayan bi Kurdî eleqedar bûye û hest û bîranên xwe yên di nav têkoşîna azadiyê de kiriye pirtûk.

Mam Hacî Nûrî di temenê xwe yê 70 û 80’an de wekî ku ji nû ve dayîk bûye, bi coş jiyaye û ji rêhevalên xwe yên ciwan re bûye moral. Ji rêveberiya tevgera me heta şervanên me, hemû rêhevalên wî qedrekî mezin dane Mam Haci Nûrî û qîmeteke mezin dane israra wî ya li mayîna çiyayên Kurdistanê.

Di nav têkoşîna azadiyê de rêhevalên hêja yên wekî Mele Evdirehman, Apê Hesen, Mam Hesen û Mam Haci Nûrî her dem hebûne. Ew bûne moralê bingehîn ên têkoşîna me ya azadiyê.

Baweriya Mam Haci Nûrî ya ku ew ê Tevgera Azadiyê gelê Kurdistanê bibe serkeftinê, berpirsyariyeke girîng dide me û şervanên azadiyê. Em ê vê berpirsyariya xwe tu carî ji bîr nekin û têkoşîna azadiyê geştir bikin û bi serfiraziyê tacîdar bikin. Em ê hesreta wan a Kurdistana Azad pêk bînin û em ê layîqî wan kesan bin ên ku bi sedan sal in bi hesreta azadiyê dijîn.”