BI DÎMEN

KCK: Ciwan bi xweparastinê divê faşîzmê bidin sekinandin

Nûnerên KCK û Tevgera Azadîyê yên ku di kongreya Tevgera Ciwanên Azad de axivîn bal birin ser rola ciwanan û gotin , “Divê ciwan bi xweparastinê ji faşîzmê re bibêjin, êdî bes e”.

 

 

Di Kongreya Ciwanên Azad a 2’emîn de a ku li Kerkûkê hate lidarxistin û bi sedan ciwanên Başûrê Kurdistanê beşdar bûn, pêşveçûnên li Kurdistanê hatin nirxandin, peyamên partiyan hatin xwendin. Û rapora xebatê ya du salan a Ciwanên Azad ji kongreyê re hate pêşkêşkirin.

Di Kongreyê de li ser navê Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, endamê konseyê Xebat Hewlêrî axivî û diyar kir ku divê ciwan mîsyona xwe ya pêşengtiyê bi cih bînin.

Hewlêrî got ku, “Ciwan dikarin li ser Başûrê Kurdistanê bandoreke mezin çêbikin. Hevgirtina axaftin û çalakiyê taybetiya sereke ya Apogeran e. Ji ber vê jî hêza wê gelek heye. Qelsiya sereke ya tevgerên Başûrê Kurdistanê ev e ku, axaftin û çalakiyên wan hevdu nagirin.

Tevgera Ciwan hûn dema ku xwedîtiyê li Başûrê Kurdistanê bikin hûn ê pêşiya gelek pêşveçûnan vekin. Jin û ciwan hêzên pêşeng ên vê veguherînê ne.”

‘LI ŞENGALÊ PLANEKE QIRÊJ HEYE’

Hewlêrî bal kişand ser êrîşên çeteyên dewleta Tirk û PDK’ê û diyar kir ku PDK bi serxwebûn û referandûmê dixwaze rantê bike.

Hewlêrî got ku, “Navendên şerên taybet li Şengalê planeke qirêj xistin dewreyê. Di heman demê de li Başûrê Kurdistanê referandûm û serbixwebûn tên manîpulekirin. Referandûm û serbixwebûn mafê herî xwezayî yê gelê me ye û encax gelê me dikarin biryara vî tiştî bidin.”

‘CIWAN WÊ BIBIN PÊŞENGÊN VEGUHERÎNA DEMOKRATÎK’

 

 

Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir jî diyar kir ku, li Başûrê Kurdistanê ciwan ji cewhera xwe tên bidûrxistin û got, “Divê ciwan li ser esasê demokratîk rola xwe ya veguherandinê bi cih bînin.”