KCK: Armanca komployê ev e ku Kurd sedsaleke din jî têk biçin

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê bi wesîleya salvegera komploya 15’ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku armanca komployê ev e ku Kurd sedsaleke din jî têk biçin. KCK’ê ji bo yekîtiya neteweyî bang li hemû parçeyên Kurdistanê kir.

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê bi wesîleya salvegera 21’emîn a komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

EM XWEDÎLÊDERKETINA LI RÊBER APO SILAV DIKIN

“Komploya 15’ê Sibatê ya navneteweyî ya ku di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd û têkoşîna azadiyê dikeve sala 22’emîn, em careke din bi nefret vê komployê şermezar û nalet dikin. Rêber Apo yê ku bi berxwedaneke bêhempa li dijî vê komployê 21 sal in li ber xwe dide, em wî silav dikin. Ji şehîd Halît Oral heta şehîd Vîyan Caf, ji şehîd Ûmût Acar heta şehîd Zulkuf û şehîd Zehra yên ku komplo qebûl nekirin û ji bo pûçkirina wê li dora Rêber Apo bi bedena xwe xeleqeke ji agir çêkirin, di şexşê ‘Şehîdên Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’de em hemû şehîdên xwe yên qehreman bi bîr tînin, li hemberî bîranîna wan bi rêzdarî kemberbest dibin, di salvegera bîst û duyemîn a komploya navnetewetî, em soza têkbirina wê didin. Di nava 21 salan de, ji bo pêşîlêgirtina armanc û hedefa qirêj a komploya navneteweyî, li hemberî zilm û êşkenceya rejîma Tirk a faşîst û mêtinger, him li nava welat û him jî li derveyî gelê Kurd ê welatparêz û dostên gelê Kurd ê bi rûmet li ber xwe dan û xwedî li Rêber Apo derketin. Em gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe jî silav dikin.

DMME, KONSEYA EWROPAYÊ Û CPT LI HEMBERÎ TECRÎDÊ BÊDENG IN

Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, bi serî de bi berxwedana fikrî û fîzîkî ya Rêber Apo, bi saya têkoşîna şehîdên me yên qehreman, gelê me yê welatparêz, tevgera me azadiyê û hêzên me yên gerîlayan hatiye pûçkirin. Hikumeta AKP’ê ya faşîst li hemberî berxwedana bîst û yek salan, rejîma şerê taybet a qirker û mêtinger bi tifaqên qirêj ên serdemî bi rê ve dibe, ji bo berjewendiyên xwe yên desthilatdariya siyasî komplo her dem zindî hiştiye û xwestiye nû bike. Di rewşa heyî de komployê wekî siyaseta tecrîdê ya teqez bi rê ve dibe. Hikumeta faşîst a AKP û MHP’ê ya ku ji tifaqeke qirêj a serdemî pêk tê, komployê nû dike, dixwaze komployê bidomîne û vî tiştî li ser hêzên navneteweyî jî ferz dike. Hêzên navneteweyî yên hegemon,destkeftiyên ku Rêber Apo ji bo gelan û civaka demokratîk derxistiye holê li gorî berjewendiyên xwe nedîtine, ji ber vê jî li hemberî tecrîda li Îmraliyê bêdeng dimînin. Di heman demê de li hemberî polîtîkayên desthilatdariya AKP û MHP’ê ya li dijî Kurdan û faşîzma li ser civaka Tirkiyeyê bêdeng dimînin û dibin şirîkên vê faşîzmê. Saziyên wekî DMME, Konseya Ewropayê, CPT û yên mafên mirovan ên navneteweyî him li hemberî tecrîda li ser Îmraliyê û him jî li dijî polîtîkayên faşîst ên li ser Kurdan bêdeng dimînin, li ser esasê berjewendiyên siyasî yên navdewletî dibin şirîkên hev. Em bang li van Saziyên Mafên Mirovan ên Navneteweyî dikin ku bila li hemberî tecrîda li ser Îmraliyê û li hemberî faşîzma desthilatdariya AKP û MHP’ê bihistyar bin û rola xwe bi cih bînin.

BERXWEDANA LI HEMBERÎ TECRÎD

Komploya navneteweyî di halê hazir de xwe wekî siyaseta tecrîda teqez û pêkanîna wê didomîne. Hewldana darbeya leşkerî ya di 15’ê Tîrmeha 2016’an de dikin hincet, li ser navê Rewşa Awarte, gelê Kurd û Tevgera Azadiyê li hemberî tecrîda teqez a li ser Rêber Apo her dem li ber xwe dane. Ji ber berxwedana gelê Kurd û Tevgera Azadiyê tecrîd car caran qels bûye lê dema pêvajoyên berxwedanan bi dawî bûne, tecrîd dîsa hatiye destpêkirin. Berxwedana sala 2016’an a ku bi pêşengiya siyasetmedarên Kurd hate destpêkirin û berxwedana greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a ku di Mijdara 2018’an de bi pêşengiya Leyla Guven li zindanan hate destpêkirin, yek ji van berxwedanên sereke ne. Di pêvajoya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de, heyşt hevalên me yên hêja bi tarzeke fedaî berxwedan geş kirin û şehîd bûn. Li hemberî vê îradeya pêngava berxwedanê ya gelê Kurd û dostên wan derxistibû holê, hikumeta şerê taybet a AKP û MHP’ê, neçar ma ku hevdîtina Rêber Apo ya bi parêzerên wî pêk bîne. Vê hêz û îradeya berxwedanê, di tecrîda li ser Îmraliyê de kuneke mezin vekir û hevdîtina Rêber Apo ya bi parêzerên wî pêk hat. Lê hikumeta faşîst a AKP û MHP’ê di çarçoveya siyaseta şerê taybet nêzî vê pêvajoyê bû. Piştî pênc hevdîtinên bi parêzeran re, tecrîda li Îmraliyê dîsa bû tecrîda teqez. Halê hazir ji hevdîtina di Tebaxa 2019’an û vir ve, ji Rêber Apo tu agahî nayê stendin û têkilî pêk nayê.

ARMANCA KOMPLOYÊ EV E KU KURD BÊNASNAME BIN

Bêrêbertî ji bo Kurdan tê wateya bênasname û bêstatuyê, tê wateya bêazadîmayina sedan salan. Armanca sereke ya komploya navneteweyî ev e ku di sedsala 21’emîn de dîsa Kurdan bêrêbertî, bênasname û bêstatu bihêlin. Dixwazin sedsaleke din jî gelê Kurd têk biçe ku neteweyeke nebûye dewlet. Li Kurdistan û Tirkiyeyê destkeftiyên ji bo demokrasî û azadiyê, bi saya lêhûrbûnên kûr, pêşdîtin, fikr û ramanên wî yên ronakbîr, ked û hewla hêja ya Rêber Apo pêk tê. Ji ber vê jî tecrîda teqez a li ser Rêber Apo wekî pêkanîneke nûjen a komploya navneteweyî didome. Bi saya fikr û ramanên Rêber Apo destkeftiyên gelê Krud mezin dibe. Bi mezinbûna van destkeftiyanr e, vediguhere hêzêke îradeyî û pergala jiyaneke civakî. Li hemberî vî tiştî pergala tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê tê kûrkirin. Nirx û destkeftiyên ku Rêber Apo ji bo Kurdan derxistiye holê, dibin hêmaneke sûc û li hemberî vî tiştî bi cezayên girankirî, ceza lê tê birîn. Wekî ku bibêjin “Te çima Kurd dîsa ava kir, ruh da wan, te çima tevî birayên wan ên Tirk hişyar kir û ew rakir serhildanê” sûcdar dikin û hesap jê dipirsin.

JI MAFÊ GELÊ KURD Ê REWA YE KU TECRÎDÊ RED BIKE

Gelê Kurd esareta Rêber Apo wekî esareta xwe û azadiya xwe jî di azadiya Rêber Apo de dibînin. Bi hezkirineke mezin girêdayî Rêber Apo ne.Ji ber vê jî dixwazin Rêber Apo ji şertên esaretê were derxistin û azad bibe. Gelê me li bendê ye ku Rêber Apo azad were hiştin û ji bo vî tiştî li her derê li ber xwe dide. Hikumeta şerê taybet a faşîst bi tecrîda teqez û metodên şerê taybet bersivê dide van daxwazan. Ji ber vê jî mafê gelê Kurd rewa ye ku tecrîd red bike, li dijî wê derkeve û wê têk bibe. Ji ber vê jî berxwedana li hemberî tecrîda teqez a Îmraliyê, wê bibe tarza îbadetê ya gelê Kurd a serdema nû de. Ji ber îbadet tê wateya dijberiya li hemberî neheqî, bêhiqûqî û bêdaletiyê û bergîdaniya çalakiyên felsefeya baweriyê ya li dijî zext, zilm û êşkenceyê ye. Li ser vî esasî Kurd, di têkoşîna sala bîst û duyemîn de, bi armanca şikandina siyaseta tecrîdê û têkbirina komployê, wekî ku îbadetê bikin, wê her dem li ber xwe bidin û têbikoşin. Gelê me çawa li hemû parçeyên Kurdistanê û li her dera dinyayê serî hildan û li dora Rêber Apo kom bûn vê komploya navneteweyî pûç kirin, di sala bîst û duyemîn a têkoşînê de jî wê vê komploya navneteweyî a qirêj pûç bikin.

Tecrîda teqez a li Îmraliyê li ser Rêber Apo tê kirin, li ser civaka Kurdistan û Tirkiyeye jî bûye siyaseteke tecrîdê. Li Îmraliyê hate ceribandin û li ser Kurdistan û Tirkiyeyê tê belavkirin. Siyaseta tecrîdê êdî bûye siyaseta rêvebirina welat a hikumeta faşîst a AKP û MHP’ê. Li ser vî esasî siyaseta tecrîdê, bûye navê din ê faşîzmê. Bûye tarza siyaseta ku faşîzmê li ser pêyan dihêle. Ji ber vê siyaseta tecrîdê, êdî ne bi tenê ya gelê Kurd, bûye pirsgirêka hemû kesên li Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn.

Li Tirkiyeyê avadaniyên hiqûq, siyaset, civakên sivîl, civakî û çandî ketine bin zextên faşîzmê û nikarin bêhnê bistînin. Bertek û nerazîbûneke biçûk a li hemberî faşîzmê, dengekî biçûk ê mûxalif, çalakiyên sivîl ên demokratîk tên terorîzekirin, wekî sûc tên dîtin, bi cezayên wekî zext ,êşkence, destgîrkirin, girtin û zindanê ceza lê tê birîn. Ji ber îmzekirina belavokeke li dijî şer, alîgirbûna klubeke sporê, çend hevokên mûxalif ên li ser medyaya civakî, axaftineke televîzyonê û ji ber nivîseke di rojnameyê de, cezayên herî giran li mirovan tên birîn. Li girtîgehan ên ku kapasîteya wan zêde bûne, tijî ronakbîr, nivîskar, akademîsyen, hevserokên partiyan, siyasetmedar, hiqûqnas, çalakgerên civaka sivîl bûne. Li hemberî siyaseta zext, şîddet û tecrîdê gelek kes diçin derveyî welat. Lêçûnên şerê qirêj û artêşa çeteyan a qesrê krîza ekonomîk zêdetir dike, bi vê re civak jî dikeve nav birçîbûn û hejariyeke mezin. Mirov ji ber birçîbûn û hejariyê xwe çareyê di xwekuştinê de dibînin. Civaka Tirkiyeyê her roj dikeve nav fikareke mezin a dahatûyyê. Siyaseta zext, tirsandin û cezakirinê ya hikumeta faşîst, dora hemû civakê girtiye. Tekane rêya rizgarbûna ji vî tiştî ev e ku divê li hemberî faşîzmê mirov hêza têkoşîna civakî bike yek û bloka demokrasiyê geştir bike.

DIVÊ YEKÎTIYA NETEWEYÎ PÊK WERE

Pêkanîna Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk, ji bo gelê Kurd di sala têkoşîna bîst û duyemîn de, dibe yek ji şertê bingehîn ê têkbirina komploya navneteweyî. Heke di navbera Kurdan de Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk were avakirin, wê hesabên sed salan ên hêzên komploger ên navneteweyî têk biçe. Wê Kurd qedera xwe ya bênasnamebûn, bêstatu û bêazadîbûna xwe parçe bikin û ew ê bi deste xwe qedera xwe diyar bikin. Gelê Kurd wê hesabên bêrêbertî, bênasnametî û bêstatuyê ya sedsala 21’an parçe bike. Ked û hewldana Rêber Apo ya ji bo pêkanîna Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk tê zanîn. Yek ji armanca tecrîdê jî ev e ku yekîtiya neteweyî ya di navbera Kurdan de were astengkirin. Ji ber vê jî di sala bîst û duyemîn a têkoşînê de divê hêzên siyasî yên Kurdan bersiveke şênber bidin banga Yekîtiya Neteweyî ya Rêber Apo, ev jî peywira herî neteweyî ye. Berevajî vî tiştî destkeftiyên Kurdan ên ku bi têkoşînên dijwar û berdêlên mezin hatine bidestxistin, wê gef û xetereyên li ser wê zêdetir bibin. Yek ji rêya parastina destkeftiyên li hemû parçeyan ev e ku divê yekîtiya neteweyî pêk were.

Siyaseta tecrîdê li dijî gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn tê bikaranîn. Tevî Kurdan gelên Ereb, Siryan, Asûr, Ermen, Keldanî û civakên Elewî û Êzidî jî dibe siyasetek. Li Rojhilata Navîn li ser esasê yekîtiya gel, çand, bîr û baweriyan, avadaniyên konfederal ên xwe dispêrin demokrasî û azadiya jinan, ji Kurdistanê dest pê bike li herêmê zêde bibe, wê di serê sedsala 21’emîn de bibe pêşveçûna mezin. Ji ber vê jî li hemberî tecrîda li Îmraliyê bêdengbûna hêzên navneteweyî, ji ber geşedanên siyaseta Rêber Apo a ji bo mirovayetiya demokratîk e. Operasyonêm dagirkeriyê yên li ser Rojava, operasyonên îmhakirinê yên li ser Başûr, zext û êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê, ji ber tirsa li hemberî van geşedanan e. Parastin, geşkirin û mezinkirina vê pêşveçûna ji bo gelan, rejîmên statukoparêz ên ku rejîma faşîst a Tirk û qirker wê yeko yeko hilweşin, derfeta yekîtiya konfederal û demokratîk a Rojhilata Navin wê ava bibe.

Di salvegera bîst û duyemîn a komployê de, rol û mîsyona herî pêşeng dikeve ser milê jin û ciwanên Kurd. Li ser vî esasî jin û ciwanên Kurd ên li her çar parçeyan û li derveyî welat di serî de, em bang li gelê xwe yê welatparêz û dostê xwe dikin ku bi biryardariya şikandina tecrîdê û têkbirina komployê têkoşînê geş bikin, rêxistinbûna xwe xurt bikin, çalakî û têkoşîna xwe domdar bikin. “