TJA, KCD û DBP wê 3'ê Nîsanê li Amarayê bin

TJA, KCD û DBP'ê gotin, ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê 3'ê Nîsanê li Amarayê bin.

Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) daxuyaniyeke hevpar dan û li ser çalakiyên 4'ê Nîsanê agahî dan.

Daxuyaniya TJA, KCD û DBP'ê wiha ye:

""Em di pêvajoyeke gelekî zehmet de ne, ku li seranserê Rojhilata Navîn rê li ber guherîn û veguherîna dîrokî vedike.

Di vê pêvajoyê de ku Rojhilata Navîn jinûve tê sererastkirin rola Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelan  diyarker e. 

Di dîrokeke wisa girîng de Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bi paradîgma xwe her tim rê nîşanî pêvajoyê da. Roja îro weke şewqekê rêya me ronî dike û rê nîşanî me dide.

Di 4'ê Nîsan 2018'an de em ê 69'emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan pîroz bikin. Em vê rojê di serî de li gelê kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin.

Rojbûna Birêz Ocalan ku bûye çavkaniya hemû nirxên demokrasî, azadî, biratî, aştî,  wekhevî, edalet û azadiya jinan û hêviya jiyanê, ji hêla gelên Kurdistanê û hemû gelên Rojhilata Navîn, her kesên pêşketî, welatparêz, hêzên dînamîkê yên demokrasî û azadiyê ve bi coş, moraleke bilind û ruhê têkoşîneke bêhempa pêşwazî dikin.

Birêz Ocalan bi şahidiya mirovahiyê ev 19 sal in di bin tecrîda girankirî de ye. Li gel hemû şert û mercên dijwar û tecrîda girankirî Berxwedana Serdemê dimeşîne û bi pêşxistina paradîgmaya demorkatîk ji hemû gelên Rojhilata Navîn re bûye hêvî û ronahiyek. 

Tecrîdkirina Birêz Ocalan tê wateya tecrîdkirina gelê Kurd û hemû gelên Kurdistanê. Her wiha ev tê wateya tecrîdkirina vîna wan a azad jî.

Gelên Kurdistanê bi hişmendiya ku azadiya Birêz Ocalan azadiya wan e tevdigerin. Azadkirina Birêz Ocalan wekî sedema hebûn û jiyana xwe dibîne û vê yekê kiriye navenda têkoşîna xwe.

Em careke din bang li hemû gelên Kurdistanê, mirovên pêşketî dikin ku têkoşîna ji bo azadiya Birêz Ocalan dane meşandin bilintir bikin. Em rojbûna Birêz Ocalan bi coş, moraleke bilind û ruhê têkoşînê pîroz dikin."