KCD: Li Rojava AKP-MHP mîna DAÎŞ'ê wê têk biçe

KCD'ê got Komploya 9'ê  Cotmehê û tecrîdê li Tirkiyê kaos giran kiriye, diyar kir li Rojava AKP-MHP jî mîna DAÎŞ'ê wê têk biçe û banga piştevaniyê kir.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi minasebeta salvegera 9'ê Cotmehê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hat derxistin daxuyanî da û hewldana 9'ê Cotmehê nalet kir. KCD'ê, ji bo pûçkirina hewla dagirkirina Rojava bang kir û wiha got: "Em di serî de bang li gelê Kurd ên li 4 perçeyên Kurdistanê, raya giştî ya cîhanê, Tirkiye, Suriye dikin ku di şexsê Rojava de bi tevahî gelên Sûriyeyê re di nava piştevaniyê de bin û li hemberî şer dengê xwe bilind bikin."  
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi minasebeta salvegera 9'ê Cotmeha 1998'an ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hat derxistin, daxuyanî da çapemeniyê. KCD'ê anî ziman ku 9'ê Cotmehê salek din li pey xwe hişt û wiha got: "Ev komplo bi qasî ku ji bo gelên Kurd û Tirk bi hev bidin şerkirin û kirinên xwe yên qirêj û tarî pêk bînin; bi vê komployê pêşeroja gelên Rojhilata Navîn jî hedef hat girtin. Qewimînên îro van pêşdîtinan piştrast dike." 
 
KCD'ê, da zanîn ku di 9'ê Cotmehê de xwestin hêviyên gelê Kurd ên azadî û demokrasiyê ji holê rakin û gelên Kurd û Tirk bikin neyarên hev û wiha lê zêde kir: "Bi pêşdîtin, hestiyarî û berxwedêriya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan, planên qirêj ên hêzên navneteweyî û herêmî ku dixwestin bi komploya navneteweyî pêk bînin, hatin pûçkirin. Pergala serdest a Tirk û hikûmetên wê bi înkarkirina gelê Kurd û israra bê çareseriyê, hêj bêhtir rê li ber kurkirina pirsgirêkê vedike. Bi taybetî piştî pêvajoya çareseriyê ku hat bidawî kirin û piştî hewla darbeya 15'ê Tîrmehê bi îlankirina Rewşa Awarte re bi derxistina BHQ’yan di asta destgîkirin, girtin, şerê çekdarî, pêkûtiyên li ser çapemeniyê, civîn, meş, astengiyên li pêş mafê ragihandin û azadiya fikre jiyana rojane jî aniye asta nekeşandin û fetisandinê. Sepandinên Rewşa Awarte di roja me ya îro de jî tên pêkanîn û pêkûtiyên li dijî muxalefeta demokratîk û siyasete berdewam dike." 
 
'AKP GELÊ KURD Û TIRK BER BI TARIYÊ VE DIBE'
 
KCD'ê polîtîkayên AKP'ê jî rexne kir û wiha dirêj kir: "Di çerçoveya geşedanên wekî pirsgirêka Kurd û pergala ne demokratîkbûyîna siyaseta Tirkiyeyê, di esasê xwe de di armancên Komploya 9’ê Cotmehê de hene. Hikûmeta AKP’ê bi berdewamkirin û girankirina tecrîda li dijî birêz Abdullah Ocalan û afirandina kaosê nîşan dide ku bê çawa gelê Tirk û Kurd ber bi tarîtiyê ve dibe.  Komploya Navneteweyî di roja me ya îro de jî tê rojanekirin û berdewam dike. Tifaqa faşist a AKP-MHP’ê ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê û Rojava, ku bi mehane bi awayekî psikolojik, dîplomatîk, siyasî û leşkeri bingehekê amade dike, dide nişandan ku bê Komploya Navnetewî veguheriya ye kîjan xalê. Bi dagirkirina Rojava hewl tê dayîn ku bi mîlyonan penaberên ku koçî Tirkiye kirine li axa Kurdan bicih bikin. Ev hewl û daxwaz dide nişandan ku bê dijminahiya li hemberî Kurdan tê kirin gihiştiye kîjan merheleyê." 
 
GELÛ KURD DÊ TÊKOŞÎNA XWE BERDEWAM BIKE
 
KCD'ê, destnişan kir ku gelê Kurd wekî duh dê îro jî li hemû qadan li hemberî înkarkirin, dagirkirin û komployê têkoşîna xwe berdewam bike û wiha got: "Çawa ku komplo bi têkbirina çeteyên DAÎŞ’ê li Rojava hat tekbirin, hewla faşîzma AKP-MHP’ê ku dixwaze Rojava dagir bike û demografiya wê biguherîne jî dê bi alîkarî û piştevaniya Raya Giştî ya Cîhanê, gelên Tirkiye, Sûriye û Kurdên li 4 perçeyên Kurdistanê dijîn vala bê derxistin. Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û gelên hwd. ku di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk de (HSD) hatine cem hev xwedî wê têkoşîna zanistî, bawerî û rêxistinkirinê ne ku hewla dagirkirina Rojava vala derxînin." 
 
BANG 
 
KCD'ê bang li her kesî kir ku li dijî şer dengê xwe bilind bikin û wiha bi dawî kir: "Bi vê baweriyê, em careke din komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê lanet dikin. Ji bo vala derxistina hewla dagirkirina Rojava; em di serî de bang li gelê Kurd ên li 4 perçeyên Kurdistanê, raya giştî ya cîhanê, Tirkiye, Suriye dikin ku di şexsê Rojava de bi tevahî gelên Sûriye’yê re di nava piştevaniyê de bin û li hemberî şer dengê xwe bilind bikin."