KCD: Ji jêderka pirsgirêkê divê çareserî neyê payîn

Meclîsa Tendirustiyê ya KCD’ê diyar kir ku pergala kapîtalîst û desthilatdaran rê li ber koronavîrusê vekirine û qala girîngîya hevgirtin û xwerêveberiyê kirin.

Meclîsa Tendirustiyê ya KCD’ê derbarê koronavîrusê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

"Bê guman şewb di dîroka mirovahiyê de her tim hebû û îro jî didome. Lê şewba îro ne xwezayî ye ne jî bûyera xwezayê ye. Lewra şewb, zelzele û karesatên ku îro pêş dikevin divê mirov wekî ‘xwezayî’ negire dest. Qebûlkirina bi vî rengî xizmeta pergala kapitalist e. Vîrus her dem heye û xwe diguhere. Ger ku ev vîrûs mutasyonê derbas bike û bibe şewba ku jiyana mirovan têxe talûkeyê bi temamî girêdayî çalakiya mirov e. Bi destê kapîtalizmê gelek qadên jiyanê yên xwezayî hatin wêrankirin, hevsengiya xwezayê hat xerakirin. Zindiyên ku hebûna jiyana xwe berdewam kirin, nifûsa wan pir zêde bû. Bi bajarbûna zêde û çêkirina bendavan, daristan hatin talankirin û tunekirin. Bê sînor û firen pîşesazî û endustrîyalîzm pêş ket. Vê yekê bi xwe re hewa qirêj kir û çem û rûbarên diherikin zuha kir. Gol zuha kirin. Endustrîyalîzmê xwedîkirina sewalan û ekolojî wêran kir. Ket nava qadên jiyanê yên mirovan. Di encamê de ev mîkroorganîzma bi rê û temasa sewalanên biyanî ya mirovan derbasî bedena mirov bûn. Piştre bûn mikroorganizmayên ku rê li pêş nexweşiyên mirovan dikujin vekirin.

Zêdeyî 2 milyon mirov bi vê şewbê ketin. Bi milyonan mirov ketin bin bandora vê şewbê. Heta niha tu nîşaneyên ku ev rewş baş bibe nehatiye dîtin. Hêj tu çareyek mayinde nehatiye dîtin. Mixabin dewletên kapîtalist û netewe dewletan, tedbîr dereng girtin. Her dem netew dewlet dixwazin vê rewşê bikin firsend. Di rewşa niha de netewe dewlet ji bo rejima bêtir serdest, zordest û otoriter, ava bike, vê weşbê wekî ‘lutufekê" dibîne û dide xuyakirin. Lê Netew Dewletê û kapîtalizmê êdî îflas kiriye. Niha hemû mirovahî vê yeke niqaş dikin û ketine nava lêgerînekê.

Em Meclîsa Tenduristiyê ya KCD'ê bi salan in dibêjin û dîsa dubare dikin. Em ne muxtacî vê pergalê ne. Civakeke demokratik, ekolojik ku mirov lê bijî pêkan e. Ev jî bi muxaletefa civakî pêk tê. Divê aqilê kolektif têkeve meriyetê. Divê bi rêbazên ekolojîk û demokratik em her tiştî têxin meriyetê. Halê bi tenduristî; halê tenduristiya fîzîkî, ruhî, bedenî, civakî, siyasî tevahî ye. Vê şewbê carek din nîşan da ku tenduristî bi avakirina bêtir nexweşxaneyan û hilberîna dermanan ne pêkan e. Dîsa bi pêşketina teknolojî û nexweşxaneyên bi ekipmanên zêde nîne. Ger ku wisa bûya dê ew qas li Ewropa DYA û welatên pêşketî belav nebûya.

Ji ber vê yekê têkoşîna ji bo jiyana bi tenduristî, di heman demê de têkoşîna qada siyasî, civakî û ekolojîk e. Li gorî wê mirovê bi tenduristî û civaka be tenduristî, di rêya tenduristiya rast re derbas dibe. Ji ber ve yekê pêdivî bêtir bi rêxistinkirina rêveberiyên herêmî û avakirina rêveberiyên xweser heye. Pêdivî bi avakirina hişmendiya demokratîk ekolojîk heye. Li dijî bajarvaniya mezin, pêdivî bi avakirina jiyana komînal, gund û ekolojik heye. Rêya civakek bi tenduristî û demokratîk di seferberiya avakirina Modernîteya Demokratîk re derbas dibe."