KCD: Em ji bo Rojava seferber bibin!

KCD'ê bal kişand ser amadekariyên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Rojava û hişyar kir, ku bi vê yekê re wê DAÎŞ ji nû ve zindî bibe. KCD'ê bang kir ku bi ruhê seferberiyê piştevaniya gelê Rojava bê kirin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) der barê amadekariyên dagirkeriyê yên faşîzma AKP-MHP'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya KCD'ê wiha ye:

"Faşîzma dagirkerî û politikaya belavbûnê ya ku tifaqa AKP-MHP dixwaze li Kurdistanê pêk bîne hatiye merhaleyeke nû û veguheriye pêvajoyek gelek bi talûke. Ji bo dagirkirina Rojava, qirkirin û koçberkirina li dijî Kurdan bi mehane bi awayekî psikolojik, dîplomatîk, siyasî û leşkeri bingehek tê amadekirin. Tifaqa faşîst AKP-MHP dixwaze bi dagirkirina Rojava, penaberên ku koçî Tirkiye kirine bicih bike û demografiya herêmê biguherîne û zêdetirî wê armanc dike ku tevahî deskeftiyên gelên Sûriyeyê ji holê rake.

Divê ev dagirkerî û tevgera qirkirinê careke din ji hêla Neteweyên Yekbûyî, DYA, Yekîtiya Ewropa, Raya Giştî ya Cîhanê û Rêxistinên Sivîl û hiqûqî ve di serî de di çerçoveya hiqûqa gerdûnî, siyasî, civakî, exlaqî, psîkolojîk û encamên wê yên leşkerî ve bê nirxandin û divê gef û talûkeya wê ya ji bo tevahî mirovahiyê baş bê xwendin.

Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ku bi destê Dewleta TC’yê rêve dibe, Ji bilî îstîla, dagirkerî û dijminahiya li hemberî Kurdan, Divê aliyê wê yê ku di serî de deskeftiyên gelê Kurd û tevahî gelên Sûriye ku bi şehitdayina hezaran, brîndarbûyîna sedhezaran û têkoşîna ji bo parastina rûmeta mirovahiyê li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê daye dixwaze careke din zindî bike bê nirxandin û dîtin.

KURDAN JI BO PARASTINA MIROVAHIYÊ DEH HEZAR ZAROKÊN XWE FEDA KIRINE

Di vê xala çerxerêya girîng a dirokê de, ev hewl û gefên dagirkeriyê, gelên Rojhilata Navîn û tevahî Mirovahiyê bi azmûn û helwestek exlaqî re beramber dihêle. Gelê Kurd ji bo parastina nirx û rûmeta tevahî mirovahiyê û jiyana xwe bixe binê ewlehiyê li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê ku dîrokê jê re şahidî kiriye şer û berxwedana parastina mirovahiyê meşandiye. Ji bo parastina mirovahiyê deh hezaran zarokên xwe feda kiriye.

Raya Giştî ya Cîhanê divê li vê yekê careke din bifikire û li hemberî talûkeya dagirkirin û qirkirina ku gelê Kurd pê re rû bi rû maye erka xwe ya mirovî û helwesta xwe ya exlaqî deyne holê.

Vekişandina Hêzên Koalîsyona ku serkêşiya wê DYA dike tê wateya destûrdayîna dagirkirina dewleta Tirk. DYA bi vê biryara vekişandinê ne tenê ku peywir û erka xwe ya li hemberî Kurdan bicîh nîne, ev yek dê li ber zîndîbûna çeteyên DAÎŞ’ê ku li hemberî mirovahiyê gefeke bi talûkeye jî rê veke.

EV ÊRÎŞA DAGIRKERIYÊ WÊ BÊTIR BIKIŞÎNE NAVA ÇIRAVÊ

Faşîzma AKP-MHP ku her roj piştgiriya xwe ya civakê winda dike, ji krîza aboriyê ku nekarî xilas bibe, tenê maye, li ber belavbûnê ye, nekarî rêve bibe û berbi çiravê ve diçe, dagirkirina Rojava xistiye rojeva xwe. Dixwaze bi guhertina rojevê, piştgiriya neteweperestan bigire û ji vê rewşa kambax xilas bibe. Lê bila bê zanîn ku ev êrîşa dagirkeriyê dê wê hê bêhtir bikêşe nava çiravê û dê dawîhatina wî lezgîntir bike.

Divê tevahî gelên Tirkiye’yê li hemberî polîtîkayên dijminahî ku li hemberî Kurdan tê meşandin bibe xwedî helwest. Polîtîkayên şer li dijî demokratîkbûn û aramiya gelê Tirkiye’yê astengiya herî mezin e. Kurdên li 4 perçeyên Kurdistanê dijîn tu demî li hemberî Tirkiye’yê nebûne gef û talûke. Gelê Kurd armanc dike di serî de bi gelên Tirkiye û gelên Rojhilata Navîn re jiyanake di nava aramî û aştiyê de ava bike û bijî. Li hemberî vê rastiyê, ji bo Tirkiye hê bêhtir nekeve çiravê û dengderxistina li dijî ŞER û DAGIRKERIYÊ, Em di serî de BANG li tevahî gelên Tirkiye, Partiyên Siyasî, Rêxistinên Saziyên Sivîl, kesên ku ji gelên xwe hez dike û nirxên demokrasiyê diparêze dikin û dixwazin dengê xwe bilind bikin.

LI HEMÛ QADAN BERTEKÊN XWE BIDIN NÎŞAN

Êrîşa li dijî Rojava, ji êrîşên li dijî deskeftiyên li 4 perçeyan Kurdistanê ne serbixwe ye. Ji ber vê sedemê, tevahî gelên me yên li 4 perçeyên Kurdistanê, Partiyên Siyasî, Rêxistinên Saziyên Sivîl bi awayekî seferberî divê li dijî dagirkeriya faşîzma AKP-MHP'ê bi rûhê Yekîtiya Netewî û Piştevaniya di asta herî jor de li hemû qadan bertek û nerazîbûna xwe bide nîşan. Divê dema dîrokî de helwesta Netewî neyê nîşandan, divê rastiya tevahî deskeftiyên gelê me di bin talûkê de ye bê dîtin.

Di ronahiya van rastiyan de; Em dixwazin Koalîsyona ku serkêşiya wê DYA dike biryara xwe ya şûnve vekişandinê careke din di ber çavan re derbas bike, li hemberî qirkirina li dijî gelê Kurd li gel wan cih bigire, Raya Giştî ya Cîhanê, gelên Tirkiye û Sûriye’yê û gelê Kurd ên li 4 perçeyên Kurdistanê bi rûhê seferberiyê li dijî şer û dagirkeriyê di nav piştevaniya gelê Rojava de be. Em bawer dikin ku dê Hêzên Sûriye’ya Demokratîk (HSD) ku dê piştgiriya Raya Giştî ya Cîhanê, gelên Tirkiye û Sûriye’yê bibîne hewlên dagirkeriyê vala derxîne."