KCD'ê ji berxwedêrên greva birçîbûnê bang kir

KCD'ê diyar kir, yên ku komploya 15'ê Sibatê plan kirin têk çûne û bal kişand ser grevên birçîbûnê. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Desteka ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê berpirsyariyeke dîrokî ya me hemûyan e."

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de komplo hate şermezarkirin û hate gotin, komploya navneteweyî bi îrade û berxwedana bêhempa, bi perspekîfa neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi berxwedan û têkoşîna dîrokî ya gelê Kurd hatiye têkbirin.

'KOMPLOGER JI HOLÊ RADIBIN, TÊKOŞÎNA AZADIYÊ MEZIN DIBE'

KCD'ê diyar kir, di salvegera 20'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê de hêzên komploger li nava çirava Rojhilata Navîn ji holê radibin û wiha dewam kir: "Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan pêşengiyê jê re dike, bi felsefeya azadiyê û îdealên jiyana hevpar Rojhilata Navîn kiriye qada jiyanê û bûye hêviya gelên Rojhilata Navîn.

Gelê me bi Şoreşa Rojava, bi berxwedana xwerêveberiyê ya li Kobanê, Şengal û Bakurê Kurdistanê û bi têkoşîna lehengî ya gelê me yê li dîasporayê, xwedî li Rêberê xwe derket û komplo hilweşand. Civaka navneteweyî ev komploya namerdî ya li dijî gelê me hate kirin dît û li refên gelê me cih girt.

Lê belê hêzên emperyal ên navnetweyî û mêtinger-paşverû yên herêmî dijminatî û siyaseta tasfiyeyê ya li dijî gelê me didomînin. Bi her awayî zext, komkujî û qirkirinê tifaqên gemarî dike û dixwaze vê yekê bidomîne."

KCD'ê diyar kir, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, beşê herî stratejîk ê polîtîkaya tasfiyeyê ya li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ye û işaret bi girîngiya berxwedana grevên birçîbûnê kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, girtiyên siyasî yên li zindanan, siyasetmedarên Kurdistanî yên li dîasporayê, ji bo şikandina tecrîda mutleq û jiholêrakirina vê tifaqa qirêj bi berpirsyariyeke dîrokî rabûne û dest bi greva birçîbûnê kirine.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Wezîfeya hêzên demokrasiyê yên navneteweyî û mirovahiyê ye, wezîfeya mirovahiyê hemû ye ku destekê bidin vî deng û berxwedanê."