Kaytan: Zîlan çalakiya jiyaneke nemir e

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Alî Haydar Kaytan ji bo çalakiya Zîlan (Zeynep Kinaci) got, çalakiyeke jiyana nemir e.

Çalakiya gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) ku 30'ê Hezîrana 1996'an li navenda Dersimê pêk anî, rê li ber serdemeke nû vekir. Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Alî Haydar Kaytan, di salvegera 22'an a çalakiya Zîlan de bersiv da pirsên MedyaHaberê.

Kaytan di destpêka axaftina xwe de bi rêzdarî û minetdarî Zîlan bi bîr anî û işaret bi şerê giran ê salên 90'î yên li Kurdistanê kir.

SALÊN QIRKIRINA FÎZÎKÎ

Bi bîr xist ku di salên 90'î de konsepteke înkar û tinekirinê li ser kar bû û got, "Weke dema Çîller-Agar-Gureş tê naskirin. Bi hezaran gundên Kurdan hatin şewitandin û xerakirin, Kurdistan ji gelek aliyan ve bê mirov hate hiştin û mirov dikarin bêjin ku salên qirkirina fîzîkî bû. Ya ku rê li ber çalakiya hevrê Zîlan vekir, konsepteke êrîşê ya li dijî Rêber Apo bû."

Kaytan destnîşan kir ku wê wextê dihate xwestin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê fîzîkî ve ji holê were rakirin û got, "6'ê Gulana 1996'an bi wesayiteke bombebarkirî êrîş hate kirin. Bi tonan teqemenî li wesayitê bar kirin û pê êrîşî Rêber Apo kirin. Êrîş bi ser neket. Ev rastî ji xwe bi berfirehî tê zanîn. Vê yekê bandoreke giran li ser gel bi taybetî li jinan kir. Di nava gel û kadroyan de bû sedema hêrseke mezin. Bêguman dihate xwestin ku bersiv ji vê yekê re bê dayin. Bi taybetî hevala Zîlan bersiva vê yekê da."

DI DÎROKA TÊKOŞÎNA AZADIYÊ DE RÊBAZEKE NÛ YA ÇALAKIYÊ BÛ

Alî Haydar Kaytan da xuyakirin ku Zîlan bi çalakiya xwe re hişyarÎ da gel, hêzên gerîla û milîtanên PKK'ê û wiha dewam kir: "Ji bo bersiv ji êrîşên dijmin re bê dayin, ji aliyê taktîkî ve zor û zehmetî hebûn. Hevala Zîlan bi çalakiya xwe re ev rewşa xitimandî ji holê rakir."

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Kaytan destnîşan kir ku çalakiyeke bi vê rêbazê, cara yekê bû ku di dîroka têkoşîna wan de dihate kirin û got, "Ji ber ku cara yekemîn di dîroka me ya têkoşînê de hate kirin, bandoreke giran li herkesî kir û her kes hejand."

NAMEYÊN WÊ GELEKÎ WATEDAR Û KÛR BÛN

Kaytan bi dewamî got, "Dema ku min bihîst, ez li Kurdistanê bûm. Destpêkê kesî nedizanî bê çalakî ji aliyê kê ve hatiye kirin. Me bihîst ku çalakî ji aliyê hevrêyeke me ve hatiye kirin. Name hebûn. Wê bi rêya cîhazê bihata xwendin. Tevî hevalê Cemal (Mûrat Karayilan) me li nameyan guhdarî kir. Nameyên wê gelekî bi bandor bûn. Her gotineke xwe watedar bû. Encama kûrbûneke mezin bû. Li ser gelek mijaran, gelke pirsgirêkan radiwestiya û perspektîfên çareseriyê pêşkêş dikir. Ji Rêbertî, ji hevrêyên xwe û ji gel re name nivîsandibû. Dema ku li pey hev hatin xwendin gelekî bandor kir. Ji bo me tiştekî nû bû."

BI ÇALAKIYA XWE XWEST WATEYÊ BIDE JIYANÊ

Alî Haydar Kaytan diyar kir ku çalakiya Zîlan divê tenê weke çalakiyeke fedayî neyê dîtin û destnîşan kir ku mijara bingehîn a Zîlan jî li ser disekinî, xwegihandina wateya jiyanê bû. Kaytan bi bîr xist ku Zîlan bi gotina "Dixwazin bibim xwediyê çalakiyeke mezin û wateyeke esîl" ev daxwaza xwe bi rengekî vekirî raxist pêş çavan."

Kaytan anî ziman ku li Kurdistanê jiyaneke parçekirî, rastiya gelekî di nava qirkirina çandî de digevizî heye û wiha dewam kir: "Ev yek tê wateya parçebûna û ji hev xistina topyekûn a civakê. Yanî dihat wê wateyê ku bandor li mejî, li hemû hucreyên civakê bike û ji hev belav bike. Li cihekî ku rastiya civakî ya neteweyekê di vê astê de nedihat naskirin, jiyan jî nedihat naskirin. Di vir de jihevbelavkirina rastiya civakî û parçekirina jiyanê tê heman wateyê. Hevala Zîlan bi giranî li ser vê yekê raewstiya. Lewma bala xwe li ser jiyanê bû. Gelek mirovan, dibe ku me jî di nava şert û mercên wê wextê de destpêkê ev çalakî weke çalakiya întixarî bi nav kirin. Me bi zelalî dît ku ev yek şaşitiyeke mezin e. Ev yek çalakiya jiyaneke nemir e."

Kaytan işaret bi perspektîfa Zîlan a ji bo jiyanê kir û got, "Berê çalakiya xwe ne li mirinê ye. Dibêje, 'Îdîaya min a ji bo jiyanê gelekî mezin e' û bi vî rengî dest bi çalakiya xwe dike."

ZÎLAN TRAJEDIYA KURDAN TÊK BIR

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Alî Haydar Kaytan ragihand, çalakiya Zîlan di heman demê de trajediya Kurdan têk bir û herî dawî got, "Rastiyeke bi vî rengî hebû; mêrê Kurd ê teslîm hatiye girtin û li derveyî hemû çeperên desthilatdariyê hatiye hiştin û jinên ku desthilatdarî lê dihate ferzkirin. Heta ku ev rastî ji holê nehatibûya rakirin, trajediya kolekirina Kurdan nekarîbû bê têkbirin. Zîlan ev trajedî ji hev xist."

Kaytan got, Zîlan ji bo gel, jinan, mêr, ciwan û herkesî bû stêrkek û rê nîşanî her kesî dide.