Kato: Ev rih bi Rêbertî ye

Yek ji gerîlayê HPG'ê Têkoşer Kato bal kişande ser Cenga Heftanînê û got,''Ev rih bi Rêbertî ye. Bi hesrata Rêbertî ev rih zindî ye. Heta ev rih hebe wê Cenga Heftanînê bi ser bikeve. Heta ku ev rih hebe wê PKK bi ser bikeve.''

Yek ji gerîlayê HPG'ê Têkoşer Kata derheqê Cenga Heftanînê axivî

Tu dikarî behsa pêvajoya pêşî ya berxwedana Cenga Heftanînê bikî?

Cenga Heftanînê beriya bi salekê dest pê kir. Lê êrî ne ev qasî giran bû. Lê  16'ê Hezîranê hemû Heftanîn hate bombekrin û cihê ku em lê bûn aliyê Qesrokê bû. Êrîşan pêşî li Şehîd Adar, Şehîd Bêrîvan dest pê kir. Heval li her deverê hene. Ji ber ku em serwerî eraziyê ne em dikarin dijmin bixin bin kontrolê. Ango em di zik hev de ne.''

'HETA BI BOMBEYA XWE YA DAWÎ ŞER KIR'

Baş e, li Qesrokê roja pêşî ya berxwedanê çi bû? Çiye Qesrok?

Qesrok ji bo Xantûrê cihê berevaniyê ye. Em dikarin bibêjin girê berevaniya Xantûrê ye. Ji hêla bilindahî û pozisyona xwe ve girîng e. Ji bo ku Xantûr were zevtkirin divê pêşî Qesrok were zevtkirin. Qesrok serwerî gelek qadan e. Serwerî Şehîd Hemza, serwerî  Xantûrê û girê Partîzan e. Her wiha li Bakur serwerî Botanê ye. Tam sînor e û sêgoşe ye ji bo Kurdistanê. Tam li pêşberî Çiyayê Cûdî ye. Ango dûrbûna wê ya ji sînorê Bakur û Başûr pênc km yan hene yan nînin. Hemû qada     Qesrokê bombe kirin. Xwestin ku bikevin qadê lê hevalên vir zû pê derxistin û derb li wan dan. Dema ku wan bi vê derxist nekarîn ku leşkran deynin. Bi teqezî artêşa Tirk û cerdevan bi rehetî nehatin. Ji wan kêm bû, her ku hatin me li wan da û wiha dihatin. Bêyî ku kuştiyên xwe jî rakin wiha dihatin. Ji bo wan ti giringiya mirovbûnê, leşkerbûnê nîne. Hevalan berxwedaniyeke baş kirin û xeta berxwedanê ya Cenga Heftanînê diyar kirin.

Mînaka vê ya herî baş jî hevalên Amara Roj û Memyan Sert in.  Li gel ku bi heval Amara Roj re zêde nemam jî helwest, berxwedaniya ku nîşan dayî pir bandor li me kir. Dîsa berxwedana heval Memyan, xwedîbûna li rihekî ev çend fedayî rewşeke ji însên wêdetir e. Heval Memyan bi bombeyan bi dirûşmeyan bi ser dijmin de çû. Heta bi bomeya xwe ya dawî şer kir. Ji bo ku nekeve dest bombeya xwe bi xwe de teqand. Rihê ku PKK'ê li ser piyan dihêle ev e. Ev rih me hemûyan li ser piyan dihêle, vê tekoşîn û vê dozê jî.

'EV RIH BI RÊBERTÎ YE'

Ev rih bi çi ye?

Ev rih bi Rêbertî ye, hesreta me ya li Rêbertî vî rihî zindî dihêle. Ya ku vî rihî zindî dihêlin hevrêyên pêşî yên Rêbertî, Kemal Pîr, Hakî Karer, Sakîne Cansiz in. Heta ku ev rih hebe wê Cenga Heftanînê bi ser bikeve. Heta ku ev rih hebe PKK wê bi ser bikeve. Êrîşa dijmin ne ku niha dest pe kiriye, bi salan e heye. Bi salan e çi tişta ku ji destê dijmin hat bi ser gelê Kurd de anî. Di qada siyasî û leşkerî de jî şer heye. Ya ku vî rihê berxwedanê li ser piyan dihele ew in ku di rihê 14'ê Tîrmehê de derketine holê.  Çalakî herî mezin wê demê bû. Û ev çalakiya berxwedanê hê jî hêzê dide me. Bi vîna xwe cih digire, bi me re dibe sîmge. Medya jî bi şerê taybet, şerê psîkolojîk êrîşê tîne lê ev hewldanên pûç in.

Ne girîng e bê ka em li kû ne, kûder jî be, kîjan dem be, em sonda tolhildanê ya fedaiyan in. Ev ê wiha be. Û heta ku gerîla hebe ev berxwedan li Kurdistanê ti caran naqede.''