Karayilan: Fermanên Ocalan esas in

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan got, fermanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo tevgerê û gerîla esas in.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan ji Stêrk TV re axivî.

Gelê Kurdistanê niha cejna vejînê pîroz dike. Ji bo tevgera we wateya pêngava 15'ê Tebaxê çi ye? Gelê Kurdistanê vê pêngavê çima weke cejna vejînê bi nav dike?

Destpêkê cejna qurbanê derbas bû, du roj in gelê me weke cejn diçe ser şehîdgehan. Ez cejna qurbanê li tevahiya gelê Kurdistanê û li tevahiya alema Îslamî pîroz dikim. Em hêvî dikin ku di rojên pêş me de, di cejnên pêş me de gelê me jî wê weke hemû gelan bi serfirazî û azadî bikaribe cejnên xwe pîroz bike. Ez 35. salvegera pêngava 15'ê Tebaxê, cejna vejînê destpêkê li Rêber Apo, li tevahiya gelê Kurdistanê, gelên herêmê, li malbatên şehîdên qehreman û li tevahiya hevalan pîroz dikim. Di vê roja dîrokî û pîroz de yên ku herî zêde xwedî rol, bi esasî xwediyên vê rojê şehîdên qehreman in. Ez tevahiya şehîdên qehreman di şexsê fermandarê mezin hevrê Egîd (Mahsûm Korkmaz) de bi bîr tînim. Sozên ku me dane wan careke din dubare dikim. Em ê her tim şopdarên xeta pêngava 15'ê Tebaxê bin û em ê armanca pîroz teqez bi ser bixînin. Bi vî rengî bîranîna wan bidin jiyîn. Sala derbasbûyî van rojan du şehîdên me yên pêşeng hêja çêbûn. Yek ji van Mam Zekî, şoreşgerê hêja û xwedî keda mezin Zekî Şengalî bû. Yek jî fermandarê qada Dersimê hevrê Atakan Mahîr bû. Ev her du pêşengên hêja ji bo me windahiyên girîng bûn. Ez di salvegera şehadeta wan de wan bi rêzdarî bi bîr tînim. Wekî din di vê mehê de gelek şehadetên me di asta pêşengtiyê de hene. Weke Rojhat Biruzerî, hevrê Erdal (Engîn Sîncer), Huseyîn Mahîr, Sari Îbrahîm kesên ku wisa di şoreşa me de xwedî rol û keda mezin di meha Tebaxê de gihîştin şehadetê. Ez wan hevrêyên hêja jî bi rêzdarî bi bîr tînim. Di heman demê de îro 40'emîn roja şehadeta hevrê Helmet e. Şoreşgerê hêja, welatparêzê mezin, pêşengê şoreşa me hevrê Helmet bi rêzdarî bi bîr tînim û soza me dane wan careke din dubare dikim. Di van hefteyên dawî de fermandara me ya hêja fermandara eyaleta Erzîromê hevrê Şervîn Bîngol bi berxwedaneke mezin, di şerekî pir mezin de ku dijmin jî gelek windahî da, ew û sê hevalên din gihîştin şehadetê. Di şexsê hevrê Şervîn Bîngol de wan hevalan bi bîr tînim û li hember bîranîna wan serê xwe ditewînim. Sozên ku me dane şehîdan em dubare dikin. Doza me ji xwe îro doza şehîdan e. Em çiqasî xeta wan temsîl bikin em ê ewqasî heqîqetê temsîl bikin. Ji ber ku şehîd heqîqeta herî mezin a vê şoreşê ye. Xwediyê şoreşê bi xwe ne. 

PÊNGAV ISRARA DI MIROVAHIYÊ DE YE

Pêngava 15'ê Tebaxê li Kurdistanê mîladek e, destpêkek nû ye. Li Bakurê Kurdistanê piştî pêvajoya Dersimê 46 salan jenosîda spî hate meşandin. Asîmîlasyon, helandin hate meşandin. Vê yekê bandora xwe li tevahiya Kurdistanê dikir. Gelê Kurd hatibû ber tinebûnê, li Kurdistanê mirovtî hatibû binpêkirin. Em ji bîr nekin; gelê Kurd li Rojhilata Navîn ji gelên herî qedîm e. Xwedî çandeke dewlemende, lê belê bi jenosîdê ev çand û gel ji holê dihate rakirin. Pêngava 15'ê Tebaxê di kêliyeke wiha de ket rojevê. Bi taybetî cûnta 12'ê Îlonê ya sala 1980'î de dema hat ser desthilatdariyê û xwest hem çepgiriya Tirkiyeyê tasfiye bike, hem jî siyaseta jenosîdê ya li ser Kurdistanê temam bike. Welê bû ku êdî mirov li mala xwe jî newêrîbûn bi Kurdî biaxivin. Dayikên me, extiyarên me, her kes bi şev neçar bûn biçin dibistanê, bi roj ciwan diçûn bi şev jî extiyar diçûn. Siyaseteke asîmîlasyon û tinekirinê pir ketibû pêş. Di qonaxeke wiha de pêngava 15'ê Tebaxê ne ji bijaran yek bû, yanî ne tercîh bû. Mecbûrî bû. Ji bo ev qetlîam, jenosîd li ser gelê Kurd raweste yekane rê bû. Bi esasî di mirovatiyê de israr bû. Ji xwe Rêber Apo wisa pênase dike, yanî eger em ji xwe re dibêje 'em mirov in' divê em li pêşberî vê yekê çavan negirin, em dengê xwe bilind bikin û wisa em gavekê biavêjin. Lewma mirov dikarin bêjin ku 15'ê Tebaxê di mirovtiyê de israr bû, xwedîderketina li mirovahiyê bû, ji bo hebûnê pêngaveke mecbûrî bû. Ji xwe weke pêngaveke civakî, dîrokî ji bo hebûnê û wergirtina azadiyê ket rê û niha di ser re 35 sal derbas bûn. Ji xwe ev rol lîst, ev yek li ber çavane. Lê belê wê demê tişta li Kurdistanê serwer bêhêvîtî bû, teslîmiyet gelekî hebû, Kurdistan hemû bûbû weke zindanê. Êşkence li her deverê hebû, yanî di nava civaka me de jî bêhêvîtiyeke kûr hebû. Ji ber ku çend caran rabû her ketibû û têk çûbû. Gerîla jî koma biçûk bû, lê belê baweriya xwe, dilê xwe mezin bû. Ji ber vê yekê gelê me destpêkê bi guman nêzîk bû. Belê bi pêngava 15'ê Tebaxê li Erûhê û Şemzînanê pê kêfxweş bû, weke tolhildanekê pê kêfxweş bû. Lê belê der barê serketina wê de zêde bi guman bû, ji ber vê jî yekser zû beşdar nebû. Dema ku dît gerîla bi fikrekî nû tevdigere, bi fikra nû ya hemdemî ya Apoyî tevdigere, şêwazekî nû yê şer dimeşîne û her diçe biçûk nabe, mezin dibe, wê demê bêhêvîtî bû hêvî. Tirs bû cesaret, teslîmiyet bû berxwedan. Di nava civakê de hêdî hêdî guhertin çêkir.

CIVAKA LI DOŞEKA MIRINÊ ZINDÎ BÛ

Ev guhertin di sala 1990'î de teqiya, deng veda, êdî civak derket kolanan. Pêvajoya serhildanê bi vî rengî dest pê kir. Em jî ji vê re dibêjin şoreşa vejînê. Yanî ev civak li ber mirinê bû, sikran dikişand li ser doşeka mirinê bû, lê belê vê destwerdana 15'ê Tebaxê, vê pêngavê civak ji nû ve zindî kir. Hişyar kir, ruh da civakê. Bi xwe xwe bawerî çêkir, bi xwe rabû ser xwe. Ji ber vê yekê mirov nikare pêngava 15'ê Tebaxê weke îsyaneke çekdarî tenê binirxîn. Rast e, çek hate teqandin lê belê çek roleke mezin lîst. Ev pêngav bû pêngaveke çekdarî, îdeolojîk, siyasî, çandî, civakî bi vî rengî pir rol lîst. Bi vî rengî civak nûjen kir, yanî civak ji nû ve ava kir. Lewma mirov dikarin bêjin ku li Kurdistanê pêvajoya şoreşê bi rêxistin kir, şoreşa fikrî afirand. Mirovên me êdî bi çavekî din li dinyayê nihêrî. Di fikir de guhertinek çêkir. Her wiha şoreşa civakî pêk anî, li ser esasê fikirê wekhevî û azadiyê şoreşa jinê bi rêxistin kir. Hîn wê demê di destpêkê de hevalên jin tevlî tevgerê bûbûn. Mînak di zindanê de hevala Sara (Sakîne Cansiz) li ber xwe didan. Li çiyayên Kurdistanê, li Botanê Hanim Yavarkaya, Sûltan Yavûz, hevala Saadet, Sercan Çîçek, heval Rûken herî dawî, mîna ku şewq vedayî hevala Bêrîvan (Binevş Agal), yanî şehadeta wan, têkoşîna wan bi giştî bûn bingeha şoreşa civakî, şoreşa jinê. Vê yekê bi xwe re demokratîze afirand. Yanî weke şoreşeke demokratîkbûnê afirand. Li ser esasê fikrekî nû di nava civakê de demokratîkbûn pêk hat.

LI KURDISTANÊ RÛPELEKÎ NÛ VEKIR

Kêmahiya civakî ya herî zêde, cudakarî bû. Yanî cudahiyên mezhebî hebûn, Elewî, Sûnî. Ol zêde hebûn, olên Xiristiyanî, Êzidî, Misilmanî. Wekî din cudahiyên zaravayî hebûn, cudahiyên herêmî hebûn. Gelek cudahî hebûn. Kurdistan ne çar perçe bû, Kurdistan çil parçe bû. Fikrê ku bi pêngava 15'ê Tebaxê bi rê ket, ev hemû ji holê rakir. Netewebûn afirand. Yanî ruhê neteweyî da pêş. Belê em Kurd in, Kurdistanî ne, em heman kes in lê divê hurmet hebe. Divê nêzîkatiyeke bi hurmetdarî hebe, cudahiyên wê em rakin, li ser hîmên neteweyî em bibin yek. Bi vî rengî ruhekî neteweyî afirand. Mirov dikarin bêjin ku bi rastî pêngava 15'ê Tebaxê ya dîrokî li Kurdistanê serdemeke nû da destpêkirin, di dîroka Kurdistanê de pelekî nû hate vekirin.

BERXWEDANA ZINDANÊ BÛ BANG

Eger pêngava 15'ê Tebaxê nebûya wê li Tirkiyeyê rejîma cûnta 12'ê Îlonê, yanî rejîma faşîst wê xwe bi cih bikira, bibûya sazî, mayinde bibûya. Lewma pêngava 15'ê Tebaxê ji bo Tirkiyeyê xwedî roleke demokratîkbûnê ye. Nehişt ku ew sîstema faşîst xwe bi sazî bike. Mesela dest bi îdamê kiribûn, îdam sekinandin. Mecbûr kir ku ew li rêyeke din bigerin. Ji bo Tirkiyeyê roleke xwe ya wisa hebû. Eger 15'ê Tebaxê li Bakurê Kurdistanê bi vî şêwazî pêk nehatibûya wê rejîma 12'ê Îlonê qirkirina miletî temam bikiraya. Ji xwe pir bi şîdet dimeşand, wê temam bikira û wê dûre li ser beşên din jî ferz bikira. Rejîma Tirkiyeyê niha jî dixwaze li ser beşên din ferz bike. Wê demê 12'ê Îlonê ev yek hîn bi hêrs dimeşand, ev siyaseta tinekirinê, siyaseta Tirkkirinê wê li ser her kesî ferz bikira. Li dijî vê yekê destpêkê li zindanan îsyanê dest pê kir, yanî bi rastî îsyana bi pêşengiya hevrê Mazlûm Dogan dest pê kir, bi Ferhat Kûrtay û her sê hevalên bi wî re (agir bi xwe xistin), yanî îsyanên pir dijwar çêbûn, çalakvanên 14'ê Tîrmehê bi rojiya mirinê çûn şehadetê, yanî bi çalakiyên herî dijwar bersiv hate dayin. Li hemberî çi? Li hemberî Tirkkirinê. Mesela niha li zindanan pir bûyer çêdibin, yekê weke nimûne bêjim: Her sibehê her kesî dixin rêzê, lê dixin, dibêjin 'tu çi ye?', lazime bêje 'ez Tirk im'. Ku yek bêje 'ez Tirk im' derbas dibe. Lê belê yek bêje 'na, ez Kurd im', lê dixin heta ku dikeve. Her sibeh wisa dibe. Hevalên me li ber xwe didin, dibêjin 'em Kurd in, em ne Tirk in', li wan dixin heta dikevin. Hevalê Kemal Pîr tê, hevalê Kemal Pîr dibêje 'ez Kurd im', li wî dixin heta ku ew jî dikeve. Her roj wisa dibe. Dûre li wê derê fermandarek diçe ji hevalê Kemal re dibêje, 'Kemal tu Tirk e, bêje ez Tirk im û derbas bibe biçe'. Dibêje, 'Tu çima her roj ewqas sal ço dixwe'. Kemal dibêje 'na, niha ez Kurd im'. Helwest ev bû. Yanî helwesta destpêkê li dijî vê qirkirina miletî bû, li zindanê helwesta destpêkê li dijî Tirkkirina Kurdan bû. Ew bû bang, bi ked û hewldana Rêber Apo ya li qada Lubnan û Filistinê ev pêngav hate amadekirin. Ji banga zindanan re bû bersiveke dîrokî. Bi vî rengî ev îsyan bû îsyaneke giştî. Yanî li ser herêmê bêguman roleke xwe ya mezin hebû.

KURDISTAN NIHA NAVENDA ŞOREŞÊ YE

Beriya her tiştî, eger ne ji vê pêngavê bûya wê Kurdistan bibûya navenda paşverûtiyê. Lê belê niha Kurdistan navenda şoreşê ye. Wekî din bandor li beşên din ên Kurdistanê kir. Ji xwe Rojava hema hema wê demê jî pê re bû, pir ji nêz ve dişopand, bi pêngava 15'ê Tebaxê re beşdar bû. Destpêkê hevalê Îsmaîl, şehîd Îsmaîl, hevalê Qere Emer, bi vî rengî dest pê kir, tevlî bûn. Mesela li Başûrê Kurdistanê bandoreke xwe ya xurt hebû. Yanî tu nikare Raperîna 5'ê Adarê ya li Başûrê Kurdistanê, ji raperîn û serhildanên li Cizîra Botan, li Silopiyayê, li Amedê, li Licê û Nisêbînê ji hev cuda bike. Gelê me li Başûr nihêrîn ku li Bakur xelk li dijî panzeran, tankan sînga xwe vedigire, kuştinê dide ber çavên xwe. Li Cizîrê ji bo gel biçe ser şehîdgeha hevrê Bêrîvan sê rojan li ber xwe dide, di nava wan sê rojan de 21 şehîdan dide, herî dawî teqez diçe ser şehîdgehê. Wisa şehadetdayina berçav pêşî vekir. Vê yekê bandor li Başûr jî kir, li Rojhilat jî kir. Yanî bi giştî li Kurdistanê ruhekî neteweyî afirand. Cudahiyên heyî ji holê rakir û li Rojhilata Navîn Kurdistan kir navenda şoreşê, navenda demokrasiyê û azadiyê. Mirov dikarin bêjin bandoreke xwe ya zêde li ser herêmê heye.

EM ŞERÊ TÎM DIKIN

Gerîla niha ji Xakurkê, Avaşîn heta xeta Botanê, Mêrdînê, Serhed û herî dawî jî heta xeta Semsûrê bi şêwaz û taktîkên afirîner derbên giran li artêşa Tirk dixin. Hûn vê performansa gerîlayên azadiya Kurdistanê çawa dinirxînin?

Niha hîn zêde mirovên bijare, bi dil û can jêhatî, pispor û bi dozê ve girêdayî, bi refên biçûk şer êdî dibe. Yanî em niha şerê tîm dikin. Bêguman ev yek weke ku em dixwazin zû çênabe, kêmasî hene. Em eşkere wisa dibêjin; sê dijminên me hene.
Yek; kêmasiyên me bi xwe ne. Kêmasiyên di nava me de heyî. Ya duyemîn; fêrbûna me ye. Mirovên Kurd pir mûxafazakar in, zû nayê guhertin. Mesela hînî tiştekî dibe; wî bernade. Mînak çawa biçe gund welê ye, çawa biçe ser dijmin bi wî rengî ye. Fêr bûye, bernade. Timî di ya xwe de israr dike, ev yek dijmin e. Par me gotibûn dijminê me yê herî mezin hînbûna me bi xwe ne. Dijminê sêyemîn; dagirkerî ye. Em di vê çarçoveyê de dixwazin gerîla bi temamî modern bikin, nû bikin û profesyonel bikin. Gerîla welê bibe ku li hemberî îstîxbarat, teknîka dijmin bibin gerîlayên serketinê. Yanî li hemberî vê bi ser bikeve. Em li ser vê disekine û em pir kûr bûne. 

Bala xwe bidin; dijmin ewqasî keşf bi kar tîne, ewqasî balafiran bi kar tîne, li dijî me êdî şerekî îstîxbarat û teknîkê dike. Dijmin ji bejahî ve têk çû, niha dixwaze bi balafirên şer û teknîkê vê têkçûna xwe ji holê rake. Em rê nadin wê. Em jî hem teknîkê madî bi kar bîne, hem jî teknîkê însan bi kar tînin. Însanê jêhatî, însanê ku bi tecrûbeya xwe kûr bûye, bi vî rengî em dixwazin hemû teknîkên wan, hemû îstîxbaratên wan têk bibin û gerîlayekî serketî biafirînin. Gerîlayê têknaçe tê wateya gerîlayê serketinê. Em niha pir zêde li ser vê radiwestin. Di pratîkê de mesela em bi tîmên biçûk, bi sê kes, bi çar kesan tevdigerin. Lê belê dema hate xwestin ew sê kes dikare bibe sê sed kes û hedefê fetih bike û belav bibe. Yanî weke gerîlayê xeyalet. Hîç nexuya ye lê belê li her deverê heye. Wisa weke berê yekser lê nade, bi rêbaz lê dide, bi teknîk lê dixe. Yanî hem di taktîkê de dewlemendî, di însan de kûrkirina kalîteyê, jêhatîbûn bi pêş dixin û wisa em dixwazin biçin encamê û serketinê. Di vê mijarê de tê zanîn ku hevalên me li ser hişmendî, îdeolojiya Rêber Apo bi ruhekî fedayî şer dikin. Eger em profesyoneliyê tam serwer bikin û rê û rêbazên demê biafirînin em bawerin ku kes nikare bi me. Ji ber vê yekê em gerîlayên serdemê, gerîlayên sedsala 21'ê ava dikin. Di vê rêyê de em gelekî bi pêş ketine. Yanî gerîlayên hîn zêde bi dîsîplîn, gerîlayên hîn zêde dizîbûna kûr, hîn zêde bi kamûflaj, hîn zêde gerîlayên zirav, gerîlayên bi pîvan, gerîlayên kûrahî pê re heye. Bi aqilî tevdigere, bi rêbaz tevdigere, dikare dijmin çawa têk bibe û çawa derbê lê bixe. Bi vî rengî lêhûrbûneke me ya cidî heye. Ji xwe eger ev lêhûrbûna me tinebûya, belkî heta niha ewqas teknîk, îstîxbarat û ewqas êrîşên li dijî hêzên me tên meşandin mumkun bû ku bi rastî jî windahiyên cidî bidabûna me.

EM DIXWAZIN DIJMIN TÊK BIBIN

Ev profesyoneliya hûn behs dikin ketiye meriyetê?

Na. Lê belê li ber çavan e, li eyaletên ku ev projeyên ji nû ve avakirinê tam pêk anî, rast fêhm kirî dijmin têk dibin, ew derbê li dijmin dixin. Yên ku vê yekê nîvco dinirxînin, cih bi cih derbê dixwin. Em niha dixwazin hemûyan rakin, bi gerîlayên serdemê, bi gerîlayên profesyonel bi temamî dijmin têk bibin û vî gerîlayî bi rastî jî bikin gerîlayê serketinê. Ev li ser me ferzeke. Ferza şehîdên me ye, şopdariya hevrê Egîd û Zîlanan vê yekê li me ferz dike. Em îro weke nûnerên şehîdane, tiştên ji me tê xwestin ku em doza wan bi ser bixînin. Gerîla wê çawa bi ser bikeve, bi çi aqil, rêbaz û taktîkê; em niha li ser wê kûr dibin, bi vî rengî dixwazin li hemberî şehîdan erka xwe pêk bînin. Hêviyên gelê xwe jî bikin heqîqet.

GERÎLA LI HER DEVERÊ NE

Dagirkeriya Tirk her roj dibêje 'min Xakurkê bi giştî dagir kiriye'. Lê li hemberî vê yekê gelê Kurdistanê û raya giştî jî dibîne ku gerîlayên azadiya Kurdistanê her roj derbên giran li artêşa Tirk didin. Gelê Kurdistanê divê vê yekê çawa bibîne?

Em gerîlayên li gorî xeta demê li ku deverê biafirînin em ê li wê deverê encamê werbigirin. Rast e destpêkê li Xakurkê hin kêmasî çêbûn, dijmin ji vê yekê sûd wergirt. Lê belê li ser rê û rêbazên projeya ji nû ve avakirinê gerîlayên li Xakurkê pir zû xwe komî ser hev kir. Bi vî rengî bi şerê tîm, bêguman tîmên koordîne, ku hat xwestin bi hev re dibe deh tîm, ku hate xwestin dibe tîmên yek bi yek niha li Xakurkê berxwedaneke dîrokî heye. Ji xwe destpêkê me ji raya giştî re ragihand ku wê li Xakurkê berxwedaneke dîrokî bê kirin, ji ber ku me heval nas dikir, me zanîbû ku bingehek heye. Niha em dikarin bêjin, ku li Xakurkê bi rastî berxwedaneke dîrokî heye. Niha dijmin li Xakurkê Lêlîkan girtiye. Devera herî stratejîk Şekîfe, Şekîf jî girtiye. Wekî din ew geliyê Ermûş girtiye yanî piraniya Evdilkovî. Geliyê Arê girtiye, xeta ku jê re dibêjin sirtê Karker girtiye. Dijmin ev dever hemû girtin, lê belê Xakurkê niha di destê kê de ye, ew meseleyeke nîqaşê ye. Yanî kî li Xakurkê serwere? Gerîla ya jî artêşa Tirk? Niha hemû çalakiyên li dijî artêşa Tirkiyeyê dibin, hem jî ew çalakiyên bi bandor ne ji xaliyê Xinêrê ve yan jî ji derve dibin. Ji wir jî dibin lê kêm. Lê belê çalakiyên esasî yên ku pêk tên, ji nav pêk tên. Yanî li Ermûşe, li Misokê ye. Li wê xeta geliyê Xakurkê tevahî gerîla çalakiyan pêk tînin. Gerîla tê de ye, tê de tevdigere. Yanî eve. Ev çi ye? Gerîlayên demê eve. Yanî dijmin li ti deverê nikare serwer bibe. Berê me çi dikir. Mesela dijmin diket Xakurkê, hêzên me hemû ji Xakurkê diçûn. Niha bi vî rengî nabe. Dibe ku hinek hebin, lê belê hêz tê de dimînin. Yanî dema dijmin çû, ew ê li paş bin. Her tim di mesafeyê sûîqestê de ye. Bala xwe bidin; mesela li geliyê Ermûşê sûîqest tê kirin. Çawa dibe? Li wê deverê gelek tîm bi rengekî koordîneyî êrîşî dijmin dikin. Hem jî pênc rojan li ser hev. Yanî di 1'ê Tebaxê heta 5'ê Tebaxê. Ji ber vê yekê me pîroz kir. Yanî weke biryargeh me ev yek weke tiştekî pir girîng dît, bi rastî jî şêwazeke serketî ye. Ji ber vê yekê me gerîlayên Xakurkê pîroz kir. Yanî kêmasî dibe ku li aliyê din hebin, ew cuda ye. Lê belê li vir sekneke gerîla, şerekî gerîla yê dîrokî heye. Dijmin nikare serweriyê li ser Xakurkê, li ser herêma Xakurkê çêbike. Tevî ku her tim balafir li hewayê ne, her tim, ne yek pir zêde. Ew leşker li ser wan giran nikare xwe biparêze, tim wan ji hewayê diparêzin. Lê weke pezekî li wir kom bûye, şivan jî li jore, lê gur jî timî li dorê ne. Gur her firsendê dibînin yek dudiyan jê werdigirin. Niha rewş wisa ye. Girên Xakurkê hemû di vî halî de ne. Yanî ev di destê kê de ye? Bêguman serweriya gerîla tê de heye. Em dixwazin vê rêbazê kûr bikin. Di vir de divê mirov ji derewên dijmin bawer nekin. Yanî eger yek rabe bi derewên Suleyman Soylû yan jî bi şerê psîkolojîk ku temamiya çapemeniya AKP dike bawer bike, wê demê em tine bûne. 

BILA GELÊ ME PIŞTRAST BE; GERÎLA WÊ BI SER BIKEVE

Tiştên ew dibêjin ne rast in. Ji xwe em eşkere dikin. Yanî şerekî bi vî rengî heye. Ne tenê Xakurkê, li Zapê jî heman tişt heye, li Avaşînê heman tişt heye, heman tişt li Cîlo jî heye, li Bakur heye. Beriya niha bi çendekî li Mêrdînê çalakî pêk hat, ji bo wê nimûne ye. Li Bagokê hem êrîş, hem kemîn, hem sabotaj hemû bi hev re hatin kirin û dijmin windahiyeke mezin da. Rêbaza gerîla ya şerê nû yê bi rengê tîm herî zêde li herêma Govendê, li xeta Govendê Adibeg li wir çalakî hatin kirin. Niha jî dikin, her roj tên kirin. Çawa ye? Dijmin li her deverê heye, lê gerîla jî di nav de ye. Em bêjin li geliyê Girana, qemyon tê qemyonê difirînin. Li wir komek leşker li girekî bin diçin ser şeş çekan ji ser radikin. Yanî ya muhîm di nav de ye. Me gerîlayekî bi vî rengî afirandine û divê gelê me di vê mijarê de piştrast be. Ev gerîla wê bi ser bikeve, ev gerîla wê teknîk û îstîxbarata AKP'ê têk bibe û wê bi ser bikeve. Bêguman ev ne hêsanî ye, bêguman em şehîd jî didin. Yanî her tişt weke em dixwazin bi pêş nakeve. Mesela em bêjin; heval çalakiyekê dikin, du çalakiyan dikin piştre serxweş dibin, tedbîr wernagirin, biçûk dibînin tu lê dinihêrî windahî çêdibe. Yanî tiştên bi vî rengî dibin. Lê belê rê û rêbazên ku em li ser kûr bûne eger em li her deverê bimeşînin wê teqez bi ser bikeve, bi ser dikeve. Niha şerê me di vê astê de niha dimeşe.

DIVÊ RASTIYA KURDAN QEBÛL BIKIN

Herî dawî bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk hat. Ocalan di wê hevdîtinê de diyar kir ku eger dewlet cidî be ew bi xwe amade ye ku di nava hefteyekê de pirsgirêka Kurd çareser bike. Hûn hêzeke leşkerî vê peyama Ocalan çawa şîrove dikin?

Serok Apo di hevdîtina herî dawî de daxuyaniyên pir girîng da. Got, 'Ez ji çareseriyê re amade me. Ez dikarim pirsgirêkê çareser bikim. Lê belê ji bo vê pêwîstî bi aqil heye, aqilê dewletê girîng e'. Ew aqil wê çiqasî derkeve pêş ew ê encamê diyar bike. Wekî din Serokatî got ku ew dixwaze ji Kurdan re cihekî çêbike. Ev jî girîng e. Yanî cih ne ji bo Kurdên bakur bi tenê ye. Li herêmê hewcehiya Kurdan bi cihekî heye, cihekî azad heye. Eger heta dewleta Tirk Kurdên nava xwe qebûl neke her tim li ser Kurdên derveyî sînorê Tirkiyeyê hebûna Tirkiyeyê wê bi gef be, bi tehdît be. Ji xwe niha tehdît nake? Vaye Rojava niha tehdît dike, Başûr tehdît dike. Ji bo ev tehdît rabe, lazime dewleta Tirk heqîqeta Kurd qebûl bike. Niha meseleya me ev e. Ev dewlet hebûna Kurdan qebûl nake. Erdogan dibêje 'Em 72 miletin, em Gurcî hwd. hemû Tirk in, tek miletin'. Ka miletê Kurd? Nîne di wî de. Dibêje 'Hinek bi Kurdî diaxive, hinek bi Abazî diaxive, hinek Çerkezî diaxivin, her kes bi zimanekî diaxive lê em hemû Tirk in'. Ji xwe ew bi xwe jî Gurcî ye. Dibêjin kokê wî Gurcî ye, ez bi xwe nizanim, yanî em bi dû kokan neketine. Lê belê dixwaze miletê me înkar bike. Em bi dû vê ketine. Binerin, 35 sal in pêngava 15'ê Tebaxê hatiye avêtin, ewqas qonax derbas bûne, di dema xwe de hîn di sala 1991-92'an de Demîrel, yê herî zêde baxnaz, mûxafazakar got ku Kurd realîteyeke. Piştre Serokkomar Tûrgût Ozal got, Kurd heqîqeteke û xwest ku rê û rêbazên diyalogê biceribîne. Wê demê Serok Apo jî agirbest ragihand. Tevî ku ev qonax hemû derbas bûne, rejîma AKP-MHP-Ergenekon dixwaze koka Kurdan rake. Dibêje Kurd nîne. Di dema cûntayê de gotina Kurd qedexe bû, yanî li Tirkiyeyê ev qedexe piştî sala 1992'an rabû. Yanî yekî bigota 'Kurd' ew sûc bû, divê nebêje Kurd. Yanî divê nebêje li Başûr, li Îranê Kurd hene. Gotina 'Kurd' qedexe bû. Wisa tiştên ecêb bû. Niha dibêje heye, lê mebesta me ne mileteke. Dibêjin 'Kurd ne miletin, hinek eşîr in, hinek li holê mane. Lê yên li gel me Tirk in'. Ji bo nas neke, ji bo bihelîne vê yekê dike. Yanî dewleta Tirk ji siyaseta helandinê dest bernedaye. Eger dest jê berde em ê wê demê bi rêya diyalogê karibin çareser bikin. Niha Rêber Apo di nava vê hewldanê de ye. Hewldanên cidî nîşan dide ku ev dewlet hebûna Kurdan qebûl bike. Bi heqîqî qebûl bike, ku zanibe bi van rêbazên tundî, şîdetê, kuştinê ev doz çareser nabe. Niha dixwaze bi dewletê bide fêhmkirin. 

PKK BI ŞÎDETÊ TINE NABE

Nêzîkatiya dewletê bi çi rengî ye?

Dewlet dibêje 'ez ê PKK'ê yanî gerîla tasfiye bikim, ez ê yên din jî teslîm bigirim û wisa encamê werbigirim'. Gerîla tasfiye nabe, ev xeyal e. Dema ku 15'ê Tebaxê dest pê kir wê demê jî Kenan Evren weke vî Erdoganî serokê Tirkiyeyê bû. Kenan Evren got, 'kê ev sûc kiriye, ew ketibin binê kîjan berî, xwe xistibin kîjan kunî wê leşkerên me biçin wan bigirin, di nava 72 saetan de wê wan bigire û bînin ber dadgehê'. Hîn jî 72 saet dewam in, ne qediyane. Bûye 35 sal wî hînê wan bigirin û bînin ber dadgehê. Yanî ev dewlet her tim dibêje 'em dikin biqedînin'. Tu li çapemeniya AKP'ê guhdarî bike her tim dibêje 'me lê xist, me kuşt, me girt, me tasfiye kir'. Dibêje 'direvin, belav dibin, nemane' yanî her tim van gotinan dibêjin. Çiqas salin van dibêje? Bûye 40 sal ku van tiştan dibêjin. Ji cûntayê û vir ve van gotinan dibêje. Yanî dema mirov li wan temaşe dikin, dibêjin hema çend mehên din tine bibin. Dema ku Serokatiya me bi komployeke navneteweyî hate girtin ji xwe wê demê cejn kirin, pir kesî jî gotin 'radest dibe ku PKK tasfiye bibe'. Lê belê PKK heqîqetekê temsîl dike, PKK îdeolojiyekê, miletekî temsîl dike. PKK bi şîdetê tine nabe. Wekî din, gerîlayên PKK'ê ne zarok in 35 sal in tecrûbeya xwe heye. Zane ku wê çawa xwe biparêze, çawa şer bike. Yanî yên ku bi vî rengî xeyal dikin, xeyalên wan vala ne. Mixabin hinek Kurd jî bi vê bawer dikin. Yên ku bawer dikin PKK bi van êrîşkariya faşîzma AKP'ê û MHP'ê lawaz bibe, derbê bixwe, ew bi rastî di xewnê de ne. Hinekî hişyar bibin, rabin li salên 1980'î binerin, hinekî li salên piştî 1990'î binerin, li dema piştî pêkhatina komploya navdewletî binerin wê zanibin ku ew hemû propaganda ye, şerê psîkolojîk e, derewên dewleta Tirk in.

BANG Û HIŞYARIYA LI CERDEVANAN

Em heqîqetekê temsîl dikin, em doza gelê Kurd dimeşînin, dozeke mafdar e. Biçe ji dikandarekî, ji şivanekî, ji gundiyekî, ji karmendekî Kurd bipirse ku çi dixwaze, em ji bo wê şer dikin. Em ji bo hebûna gelê xwe, ji bo azadiya gelê xwe şer dikin. Kes nikare me zehîf bike. Dibe ku hinek şehîd, windahiyên  me çêbibin, ji xwe em bi şehîdan heta vê rêyê hatine. Lê belê em zehîf nabin, yên wisa xeyal dikin xeyalên wan xeyalek vala ye. Ev ne rast e. Ez vê bi rengekî eşkere dibêjim, mesela niha li Kurdistanê cerdevan hene. Serokên cerdevanan hene. Dewlet diçe ji wan re dibêje 'êdî ji PKK'ê netirsin, vaye PKK tasfiye dibe, êdî PKK nîne, ka rabin bi me re tevlî operasyonê bibin'. Dixwazin bi vî rengî wan teşwîqî sûc bike. Banga me li hemû qoriciyane. Bila kes xwe şaş neke. Di vê serdemê de em zanin em ê çawa şer bikin, ji ber vê yekê dibe ku em li her deverê xuya nakin. Lê belê em li her deverê hene. Bila kes bi derewên vê dewletê neyê xapandin. Bila kes di vê mijarê de şaşiyê neke. Bila ti kes sîxuriyê ji dijmin re neke ne li Bakur ne li Başûr. Bi pere û gefên dijmin divê kes neyê xapandin. Ev şoreş şoreşeke mezin e, ji kûraniya dîrokê tê. Bingeha vê bi milyonan însan heye. Kî dikare vê tine bike? Dereweke. Mesela ewqasî îmkanên me yên çapemeniyê nîne, yên wan pir in. Nêzî çar sed qenalên wan hene, her propagandayê dikin, însan jî dibêjin qey rast e, dibêje 'vaye dewlet bi ser dikeve'. 

YA WÊ JI HESPÊ XWE SIWAR BIBE YA JÎ WÊ TÊK BIÇE

Eger bi ser ketibûya çima di krîzê de ye? Ku bi ser ketibûya çima ewqasî êrîşkariyê dike? Erdogan baş zane ku wê bikeve, bi destê vî gelî wê bikeve. Erdogan niha mecbûr e, ya wê ji hespê xwe peya bibe, heqîqeta Kurd qebûl bike ya jî wê dawî li wî were. Ev dozeke dîrokî ye, ya tu yê qebûl bike ya jî tu yê biçe herî. Di vê mijarê de banga me bi taybetî li Kurdên ku di vê mijarê de guhê xwe li gotegotên dewleta Tirkiyeyê ye ku hişyar bin, bi gotinên wan nexapin, ser heqîqetê neyê girtin. Dixwazin bi balafirên şer û hinek îstîxbaratê biçe biçe encamê. Bi wê nikare encamê werbigire. 

PLANÊN ME YÊN B, C JÎ HENE

Em ne zarok in, em artêşa veşartî ne, ew nikarin bibînin ku em çi dikin. Gelo planê me A, B, C tine ye? Heye. Aqlê şoreşê heye, felsefeya Rêber Apo di vê mijarê de ji bo me deryayeke. Aqlê şoreşê heye, lewma divê kes xwe nexapîne di vê mijarê de. Dewleta Tirk niha li benda wê ye ku 'PKK lawaz bibe, biqede' û piştre biçe gel Serok Apo û şertên xwe pê bide qebûlkirin. Me bihîstiye, Serokekî îstîxbarata wan heye di hevdîtinên bi hinek kesan re gotiye 'em ê PKK'ê lawaz bikin, hingî çareser bikin'. PKK lawaz nabe, hûn ê lawaz bibin. PKK di dema herî krîtîk û giran de dikare xwe nû bike û mezin bibe. Ev dînamîk di nava PKK'ê de heye. Ev felsefe heye. Di dema ku tu herî zêde bêje 'min tengav kir' wê hîn zêde di nava xwe de pêngavan pêk bîne. Ji ber ku însanên PKK'ê însanên manewî ne, ne madî ne. Yanî ji bo şeref û rûmeta xwe şer dikin. Soz dane gelê xwe, soz dane heval û hogirên xwe, soz dane şehîdan, soz dane Serok, ji bo vê jî xwe feda kiriye. Wê ji çi bitirse? Tiştekî ku jê bitirse nîne. Dema ku dijmin zêde zêde bi ser de hat ew ê jî hîn bêhtir dikare di nava xwe de sînerjiyê ava bike, bi rengekî hîn mezin li ber xwe bide û biçe ser dijmin. Ji ber vê diyalektîka tevgerê, di her qonaxa ku ew dibêjim 'me lawaz kir' bi esasî PKK pêngavên hîn xurt pêk tîne. Lewma hêvî ya jî gotina me ev e; divê hewldanên Serokatî vala dernexînin. Ku vala derxînin wê ew winda bikin. Em; tevger û gerîla li pişt Serok Apo ne. Em di emir û talîmatê Serok Apo de ne. Lê em şerker in, erka me berxwedan û şer e. Em ê vê bimeşînin. Lê belê Serokatiya me jî hewldanên cûrbecûr dike, dema ku emr û ferman hat bêguman em ê li gorî wê jî tevbigerin. Lê em zanin ku li pêş me erk heye; erka destdirêjiya dijmin, komkujiyên wan, rûyê wan ê kujer eşkere bikin. Dersê pêwîst bidinê, bersiv bidinê, tola şehîdan hilînin. Erka me niha ev e. Lê ev nayê wê wateyê ku em ê heta dawiyê bi vî rengî bimeşînin. Nûnerê me Rêber Apo ye, ew tîne ziman. Em dibêjin, em miletek in, em mafên xwe yên xwezayî dixwazin. Em li ser vê xakê tiştekî ji kesî naxwazin. Dibêjin 'li ser me xeter in, pirsgirêka me ya bekayê heye'. Ew hemû derew in. Erdogan jî baş zane ku nikare me zehîf bike. Lê belê ji bo ku tifaqa xwe bimeşîne ji bo desthilatdariya xwe bidomîne divê şer bidome. Yekî ku li berjewendiya Tirkiyeyê, li heqîqetê bifikire wê ya rast bibîne. Lê belê ew li berjewendiyên Tirkiyeyê, li berjewendiyên gelan nafikirin, ew li desthilatdariya xwe difikirin. Çawa dikarin desthilatdariya xwe bidomînin bi wê rêbazê dimeşin. Lewma vî şerî îro li dijî me dikin. Ew jî zanin tiştên ku niha dikin berê Tansû Çîller jî kir, Demîrel jî kiriye, Tûrgût Ozal kir, herî zêde wî kir dûre got; êdî bi şer nabe. Yanî di vê mijarê de gelek tecrûbe hene. Lê belê ew niha desthilatdariya xwe di vir de dibînin. Eger di êrîşên xwe de yên li dijî berxwedana gerîla têk biçin, êrîşên li dijî berxwedana gelê me têk biçin, têkoşîna gelê me ne tenê li Bakur e li hemû parçeyan heye, helwesta gelê me, helwesta yekîtiyê ya gelê me, yekîtiya neteweyî ku niha pêwîstiyeke, neyê lîstokê dijmin, bi xwe xwe bi hev nekevin, sengerên xwe bikin yek, hevdu vala dernexin wê hemû hewldanên dijmin ên bi şidet têk biçin. Dijmin neçar e bê ser rê.

ŞEREKÎ STRATEJÎK DIQEWIME

Di sala 36'an a têkoşînê de hûn hêzeke leşkerî, armancên ku we danîne pêşiya xwe çi ne?

Dema ku mirov bi giştî li pêşveçûnên salê binerin, mirov dibîne ku sala pêş me jî wê saleke girîng be. Ango dema mirov li pêşveçûnên li nava Kurdistanê hem yên li herêmê, hem yên li Sûriye, Rojavayê Kurdistanê binerin, bi rastî di şerê navbera me û dagirkeriya Tirkiyeyê de sala 36'an a 15'ê Tebaxê wê bibe saleke girîng. Di vê der barê de amadekariyên me hene. Em ne bêamadekarî ne. Em dixwazin bi her rêbazî li dijî dijmin bibin bersiv. Yanî bi rêbazê siyasî, dîplomatîk, çandî, îdeolojîk, civakî û leşkerî. Ji xwe em wisa nebin em nikarin dijmin bînin ser rê. Bi yek alî tu têbikoşe tu yê encamê wernegire. Em jî dixwazin hemû rê û rêbazan bi kar bînin. Bêguman rêbaza herî sereke şer e. Ji ber ku her tişt bi wir ve girêdayî ye. Niha dagirkeriya Tirkiyeyê ji bo hevalekî me tasfiye bike bi dehan balafirên şer radike. Aboriya wan têk çûye, ji ber ku 90 ji sedî yê vê aboriyê bi şer tê mesrefkirin. Yanî hemû tiştên xwe xistiye dewrê ku derbê li me bixe, me lawaz bike. Ev jî nîşan dide ku dijmin çiqasî ditirse, zehîfiya wan destnîşan dike. Çawa em ê dijmin bixin valahiyê, em ê li ku deverê bi çi rengî bersivê bidin em jî niha li ser vê radiwestin. Di vê çarçoveyê de wê sal ji bo me bibe saleke girîng. Di navbera me û dagirkeriya Tirkiyeyê de şerekî stratejîk heye. Ev şer bi rastî ji bo tevahiya Kurdan pir girînge. Ji bo gelê herêmê girînge. Eger îro dagirkeriya Tirkiyeyê bi ser bikeve, ji bo bi ser nekeve me ji gelek aliyan ve tedbîrên pêwîst wergirtine, lê em bifikirin ku bi ser ket. Wê ji bo Kurdan hemûyan xeteriyeke mezin çê bibe, wê Başûr, Rojava dagir bike û wê Sûriye, Iraqê jî bixe bin kontrola xwe. Ev dewlet ji bo gelê Ereb, gelê Fars, ji bo gelê Asûrî-Suryan xetereyeke. Tenê ne ji bo Kurd. Ji ber vê yekê şerê ku em niha li dijî vê faşîzmê dikin şerê demokrasiya herêmê ye, şerê hebûn û azadiya gelê Kurde. Bi vî şerî em dixwazin cihekî li herêmê ji bo Kurdan ava bikin. Gelê Kurd jî weke hemû gelên cîran li ser vê xakê divê bi şêwazekî azad û serbixwe bijî. Ev mafê gelê Kurd e. Ev maf mafekî xwezayî ye. Bi zordestî, xwînrijandin, tank û topan û balafirên şer nikare vî mafî ji dest me werbigire. Em jî îro rê û rêbazan zanin. Ji ber vê yekê wê şerê navbera me di asta lûtkeyê de bimeşe. Ez careke din dixwazim di vir de bang bikim ku kes xwe nexin navbera me. Çi Kurd dibe, lazime kes xwe nexin navbera me û dagirkeriya Tirkiyeyê. Em ji hemû Kurdan dixwazin ku alîkariya me bikin, ji ber ku şerê em dikin ji bo hemû Kurdan e. Hêza me hêzeke fedayî ye, kes ji bo xwe naxebite. Ti ji aliyê şexsî ve tiştekî me nîne, em ji bo vî gelî dixebitin, ji bo paşeroja vî gelî em şer dikin. Dijminekî xwînxwar heye, dixwaze paşeroja gelê me tarî bike, em li hemberî wan radiwestin. Ji ber vê yekê em ji hemû Kurdan, li hemû beşên Kurdistanê piştevaniyê dixwazin. Eger piştevaniya me nekin bila nekevin navbera me. Ji ber vê yekê min bang li qoriciyan kir, serekê qoriciyan kir. Bila nekevin navbera me, di vê dema krîtîk de xwe bidin aliyekî. Temaşe bikin, ka binerin ku gotinên dagirkeriya Tirkiyeyê rast e, yan ên me rast in. Wê dem nîşan bide. Bi çavên xwe binerin ji xwe karin bibînin jî. Em bêjin yek nabîne, bila temaşe bikin ka binerin encam çawa dibe. Ev demeke dîrokî ye, di vê dema dîrokî de em ê her tiştî bidin ber çavên xwe. Çi pêwîst be em ê bikin. Em qet û qet ji bo ti kesî gav paşde navêjin. Ev dem demeke wisa ye, lazime hemû hevalên me zanibin. Xîretê dixwaze, cesaretê dixwaze, fedayîbûnê dixwaze û dijwarî dixwaze. Dema ku vê dibêjim, bêguman em ê ne ku em ê dîplomasî û siyasetê bidin aliyekî. Ez behsa wê nakim. Lê belê êdî ev qonaxa dawî ye. Sala 36'an a 15'ê Tebaxê qonaxeke girînge û em hêvî dikin ku bibe ya dawî. Çawa ku dijmin xwe guvaştiye, bi hemû hêzên xwe bi topyekûn li dijî me şer dike divê em jî bi rengekî topyekûn li ber xwe bidin. Ev yek ji bo me pêwîste. Di vê çarçoveyê de ez bang li hemû ciwanên Kurd dikim, keç û xortên Kurdistanê di vê dema dîrokî û stratejîk de vala li mala xwe rûnenin, temaşe nekin, beşdar bibin. Beşdarî têkoşîna siyasî bibin, civakî bibin, beşdarî gerîla bibin. Ji ber ku dem dema serketinê ye, ku em di vê demê de bi ser bikevin em ê bi ser bikevin. Eger em gavên serketinê neavêjin wê dijmin rê bigire û dema ku firsend dît ku ev dijmin dijminekî bêmerhamete, em baş nas dikin ku jonturk çiqasî zalime. Lewma divê em di vê mijarê de berpirsyarî tevbigerin, hemû ciwanên me, gelê me yê welatparêz, sazî û rêxistinên welatparêz divê di vê demê de bi berpirsyarî nêzîk bibin. Kes di nava xwe de sîxuran nehewînin, li dijî mirovên ku xwe ji bo pereyan firotine xwedî helwest bin. Dem dema yekîtiya neteweyî ye, em dibêjin mil bidin milê hev ku em ji bo gelê xwe cihekî çêbikin, em ji bo azadiya gelê xwe di vê demê de fedakariya pêwîst bikin. Em; milîtanên vê tevgerê ji vê re amade ne. Em ê bi vê rolê tevbigerin. Em bi soza xwe ve girêdayî ne. Em ew mirov in ku sozê girîng dibînin, me soz dabûne kê em bi wê sozê ve girêdayîne. Em ê heta dawiyê bi soza ku me da gelê xwe û şehîdan girêdayî bin. Buhayê xwe çi dibe bila bibe. Bi vî rengî em cejna vejînê pêşwazî dikin. Bi vê hişmendiyê hêvî dikim ku sala 36'an ji bo me bibe saleke mezin, sala berxwedanê, sala serketinê, bibe sala serketina meşa azadkirina Rêber Apo û azadkirina Kurdistan û demokratîkkirina herêma Rojhilata Navîn be. Bi vê hêviyê em careke din ji bo gelê me, ji bo hemû hevalan, ji bo hemû dostan cejna vejînê pîroz dikin. Di sala nû ya dîrokî de ji her kesî re serketinê hêvî dikin. Em dibêjin serketin, serketin, serketin wê ya me be.