Karayilan: Em ê Zapê bikin keleha serketinê

Karayilan şerê ku li Zap û Avaşînê tê dayin weke şerekî neteweyî pênase kir ku paşeroja gelê herêmê diyar dike. Karayilan got, “Dijmin niha xitimî ye, lê barê hevalan jî sivik nîne. Lewma çi ji destê kê tê divê bike.”

Karayilan destnîşan kir ku gerîlayên li Zap û Avaşînê 15 roj in berxwedaneke hêjayî pesindayinê dimeşînin û got, “Ji doza azadiyê ya gelê Kurd bêhtir dozeke mafdar nîne. Her gerîla mîna şêrekî li ber dijmin radibe. Em ji aqlê xwe, ji rê û rêbazên xwe bawer in. Em bi perspektîfa şerê gel ê şoreşgerî piştrast in. Bi vê bawerî û biryardariyê li dijî dijmin şer dikin. Dijmin jî dixwaze bi rê û rêbazên bêexlaq encamê bi dest bixe. Lewma serketin wê ne ya dijmin be, wê ya me be, serketin wê ya gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê be.”

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan êrişên dagirkeriyê yên dawî yên dewleta Tirk û berxwedana gerîla ji radyoya Dengê Welat re nirxand.

Me 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran li pey xwe hişt. Meha Gulanê di heman demê de Meha Şehîdan e. Hûn dixwazin li ser vê mehê çi bêjin?

Beriya her tiştî 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran li karker û kedkarên li Kurdistanê û li her kesî pîroz dikim. 1’ê Gulanê roja geşkirina têkoşîn û berxwedanê ye. Bi vê wesîleyê berxwedêran hemûyan silav dikim.

Di heman demê de Cejna Remezanê li gelê me û tevahiya alema Îslamê pîroz dikim. Bi taybetî cejnê li dayik û bavên şehîdên me yên leheng pîroz dikim, destên wan maçî dikim. Rojên bi vî rengî di heman demê de rojên bîranîna şehîdan e. Di wê baweriyê de me ku cejnên bê wê li Kurdistanê di nava rewşeke azad de bêne pîrozkirin. Îro cejn e, lê li welatê me zilm, komkujî, mirin, destgîrkirin û girtin hene. Yanî dijmin êrişan dike. Hêvîdarim ku ev cejn bibe wesîle ji yekîtiya gelê me re.

Em ketin meheke pîroz. Hem cejna karker û kedkaran, hem cejna alema Îslamê hem jî Meha Şehîdan e meha Gulanê. 1’ê Gulanê salvegera şehadeta Ramazan Kaplan e ku li Xerzanê şehîd bû, Abdulkadîr Çûbûkçû ku li Beyrûdê şehîd bû. 2’ê Gulanê salvegera şehadeta ji fermandarên me yên destpêkê Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn e, salvegera şehadeta fermandarên me yên qada Amedê Azad Sîser û Çekdar Amed e.

LI SER ŞOPA ŞEHÎDAN ME DEST BI PÊNGAVAN KIR

Gelek ji şehîdên azadî û demokrasiyê yên li Tirkiyeyê meha Gulanê şehîd bûn. 6’ê Gulanê Denîz Gezmîş, 18’ê Gulanê jî Îbrahîm Kaypakkaya şehîd bûn. 17’ê Gulanê bi pêşengiya Ferhat Kûrtay ‘Çaran’ çalakî kirin. 18’ê Gulanê şehîdê me yê destpêkê Hakî Karer şehîd ket. Di şexsê van hevalan de şehîdên meha Gulanê hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînim. Partiya me partiyeke şehîdan e. Ev tevger, ev partî bi saya şehîdan gihîştiye vê astê. PKK piştî şehadeta hevalê Hakî Karer ava bû û her şehadetê vê partiyê xurtir kir. Şehîd çavkaniya me ya hêz û têkoşînê ye. Ev rastî heta vê rojê jî dewam dike. Tevgera me li ser şopa şehîdan, gelek pêngav kir û gihîşt vê astê.

2’ê Gulanê salvegera 39’an a şehadeta Mehmet Karasûngûr e. 2’ê Gulanê her wiha roja şehadeta Azad Sîser û Çekdar Amed e. Ji fermandarên destpêkê yên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê Mehmet Karasûngûr li Hîlwan û Sêweregê pêşengî ji berxwedanê re kiribû. Di heman demê de ji bo avabûna yekîtiya neteweyî û bidawîbûna nakokiyên navbera Kurdan gelekî ked da, hewl da. Ji xwe dema ku ji bo vê dixebitî tevî hevalê Îbrahîm şehîd bû.

Hevalên Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn beriya 39 salan ji bo avabûna yekîtiya neteweyî hewl da, ku îro jî pêwîstiya gelê me bi vê hewldanê heye. Bi vê wesîleyê ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî careke din bang dikim; divê her kes di vê mijarê de bi berpirsyarî tevbigere û wezîfeya xwe bi cih bîne. Di şexsê hevalê Mehmet Karasûngûr de careke din şehîdên meha Gulanê û şehîdên şoreşa Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînim. Soza ku me dane wan careke din dubare dikim; em ê heta dawî dilsozê doza wan bin.

SALA DAWÎ YA AKP’Ê

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. We beriya niha gotibûn, ev şer ji bo herdu aliyan jî şerê man û nemanê ye. Şerê ku 15 roj in dewam dike di kîjan astê de ye?

Desthilatdariya AKP-MHP’ê desthilatdariyeke ji rêzê nîne. Ji bo têkbirina têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û tunekirina destketiyên gelê Kurd ev hikumet ava bû. Hebûn û statuya gelê Kurd ji bo dewleta Tirk weke metirsiyê dibîne, lewma jî dixwaze PKK’ê û gelê Kurd ji holê rake. Hikumet vê yekê ji bo xwe weke wezîfeyê dibîne. Lewma 7 sal in li dijî me bênavber şerekî giştî dimeşîne.

Şer bi girankirina tecrîda li Îmraliyê destpê kir. Bi zêdekirina zilma li zindanan dewam kir. Her wiha li dijî gelê me, li dijî têkoşerên siyaseta demokratîk a li Tirkiyeyê bi polîtîkayeke mezin a êrişê hate meşandin. Li dijî gerîla jî li her qadê êrişên mezin dan destpêkirin. Hikumeta AKP-MHP’ê li gel van hemû êrişan jî nekarî bi ser bikeve. Lewma kete nava krîzên siyasî, civakî û aborî. Weke ku tê zanîn par bi êrişa li ser Garê xwest serketinekê bi dest bixe, lê belê li hemberî berxwedana gerîla şikestin. Niha jî bi êrişa li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dixwazin armanca ku nekarîn par pêk bînin, vê carê bi cih bînin. Ji xwe di destê wan de tenê îsal maye. Ji bo vê hikumetê îsal sala dawî ye. Eger di van êrişan de li dijî me, li dijî gelê Kurd serketî be, wê desthilatdariya xwe mayinde bikin. Lê belê eger bi ser nekevin wê tune bibin. Lewma ev rewş ji bo wan man û neman e.

Bi taybetî ji bo Erdogan û Bahçelî bi vî rengî ye. Ji bo karibin bi ser bikevin jî çi ji wan tê dikin. Eger bi ser bikevin wê ne tenê PKK’ê tasfiye bikin, di heman demê de wê destketiyên gelê Kurd hemûyan tune bikin. Ji bo gelê Kurd wê metirsiyeke mezin çêbibe û li Kurdistanê jî siyaseta qirkirine wê serwer bibe. Ji ber vê yekê me ji bo herdu aliyan got şerê man û nemanê ye. Şerê li Zapê, li Avaşînê tê kirin şerê neteweyî ye, şereke ku paşeroja gelê me û gelê herêmê diyar dike. Eger dijmin li dijî me bi ser bikeve wê siyaseta faşîzm û qirkirinê li Kurdistanê serwer be, li herêmê jî wê pêvajoyeke tarî destpê bike.

SOZÊN VEŞARTÎ DANE KURDÊN HEVKARÊ XWE

Cudahiya êrişa dawî ya dewleta Tirk ji êrişên beriya niha çi ye? Di êrişan de kîjan taktîk têne bikaranîn?

Operasyona dagirkeriyê ya dawî ji gelek aliyan ve cudahiyên xwe hene. Dijmin par bi heman armancê li dijî me dest bi êrişê kir, lê xitimî. Îsal hin guhertin kirine û bi vî rengî dixwazin encamê bi dest bixin. Dijmin di operasyona dawî de hem hîn têhtir teknîkê bi kar tîne hem jî ji bo piştgiriyeke hîn xurtir ji hêzên derve werbigire xwe amade kiriye. Ya herî girîng jî xeta hevkariyê ya Kurdan bêhtir çalak kirine. Di vê çarçoveyê de ji bo karibe ji xeta Başûr êriş bike bi PDK’ê re hin hevdîtin kirin, hin sozên veşartî dan PDK’ê. PDK’ê jî ji bo dijmin dest bi amadekariyan kir. Dijmin hesabê wê yekê kir ku gerîla li Zapê dorpêç bike û bi ser bikeve.

ÇETEYÊN JI BER DAÎŞ’Ê MANE Û CERDEVANAN JÎ TEVLÎ DIKIN

Xeta hevkariyê ya Kurd ne tenê li Başûr, her wiha xwestin li Bakur jî çalak bikin û tevlî operasyonê bikin. Cerdevanên li Kurdistanê hemûyan kom dikin û tevlî operasyonê dikin. Her wiha çeteyên li Sûriyeyê yên ji ber DAÎŞ’ê mane, bit aybetî jî yên ji Tirkmenistanê hatine tevlî operasyonê dikin. Bi teknîka pêşketî, bi hevkariya Kurd, bi taybetî jî bi bikaranîna çekên kîmyewî dixwazin encamê bi dest bixin. Par jî bi van rê û rêbazan êriş kirin, lê belê îsal dixwazin ji xeta hevkariya Kurd hîn bêhtir sûdê werbigirin. Her wiha hesabê wê dikin ku di nava Kurdan de şer bidin destpêkirin. Di vê çarçoveyê de dixwazin encamê bi dest bixin.

DESTWERDANA GERÎLA PÊŞÎ LI PLANÊN DIJMIN GIRT

Tê gotin ku êrişên dijmin 17’ê Nîsanê destpê kirin, lê bi esasî 14’ê Nîsanê destpê kirin. 14’ê Nîsanê bi balafir, obus û hawanan dest bi êrişê kir. Piştre jî êvara 17’ê Nîsanê saet di 8:30’î de ji nişka ve xwest ku bi helîkopteran leşkeran li Zap û gelek qadan deyne. Xwest li 9-10 cihan leşkeran bi hemwextî deyne û gerîla şaş bike. Bi sûdwergirtina ji vê rewşê xwest ku qadê dagir bikin. Yanî plana wê kirin ku di nava rojekê de li van qadan bi cih bibin. Lê belê yên li hemberî wan, gerîlayên fedaî yên Kurdistanê bûn. Li Zap û Avaşînê gerîla bi fedakarî û bi zanebûn dest li dijmin werdan ku ev destwerdan hêjayî pesindayinê ye. Hevalan lehengiyeke mezin nîşan dan. Hevalan di nava 5-6 rojan de li pey hev li her qada ku dijmin dixwest leşkerên xwe lê deyne pêşî li wan girtin û sîng bi sîng li dijî dijmin şer kirin. Eger hevalan di wext û cih de dest lê wernedabûna djimin dikarîbû xwe bigihanda hin deverên stratejîk û bi ser ketibûya. Lê belê baldariya hevalan û bersiva bi fedaî, lehengî û wêrekî ya li êrişan kir ku planên dijmin asteng bikin.

ŞEREKÎ GELEKÎ MEZIN TÊ KIRIN

Dijmin nekarî leşkerên xwe deyne gelek qadan. Rast e, li hin qadan danî lê belê ew jî piştî 5-6 rojan karîbû bike û niha li wir xitimî ye. Mînak, leşkerên ku li Kurojahro danîne niha gelekî tengav bûne, gelekî zehmetiyan dikişînin. Dijmin xwest ku ji Şêladizê ji bejahî ve leşkerên xwe yên li wê derê rizgar bike. Her wiha gelek kuştî jî dan. Şerekî gelekî mezin tê kirin. Dijmin bi balafiran, helîkopteran, obusan û bi her cûre çekan ji hewayî û bejahî êriş kir. Ji Bakur jî ji bejahî hatin. Bi vî rengî xwestin hevalan şoq bikin û ji tevlîheviyê sûdê werbigirin. Lê belê hevalên me yên leheng bi îradeyeke mezin, bi wêrekî bersiv dan êrişan û dijmin têk birin. Di vî şerî de ku me 15 roj li pey xwe hiştine gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê serketineke mezin nîşan dane.

Ji ber vê yekê bi rêya we, fedaiyên li eyaleta Zap û Avaşînê ji dil û can silav dikim, ji ber berxwedana ku nîşan didin hemûyan pîroz dikim. Gelê me jî divê van lehengan pîroz bike. Ji ber ku pêşî li xetereyeke gelekî mezin girtin û nehiştin dijmin encamê bi dest bixe.

Şehîdên me yên ku di vê berxwedanê de bi lehengî li ber xwe dan û şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînim û em careke din soz didin ku xwîna wan wê li erdê nemîne. Em ê xwedî li bîranîna wan derkevin û tola wan hilînin. Em ê qada Zapê bikin keleha berxwedan û serketinê. Bi vî rengî em ê tola wan ji dijmin hilînin.

ERDOGAN MIRINA BI SEDAN LEŞKERÎ DAYE BER ÇAVÊN XWE

Dijmin heta niha bi ti awayî nekariye bikeve nava çeperan, daxuyaniyên wezîrê şer ê derewîn ê dewleta Tirk rast nîne. Gelek kuştî dane. Li gorî hejmara ku hevalên me eşkerekirin û bi qasî ku em dişopînin derdora 300 ji wan hatine kuştin. Eşkere ye Erdogan û Bahçelî mirina bi sedan, bi hezaran leşkerên xwe dane ber çavên xwe. Mînak, dixwazin leşkerên xwe deynin lê nikarin deynin, helîkopter vedigerin. Piştî 1.5-2 saetan hewl didin leşkerên xwe deynin, heval dest li wan werdidin û nahêlin. Leşker ji ber ku nikarin li baregehên xwe jî vegerin li naverastê têne hiştin. Yanî ji leşkeran re dibêjin, ya bimirin, ya jî bi cih bibin. Veger ji bo wan nîne.

JI BO NIXUMANDINA QIRÊJIYA XWE...

Zarokên gelê Tirkiyeyê –ku di nav de diyar e zarokên Kurdan jî hene- ji bo berjewendiyên xwe ber bi mirinê ve dibin. Ji bo desthilatdariya xwe dewam bikin, ji bo qirêjiya xwe binixumînin zarokên gel ber bi mirinê ve dibin. Derdikevin pêşiya ekranê û derewan li gel dikin. Heta niha diyar e ku tenê 10 kuştiyên xwe eşkere kirin, lê rewş ne bi vî rengî ye. Gelek kuştî dane. Ji gelên Tirkiyeyê re gotineke tenê ya rast nabêjin. Şerekî gelekî cidî tê kirin û di vî şerî de jî gelek kuştiyan didin. Lewma ji nû ve dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kirin.

ŞEREKÎ NETEWEYÎ TÊ KIRIN

Dijmin niha xitimî ye, lê barê hevalan jî sivik nîne. Em jî li her derê divê piştgiriyê bidin lehengên xwe yên li Zapê. Gelê me, hevalên me hemû, li eyaletên Kurdistanê hemûyan, her kes divê bi rola xwe rabin. Şerekî neteweyî tê kirin, lewma divê her kes her tiştî bike.

Di vî şerî de hevalên me şehîd ketin. Em agahiyên li ser nasnameya şehîdên xwe eşkere dikin, lê belê hîn şehîdên me hene ku me nav û nasnameya wan nekariye zelal bikin. Em ê navê hemû hevalên xwe yên şehîd bûne eşkere bikin, bila gumana gelê me di vê mijarê de tune be. Em ti carî windahiyên xwe venaşêrin. Em di şerekî mezin de ne û di vî şerî de di serî de gelê me divê tevahiya cîhanê bibîne ku em berdêleke çawa didin. Lewma jî em windahiyên xwe venaşêrin. Şehîdên me ji bo me rûmet e. Em li dijî dijminekî welê şerekî mezin dikin ku ev dijmin piştgiriyê ji hêzên navneteweyî digire û bi çekên ji teknolojiya dawî şer dike. Ev kar ne hêsan e, bêguman şehîdên me hene. Dema bê em ê agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên din ên şehîd bûne eşkere bikin.

Li dijî van êrişan, di taktîkên gerîla de guhertinên çawa çêbûn? Li dijî êrişeke ewqasî mezin gerîla bi çi rengî li ber xwe dide û çawa çalakiyên welê serketî dike?

Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê di hunera şer de xwe gihandine kûrahiyekê. Ji xwe eger ne bi vî rengî bûya li hemberî ewqas êrişên giran kesî nikarîbû li ber xwe bida. Gerîlayên ku bi îdeolojî û felsefeya Rêber Apo tevdigerin, bi bawerî û wêrekiyeke mezin li ber xwe didin. Bêguman şer tenê bi wêrekî, bawerî û îradeyê nayê meşandin. Di heman demê de di hunera şer de kûrahiyek heye, di taktîkan de dewlemendî heye. Di vê mijarê de heval bi pêş ketine. Bi rêbazên pispor û profesyonel şer dikin. Bi taybetî tecrûbeyên par ji bo me gelekî girîng bûn. Di şerê sala 2020’î de li Heftanînê û par li Avaşîn, Zap, Metîna, Zendûra, Mamreşo, Girêsor, Werxelê di şer de gelek tecrûbe hatin bidestxistin. Hevalên me di encama van tecrûbeyan de gihîştin astekê û bi vî rengî li dijî dijmin li ber xwe didin.

NIHA KÎMYASAL TÊ BIKARANÎN

Rêbaz û taktîkên hevalên me di şerê gerîla de yê li cîhanê gelek nûbûn çêkir. Gerîla ne tenê ji bo Kurdistanê ji bo tevahiya cîhanê rêbaz û taktîkên bibin mînak diafirînin. Yanî şer bi rengekî yekalî nayê meşandin. Bi taktîk û rêbazên dewlemend, bi bawerî, îrade û biryardariyê tê meşandin. Ji ber ku ev hemû hevdu temam dikin gerîla dikare li hemberî van êrişên hovane li ber xwe bide. Dijmin niha çekên kîmyewî bi kar tîne. Ji xwe eger çekên kîmyewî bi kar neaniya wê di cih de li hemberî gerîla têk biçûya. Li ku derê kîmyasal bi kar anî li wir gel neçar ma bireve. Leşker jî nekarî li wir bimîne. Lê belê çekên kîmyewî jî niha ji bo dijmin ne çare ye. Bêguman divê em li ber vê rabin, ev ne tiştekî mirovî ye, lê belê li dijî dijmin di nava gerîlayên azadiyê de performansek afiriye. Gihîştiye astekê. Ev yek ji bo Kurdan hemûyan rûmet e. Li dijî artêşeke ku xwe weke duyemîn artêşa herî mezin a NATO’yê pênase dike, berxwedaneke bi vî rengî tiştekî ji rêzê nîne.

JI TEKNÎKÊ Û XETA HEVKARIYA KURDAN BAWER DIKE

Dibêjin, gerîla herî zêde çend rojan dikare li ber xwe bide. Na, ne bi vî rengî ye. Eger li wê qadê hêzeke têk biçe hebe ew jî gerîla nîne, dewleta Tirk a dagirker e, leşkerên Tirk e. Berxwedana gerîla, wêrekiya gerîla, rê û rêbazên gerîla bingeha serketinê ye. Dijmin niha herî zêde bi hêza xwe ya teknîkê bawer dike û xwe dispêre xeta hevkariya Kurd. Îradeya xwe ya şer nîne, çeteyan, cerdevanan komî ser hev dike û tevlî operasyonan dike. Bi vî rengî dixwaze encamê bi dest bixe. Lê em li dijî vê yekê dozeke mafdar dimeşînin, em mafdar in. Ji doza azadiyê ya gelê Kurd bêhtir dozeke mafdar nîne. Em ji bo hebûn, ziman û neteweya xwe têdikoşin. Felsefeya Rêber Apo û şehîdên me ji bo me çavkaniya hêzê ne. Her heval bi vê baweriyê tedikoşe. Her gerîlayek mîna şêrekî li dijî dijmin şer dike. Bi hemû hevalan re îradeyeke mezin heye. Her wiha em bi aqlê xwe, bi rê û rêbazên xwe bawer dikin. Em ji perspektîfa xwe ya şerê gel ê şoreşgerî bawer dikin. Bi vê bawerî û biryardariyê li dijî dijmin şer dikin. Lê dijmin bi rê û rêbazên bêexlaq dixwaze encamê bi dest bixe. Lewma jî serketin wê ne ya dijmin be, wê ya gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê be.

Rola tîmên gerîla yên bi tevger di vî şerî de çi ye?

Tîmên bi tevger ên gerîlayên azadiyê yên kurdistanê bi hemû rê û rêbazan xwe diparêzin û şer dikin. Rola tîmên bi tevger girîng e. Çalakiyên gelekî serketî kirin. Yanî hêzeke biçûk derbên mezin dikare li dijmin bixe. Dikare li dilê dijmin bixe. Rê û rêbazên tîmên bi tevger, eger şaşiyek neyê kirin, wê heval derbên hîn girantir li dijmin bixin. Ne tenê tîmek, bi rengê koordîneyî çend tîm dikarin bi hev re tevbigerin. Bêguman li gel hev, timî bi rengê cuda dikarin tevbigerin. Em rê û rêbazên nû diafirînin. Rêbaza tîmê bi tevger teknîka dijmin têk dibe. Rleke xwe ya girîng a bi vî rengî heye.

Barê hevalan gelekî giran e, haya me ji vê heye. Lê belê divê heval zanibin ku bi roleke dîrokî radibin. Ji ber vê yekê bi sebir, bi plan, bi aqilane tevbigerin. Di mijara rê û rêbazan de kûr bibin ku bi xwîna şehîdan hatine avakirin. Heval dikarin li ser vê bingehê stratejiya dijmin têk bibin, stratejiya şoreşê bi ser bixînin.