Karayilan: Em ê berxwedanê geş bikin

Karayilan: Ji bo ku em gelan ji vê revdeya faşîst xilas bikin em ê berxwedanê geş bikin. Pêvajoya li pêş me wê bibe pêvajoyeke şer ê bi asta bilind ku herdu alî jî wê bixwazin encamê bigirin.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan ji ANF'ê re axivî û got rejîma faşîst a AKP-MHP’ê hemû qozên xwe danîne hole, li gel krîza aborî, siyasî û sosyal jî bi qenelîzekirna hemû derfetên xwe dixwaze ku bi mîsogerî ji vî şerî encamê bistîne û got, ‘’Em jî bi geşkirina berxwedanê û têkbirinê em armanc dikin ji toloke û tehdîda ku rejîmê ne ji bo gelê Kurd ji bo gelê Tirkiyê û Rojhilata Navîn jî ava kiriye hemû derdoran xilas bikin.’’Karayilan diyar kir berxwedana ku îro gerîla li Kurdistanê dike ne berxwedaneke wiha ye ku tenê bi azadiya Kurdan re sînordar e,di serî de jib o gelên Tirkiyê, şerekî têkilî azadî û demokrasiya gelên herêmê ye.

15’Ê TEBAXÊ RÛPELEKE NÛ VEKIRIYE

Karayilan got Pêngava Navdar a 15’ê Tebaxê di têkoşîna hebûn û azadiya gel de rûpeleleke nû vekiriye, ji bo dîroka Kurdistanê jî bi gelek taybetmendiyên nû û girîng e û diyar kir, beriya her tiştî li ser pîvana xwepartina ser îdeolojjî û felsefeyekê xwe hazir kriiye û berxwedaniyeke wiha ye ku bi bîrewerî hatiye destpêkirin. Karayilan got, ‘’Rastiyeke berxwedanê û xetekê îfade dike ku xwe spartiye ser felsefeya Apoyî, xwedî rameneke hevçax, ne ku bi civaka berdest xwe bigihîne encamê, bi guherandin û veguherandina civakê û xwenûjenkirinê armanc dike ku xwe bige hêza şoreşê. Weke ku tê zanîn berxwedanên beriya niha, bi giştî yên din bi rengê ku li dijî hêzên serwer li bara êrîşên heyî bi rengekî helwestî derketine hole an jî hin jê ne wiha bİn jî bi hêza berdest a eşîr û konfedarasyonê sêwirandina ku biçin encamê di dîrokê de cihê xwe girtine.

Pêngava 15’ê Tebaxê ya ku Rêber Apo hazir kiriye, pêngaveke wiha ye ku bi hêzeke kêm bi rê ketiye lê bi armancên mezin e. Ev pêngav, bi qasî ku li dijî dijminê serwer-mêtinger-qirker hatiye pêşxisn, li navxwe jî tê maneya xeta berxwedanê ya ji bo parçekirina zincîrên koledariyê. Ev xete xeteke têkoşînê ya ku wiha ye ku beriya  her tiştî şikandina zincîrên di mêjî de daniye ber xwe û bi vê çarçoweyê ji rastiya civakeke wiha ku hêviyaw ê hatiye şikandin, baweriya xwe neamye û teslîmbûn tercîh kiriye, aramnc kiriye ku bêbaweriyê veguherînê baweriyê, bêhêvîtiyê veguherînê hêviyê, tirsê veguherînê werekiyê û teslîmbûnê veguherînê berxwedanê. Ji vî alî ve 15’ê Tebeaxê ji berxwedaniyên beriya niha ji gelek aliyan ve cuda ye, her wiha di dîroka berxwedanê ya Kurdistanê de destpêkirina serdemeke nû ye.’’

15’Ê TEBAXÊ NE TENÊ SERHILDNEKE ÇEKDARÎ YE; BANGA BERXWEDANA CIVAKÎ YE

Karayilan bi berdewamî got, ‘’Heke mirov Pêngava 15’ê Tebaxê tenê weke serhildaneke çekdarî bibîne ev ê nêzîkatiyeke pir berteng û sereser be. Wê ne rast jî be. Teqîna çekê aliyê xwe yê sembolîk e. Bi esasî banga berxwedanê ya li civakê ye .Bi nûjenkirina civakê pêngava ku civakê ser piyan e pêngava 15’ê Tebaxê’’ û diyar kir civakîbûna pêngavê û geşbûna serhildanan bi temamî encamên têkilî vê taybetmenidya 15’ê Tebaxê ne. Karayilan her wiha got, ‘’Jixwe armanca Pêngava 15’ê Tebaxê, ya têkoşîna gerîla ew bû ku bibe gel. Ji bo ku ev bi ser xist hê di sala 9’an a têkoşîna gerîla de li bara pergala dewleta mêtinger a Tirk serkeftineke mezin bi dest ve aniye. Polîtîkaya înkar û îmhayê ya qirker a dewletê bêencam maye.’’

LI DIJÎ SERWERIYÊ DI TÊKOŞÎNA HEBÛNÊ DE BÛYE HÊZA SEREKE

Karayilan wiha domand: ‘’Pêvajoya berxwedanê ya ku bi Pêngava 15’ê Tebaxê re dest pê kirî, di nav pêvajoya berxwedanê de xeta Kurdê azad ku her çûyî bi ser ketî û civakî bûyî ne tenê bi dewlta Tirk a faşîst re, bi hêzên NATO’yê re jî bêgav maye ku têbikoşe. Têkoşîna gerîla piştî Komploya Navnetewî bi cihêrengiya xwe heta roja îro hatiye. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku her demê çareseriya siyasî li ber xwe daniye û xwe dispêrê ser vîna civakê,ji bo gelê Kurdistanê li dijî serweriyê di têkoşîna hebûnê de, parastina vîn û kesayatê de bû hêza sereke. ‘’

PÊNGAVA 1’Ê HEZÎRANÊ Û ARMANCA WÊ

Karayilan li ser Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an ku weke ‘’15’ê Tebaxa Duyan’’  tê binavkirn û Şerê Şoreşgerî yê Gel yê ji 2010’an û vir ve got, ‘’Pêngava 1’ê Hezîranê li dijî hişmendiya dewleta mêtinger-qirker û serwerîxwaz e ku ber bi çareseriyê ve nayê û ji hewldanên tasviyekirinê naqere, bi rengekî aktîv geşkirina xweparastinê ye. Ji vî alî ve hewl daye ku di serî de bi çalakiyên sînordar û hişyarker dewlet pirsgirêkê bibîne û wê bikişîne nav diyalogê. Ji vî alî ve çalakiyên di navbeyna 2004 û 2010’an de çalakiyên bi rengê hişyarîdayinê ne, bi çarçoweya parastina aktîv in. Jixwe vê têkoşînê dewlet kişande ser masê. Ango pêvajoya Osloyê û bi astên cuda zemînên diyalogê çêbûn. Li gel vê piştî ku hate fêhmkirin ti niyeta xwe ya çareseriyê nine, êdî perspektîveke aşkeretir hatiye danîn.

VEBIJÊRKA ŞERÊ ŞOREŞGERÎ YÊ GEL

Rêber Apo got, ‘’Di çareserkirina vê meselyê de tercîha me ya pêşî û ya ku em bêhtir girîngî pê didinê çareseriya demokratîk-yasayî ya li ser diyalogê ye. Lê dewlet ber bi vê nayê. Heke ji niha û pê de jî neyê gelê Kurd ne bê çare ye .Vebijêrka duyan çaresreiya Şerê Şoreşgerî yê Gel e’’ û jixwe ji wê demê û vir ve bi perspektîfa Şerê Şoreşgerî yê Gel têkoşîn geş dibe. Ev her wiha dibe Serdema Stratejîk a Çaran jî, ango serdema ku çareseriyê bi hêza xwe û vîna xwe pêk bîne. Di vê serdemê de mirov dikare behsa çar hêzên sereke bike;

* Hêza gerîla

* Tevgera serhildanê ya gel a rêxistinî, ango têkoşîna civakî ya ku wê bi pêşengiya jin û ciwanan geş bibe.

* Rêxistiniya hêzên xweparastinê ku parastina civakê dîsa di nav civakê de gel dike. Ango li her taxê û li hemû qadên ku civaka me lê ye, geşkirina rêxistiniya paratina sivîl ku li dijî êrîşên tundiyê yên li ser civakê bikaribe xwe biparêze.

* Li ser tifaqa  têkoşîna ku gelê Kurdistanê li metropolan dide û ya tevgerên şoreşger-sosyalîst-demokratîk a Tirkiyê rol û misyona şoreşger a ku çînên kedkar ên Tirkiyê di tevgera şoreşê de bilîzîn.

ESASÎ NE TEKNÎK LÊ ÎSTÎXBARAT E

Karayilan li ser propagandaya ku dibêjin li bara asta teknîk û teknolojiya şer ‘gerîlatî qediyaye’’ behsa gerîlayê profesyonel, gerîlayê modern kir û got,’’Şer îro li ser îstîxbatê tê meşandin, stratejî û taktîk li gorî vê têne diyarkirin. Bêyî îstîxbaratê teknîk bi sere xwe nikare encamgir be. Teknîk li ser hîmê rênîşandêriya teknîkê encamgir e. Ji vî alî ve ya esasî ne teknîk e, îstîxbarat e.’’

Karayilan bi domdarî got, ‘’Hêzên mêtinger-serwer li ser van derfetên bi geşbûna teknolojîk dibêjin, ‘’êdî gerîlatî qediyaye; ji ber ku derfetên îstîxbararê zêde bûne, gerîla li kûderê tevgere jixwe tê kontrolkrin û bi teknîkê li wan tê xistin û bêencam têne hiştin’’ û vê li ser têkoşîna gerîla digihije encamek fikrî. Bi tespîta Rêber Apo ya li ser felsefeya dahurandina mirov, ‘’teknîka herî mezin mirov e’’ lêhûrbûna li mirov, bi asta ku asta ku zîrektî, afirîndinniya mirov zêdetir derxînin hole, em bawer dikin ku em zîrektiya microvan bi wê dewlemendiyê ye ku dikare vê teknolojiyê têk bibe. Li ser vê bingehê li ser zîrektiya afirandinî ya mirovan û helwesta qeyîm-biryardar û bi vîn weke milîtan û şervanê şoreşger ê tam profesyonel em dive gerîlayê sedsala 21’ê li Kurdistanê geş bikin.

GERÎLAYÊ PROFESYONEL

Gerîlayê sedsala 21’ê gerîlayê profesyonel e. Em gerîlayê profesyonel li ser sê lingan datînin;

*Gerîlayê bawermend, biryardar, bîrewer û bûyî partîyî dive xwedî jiyan û helwesta milîtanî be.

*Divê çanda leşkerî di xwe de serifandibe, bidisiplîn, biplane be, xwedî zîrektiya tevgera xef be û xwedî kesayateke têra xwe rêxistinî ya leşkerî be .Gerîlayê wiha dive di zanîna leşkerî de kûr bibe, li ser mijarên stratejî û taktîkê de gihaştibe astekê.

*Tê maneya asta şervaniyê ya yu li ser teknîka şer bûye pispor, xwedî brans, teknîkê bi rengekî pisporî dikare bike bin ximzeta taktîkê, serwerî teknîka şer.

Bihevrebûn van sêyan, ango partîbûn, leşkerîbûn û pisporbûn, aşkere ye ku li nav gerîla wê rawesteke leşkerî bîne. Di nav gerîla de profesyonlî bi vê maneyê tê gotin..

GERÎLAYÊ MODERN

Gerîlayê modern jî gerîlayê serdemê ye. Taybetmendiya sereke ya gerîlayê serdemê ew e ku îstîxbarata dijmin pûç bike. Bi xwenixumandina bêkêmasî, bi kamûflafeke nazik û bi şêwaza tevgerê ya disîplîna gewherî, nakeve ber kontrolê lê dijmin, dixe ber kontrolê, li gorî vê dikare bi tevgerên zeraqî be, em behsa hêza gerîla ya nepen dikin. Weke xeyaletan, ne li ti deverê lê dema ku hewce kir dikare li her devrê be, jib o gerîlayê ku xwedî zîrekiya afirandinê û manewrayê ye em ‘gerîlayê modern’ dibêjin. Bi kurtasî, gerîlayê profesyonel-modern ew gerîla ye ku dikare li dijî îstîxbat û teknolojiya şer a serdemê bibe bersiv.’’

BI KONSEPTA NÛ DIXWAZIN TEVGERA AZADIYÊ YA KURDISTANÊ TASVIYE BIKIN

Karayilan derheqê êrîşkariya Tirk a van salên dawî got, ‘’Weke ku tê zanîn ji 2015’an ji şerê fermi û vir ve 5 sal derbas bûn. Pergala dewleta Tirk bi tifaqa hemû damarên nîjatperest, millîyetgir, netewî, faşîst rêxistiniye rejîmekê kir. Fethillahî yên ku li derveyî vê tifaqê man jî karîn ku bikişînin kemînê û wan serkut bikin. Bi esasî li se hîmê konsepta ku nû danîne, hate armanckirin ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê tasfiye bikin û li ser vê bingehê serweriyê li sînorên Mîsak-I Millî bikin, dewletên herêmê yên Sûriyê, Iraq û Libyayê bikin bin serweriya xwe û desthilata rejîma faşîst mayinde bikin .Ji bo vê diviya pêşî Tevgera me bihata serkutkirin. ‘’

ÊRÎŞÊN GIŞTÎ YÊN DEWLETA TIRK ENCAM BI DEST NEXISTIYE

Karayilan bi domandarî got, ‘’Gotin piştî Nîsana 2017’an wê kesek nikaribe navê PKK’ê jî bibêje. Bi vê armancê şerekî giştî geş kirn û xwestin ku îmhaya teqez pêk bînin. Rejîma AKP-MHP’ê xwest ku tevgera me tasfiye bike û li ser polîtîkaya qirkirina Kurdan dahatuya xwe ava bike. Ji ber vê jê re, ‘’şerê manûnemanê’’ gotin lê di vê pêvajoyê de ya ji pênc salan zêdetir ti encamp nestandin. Êrîş anîn ser Rojava, Başûr, siyaseta Kurd, bi her hawî êrîş anîn. Di van êrîşan de bêguman me şehîd dan, me berdêl dan lê bi berxwedaniyeke mezin mewzî hatin parastin û dijmin hatiye pûçkirin. Bi kurtasî êrîşên giştî yên dewleta Tirk ti encam bi dest nexistiye, bi ser neketine.’’

DI PÊVAJOYA PÊŞ DE ŞER WÊ GIRAN BE Û JI BO HERDU ALIYAN JÎ ENCAMÊN GIRÎNG HEBIN

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan bi berdewamî got, ‘’Niha rejîma faşîst a AKP-MHP’ê hemû qozên xwe datîne holê, li gel krîza aborî, siyasî û sosyal a ku pergala siyasî dijî, her cure derfetê qenelîzeyî şer dike û dixwaze bi teqezî encamê bistîne. Li dijî vê em jî li djî vê rejîma faşîst-qirker-nîjatperest armanc dikin ku berxwedanê geş bikin, nehêlin ku bi ser bikeve û bi têkbirina wê vê rejîmê ya ku ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelê Tirkiyê û hemû gelên Rojhilata Navîn taloke û tehdîdên ku çêdike hemû derdoran rizgar bikin.  Berxwedana ku îro gerîla li Kurdistanê geş dike, ne tenê bi azadiya gelê Kurd re sînordar e. Ev şer di serî de gelên Tirkiyê, bi dahata azad û demokrat a gelên herêmê re têkildar e. Ji bo ku em gelan ji tehdîda vê revdeya faşîst a li ser kar, ji pergala zextê xilas bikin em ê berxwedanê geş bikin. Ji vî alî ve mirov dikare bibêje, pêvajoya li pêş me, wê bibe şerekî  pêvajoya şer a herî giran ku herdu alî jî bixwazin encamê bistînin. Di vî şerî de ji bo herdu aliyan wê encamên girîng hebin, bêguman ji bo dahatuya gelê me û bi giştî ji bo tevgera şoreşê wê encamên xwe yên pir girîng û stratejîk hebin.  Li Kurdistanê, Tirkiyê û herêmê ne ji bo tarîtiya faşîst, ji bo geşbûna pêşverûtî, azadî û demokrasiye, îro girîngiyeke mezin heye ya têkoşîna gerîla ya li Kurdistanê. Ji bo asta ku şer gihayê mirov dikare vê bibêje.’’

EM DI NAV PÊVJAJOYEKE STRATEJÎK DE NE, DIVÊ GELÊ ME ÇALAKTIR XWE TEVLÎ PÊVAJOYÊ BIKE

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel  Murat Karayilan got ,’’Di sala 37’an a 15’ê Tebaxê de em ketine nav pêvajoya têkoşînê ya pir stratejîk. Encamên vê têkoşînê li ser diyarkirin dahatuya gelê me û gelan wê bi roleke mezin be. Ji ber vê li ber me pêvajoyeke têkoşînê ya pir girîng heye. Divê hemû gelê me yê welatparêz, di serî de jin û ciwan, hemû dînamîkên civakî divê bi rengekî çalakkir tevlî pêvajoyê bibin. Di vê qonaxê de ku berxwedaniya civakî û çalakî wê kedeke zêde bidin pêvajoyê, hewcehiya civaka Kurdistanê bi têkoşîneke rêxistinî heye.’’

Ll DIJÎ TAKTÎKÊN ŞERÊ TAYBET TÊBIKOŞIN

Karayilan bi berdewamî got, ‘’Di serî de jin û ciwan ez bang li çînên kedkar, rewşenbîr, hunermend û hemû beşên civaka me dikim, li dijî taktîkên şerê taybet ê dewleta mêtinger-qirker têbikoşin. Ez bang li ciwanan dikim ji bo parastina mirovên me piştevanê hev bin. Rêya parastinê rêxistinî ye. Di serî de ciwan dive her kes li her deverê rêxistinî be. An na ev dijmin bi her cure rêbazên dermirovî, bi şanta, gefxwarin û êşkenceyê dixwaze mirovên me bixe. Di vî şerî de ya li dijî gerîla her çendî cerdevan nebin jî, hin avanî hene ku di nav cerdevanan de kirnie kontra û sîxûr. Îro di van operasyonan de van bi kar tînin. Niha li Heftanînê tê xwestin ku bi van avaniyên çeteyan şer bidomînin.’’

BERXWEDANIYA CIVAKÎ DI SERXISTINA TÊKOŞÎNA STRATEJÎK DE WÊ BI ROLEKE GIRÎNG BE

Li Heftanînê îro asta şer a ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê danîne hole, zîrektiya taktîk û teknîk performanseke wiha ye ku nîşan dide mirov wê çawa bi ser bikeve. Bi xeta ji nûvesazbûnê ya ku gerîla bi qismî bi cih tine heke ev encam têne standin, heke xeta ku em jê re ‘’gerîlayê dema nû’’ dibêjin tam wer bicihanîn aşkere ye ku wê encamên xurtir bi xwe re bîne.  Lê li bara vê divê civaka me jî bihistyar be. Li dijî van avaniyên çete ku têne vî şerî bibe xwedî helwest, bike ku dev jê biqerin, li dijî xebatên sixûrkirina dijmin jî dive tevdîrên karîger pêk bîne. Heke helwest û berxwediyeke wiha ya civakî were nîşandan, di serxistina têkoşîna stratejîk a berdest de ev ê bibe xwedî roleke girîng.

Her wiha ev şer ne tenê bi gelê Kurd re têkildar e. Her wiha ev şer têkilî gelên Tirkiyê û herêmê ye jî. Divê hemû gel piştevanê hev bin, hevkariya hev bikin û yekîtiyên şoreşger çêbikin û li dijî faşîzmê mil bi mil têkoşînê geş bikn, ev peywira herî sereke ya şoreşgerî ye .Ji vî alî ve ez bang dikim ku her kes ji eniya xwe ve têkoşîna şoreşger geş bike û ji bo vê fedadariya hewce bike.’’

BANGA LI CIWANAN: TEVLÎ NAV REFÊN GERÎLA BIBIN

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan herî dawî bang li ciwanan kir û got, ‘’Nexasim ciwanên welatparêz ên Kurdistanê, di vê serdema girîng a dîroka têkoşîna me de divê bi berpirsyariya xwe rabe û di serî de li nav gerîla, bi hemû rengî tevlî nav têkoşînê bibe û bi rola xwe ya şoreşgerî rabe.’’