Karayilan: Divê gelê me çalakgeran bi tenê nehêle

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê yek ji çalakiya herî bi rûmet e û got, "Divê gelê me çalakgeran bi tenê nehêle û guh bide wijdanê xwe."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê û Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan tevlî Bernameya Taybet a Stêrk Tv bû. Karayilan pirsên Rosîda Mardîn bersivand û bal kişand ser berxwedana li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Karayilan diyar kir ku ew salvegera 21’emîn a komployê dixwazin bikin sala têkoşînê û bal kişand ser vî tiştî ku ew dixwazin komployê parçe bikin.

BANGA YEKÎTIYA NETEWEYΠ

Karayilan banga yekîtiya neteweyî dubare kir û got ku, “Dema ku em banga yekîtiya neteweyî dikin, em nabêjin bila werin tevlî me şer bikin. PKK bi qasî ku têrî wê bike, şer dike. PKK ji şer natirse. Ji ber ku hêza şer e û fedaî ye.”

Karayilan bi bîr xist ku 20 sal ji ser komployê derbas bû û got, "Ez wan şehîdan bi hurmet bi bîr tînim ên ku bi çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li hemberî komployê çalakî li dar xistin. Di van 20 salan de berxwedaneke bi rûmet pêk hat. Ez di şexsê rêhevela Erdal, Adil, Nûda, Viyan, Delal,Atakan û Zekî Şengalî de hemû şehîdên me bi bîr tînim." Çend ji xalên sereke yên di axaftina Karayilan de derketin pêş wiha ne:

KOMPLO NEGIHIŞT ARMANCA XWE

"Gelê me û Tevgera me ji bo ku komplo negihêje armanca xwe, berxwedaneke xurt kirin. Bi saya helwesta Rêber Apo ya li Zindana Îmraliyê û bi paradîgmaya nû, bi berxwedana qehremanên me û fedakariya gelê me, komplo bi ser neket. Armanca komployê ev bû ku, tevgera me tasfiye bikin. Heke îro ev tişt pêk nehatibe, ev jî diyar dike ku komplo negihiştiye armanca xwe. Me di 20 salan de komplo şikand lê me nekarî em wê ji holê rakin. Komploya li ser gelê me, 20 sal in heye lê li ser gelê Kurd komploya herî mezin bi Peymana Lozanê hatiye kirin. Heta Lozanê digotin ku ew ê Kurdistanek were avakirin lê çi bû? Welatê me kirin çar parçe û înkar kirin. Em ji berê ve dizanin ku helwesta welatên Ewropayê ya li dijî gelê me neyînî ye. Ji bo çareseriyê tu hewldana wan tune û piştgirî dane dewletên ku li ser Kurdistanê siyaseta qirkirinê meşandine. Rêber Apo di sala 1998’an de ji bo çareserkirina bi rêyên aştiyê çû Ewropayê. Serokwezîrê Îtalyayê yê demê Massîmo D’Alema heqîqet dît û ji bo çareserkirina doza Kurdan li Ewropayê geriya. Lê hemû dewletên Ewropa ev çareserî red kirin. Bêguman Emerîkayê pêşengiya komployê kir û dewletên Ewropayê bingeha vî tiştî ava kir.

DOZA KURDAN KÊŞEYEKE NAVDEWLETÎ YE

Nêziktêdayîna van dewletan hê neguherî ye. Ev dewletên hanê û koalîsyona navneteweyî pênc sal in li dijî DAÎŞ’ê şer dikin. Li hemberî DAÎŞ’ê Kurdan ji Efrînê heta Kerkûkê şer kirin. Lê van hêzan helwesta xwe ya li hemberî Kurdan neguherandine. Em Kurd ne bi tenê mexdûrên dewletên Tirk, Ereb û Farisan e. Em mexdûrên dewletên navneteweyî ne jî. Doza Kurdan ji ber vê jî kêşeyeke navdewletî ye. Ji ber ku bi peymaneke navdewletî Kurd hatine înkarkirin. Bi têkoşîna me,helwesta van dewletan piçekî guheriye lê ji binî ve nehatiye guherandin. Niha hin rayedarên Başûrê Kurdistanê hewl didin sûdê ji vî tiştî werbigirin lê ev şaş e. Ji ber ku gelê Kurd wekî netewe nayê qebûlkirin. Gelê Kurd mafê wan heye li ser vê axê bi azadî bijîn. Lê gelo dewleta dagirker a Tirkiyeyê bi kîjan mafî tê axa me dagir dike? Erdogan her roj dibêje ‘Ez ê têkevim wê derê, ez ê wê derê dagir bikim’ Lê tu kes ji Erdogan re nabêje, ‘Kurd yek ji gelên qedîm ên vê axê ne, dixwazin bi çand û zimanê xwe li ser vê axê bijîn, gelo tu çima vêya wekî xetere dibîne.’ Dikarin bibêjin, lê ji ber berjewendiyên xwe nabêjin. Ji ber ku ew bi xwe înkarkirina Kurd û Kurdistanê pêş dixin. Aliyekî komployê jî ev e.

Li hemberî komployê asta me ne xerab e. Komplo êdî qels bûye. Herî dawîn ji bo sê rêhevalên me xelata pere hatiye hate dayîn û hate xwestin ku Rojava pêşkêşî Tirkiyeyê were kirin. Lê li hemberî vê biryarê gelê me nerazîbûnek nîşan dan û komplo qels kirin. Çend roj berê serlêdana derbarê Berxwedana Cizîrê ya li DMME hate redkirin. Li Cizîrê li pêş çavên mirovan 137 mirovên me hatin şewitandin. Ev qetlîam sûcekî mirovayetiyê ye. Lê DMME got ku hê ‘Rêya hiqûqî ya navxweyî nehatiye qedandin’ û doz red kir. Em jî dibêjin ‘Heke li Tirkiyeyê hiqûq hebe, gelo çima ev hiqûq li Îmraliyê naxebite? Li gorî hiqûqa Tirkiyeyê her girtî dikare bi malbata xwe û parêzerên xwe bicive. Gelo çima ev maf li Îmraliyê pêk nayê’ Konseya Ewropayê jî îro sextekariyê dike. Qaşo CPT divê pêşiya êşkenceyê bigire? Lê ka? Sextekariyê dikin û tenê li berjewendiyên xwe dinihêrin. Îro li ber CPT’ê 14 kes 57 roj in di greva birçîbûnê de ne. Gelo çima vî tiştî nabînin?

PÊNGAVA GREVA BIRÇÎBÛNÊ QÎRÎNA CIVAKÊ YE

Çalakiyên greva birçîbûnê bi biryara rêxistinê pêk nehatiye. Mirovan bi îradeya xwe ya azad dest bi vê çalakiyê kirine. Şoreşgera hêja Leyla Guven ev tişt dît û dest bi çalakiyê kir. Lê ev deng, qîrîna civakê ye. Sermesele welatparêzek radibe, li dereke cîhanê dest bi berxwedanê dike. Divê vê îtîraz û daxwaza mafdar a civakê were dîtin. Kom nayên ba hev û biryara çalakiyê nadin. Her kesek biryara xwe dide û wisa dest bi çalakiyê dikin. Divê were zanîn ku tecrîd dûmahîka komployê ye. Rakirina tecrîd û komployê jî peywira me ye. Tişta ku divê me bikira, çalakgerên hêja yên vî gelî bi rê ve dibin. Ev helwesteke bi rûmet û watedar e. Ez careke din hemû çalakgerên greva birçîbûnê silav dikim. Heke îradeyeke ji pola tunebe, mirov nikare bi mehan di vê çalakiyê de be. Ji ber vê jî çalakiyên greva birçîbûnê, çalakiyên bi rûmet in. Îro Leyla Guven û Nasir Yagiz pêşengên me ne. Li Straboûrgê 14 heval di greva birçîbûnê de ne. Mesele Mûstafa Sarikaya ji 13 saliya xwe di nav vê têkoşînê de ye û 41 sal in li ber xwe dide. 20 salan di girtîgehê de maye. Kedeke mezin daye vê têkoşînê. Di heman demê de Yuksel Koç, Gulistan Çiya Îke û Kerem Solhan jî kesên wisa ne û a niha rewşa wan giran e lê berxwedana xwe didomînin. Hemûyan ked û berhem dane. Sermesele Îmam Şîş li Gallerê 56 roj in li Gallerê tena serê xwe di greva birçîbûnê de ye. Ev çalakger îradeya civakî ya gelê Kurd nîşan didin. Li zindanan jî rewş wisa ye, hejmar bûye 300 û çalakî ketiye roja 57’an. Li zindanan çalakiya greva birçîbûnê zehmettir e. Ev îradeyeke mezin e, helwesteke bi rûmet e. Divê gelê me û demokratên Tirkiyeyê guh bidin dengê çalakgeran. Ji bo grevên birçîbûnê çalakî û mîtîng hene. Lê ev têr nake. Helwesta parlementerên Kurdan gelekî ji rêzê ye. Divê were dîtin ku helwesta niha, qels e. Ji ber ku hatiye asta krîtîk. Heke şehadet pêk werin, qatilên vî tiştî Erdogan e. Guven parlementereke meclîsa Tirkiyeyê ye û 95 roj in di greva birçîbûnê de ye, heke şehîd bibe, qatilê wê Erdogan e.

Divê ev çalakî bibin girseyî. Gelek rêyen çalakiyan heye. Şertên normal tune, êdî her tişt awarte ye. Vê serdema awarte, berpirsyariyê dide me. Kîjan çalakî be, teqez sûdeke wê heye. Rêbertî berê jî gotibû, ‘Heke tu tiştekî nikare bike, dia bike’ Kî kîjan çalakiyê dikare bike, divê bike. Karakter û taybetiya vê serdemê ev e.”

DI 15’Ê SIBATÊ DE WÊ GELÊ ME PEYAMEKE PÊWIST BIDE

Ji ber şertên zivistanê, ji bo gerîla rewşên dijwar hene. Lê amadekariyên tevgera me hene. Bi berxwedana grevên birçîbûnê re, pêngavek hate destpêkirin. Em bawer in di 15’ê Sibatê de ew ê ev pêngav xurt bibe. Gerîla jî ew ê peyama pêwist ji vê berxwedanê derxe. Dema komployê çawa ku gelê me li her derê daketin qadan, divê niha jî heman tişt pêk were. Em dizanin ku heta komplo parçe nebe, em nikarin bibêjin ku em bi ser ketine. Ez nabêjim ew ê her tişt îsal pêk were, lê tiştên ku îsal ew ê biqewinin ew ê salên pêşiya me jî diyar bikin.

EM ÇALAKIYÊN ŞEWITANDA BEDENÊ QEBÛL NAKIN

Di 15’ê Sibatê de di warê çalakiyan de hin şaşî tên kirin. Gerîla çeka xwe datîne cihekî û li çiyayan bedena xwe dişewitine û dibêje ‘Ez dijmin protesto dikim’ Ev nabe. Rêxistina me biryar da, yên ku wisa bikin, em ê wan şehîd îlan nekin. Divê hemû hevalên me vî tiştî bizanibin. Bi şewitandina bedenê nabe. Va ye çalakger rêya rast nîşan didin, li ber xwe bide!

Gerîla di çarçoveya projeya xweavakirinê de divê xwe bike hêza serfiraziyê. Divê gerîla amadekariyên xwe li gorî vêya bike. Bi sebr, biryardarî û vîneke mezin divê xwe ji serfiraziyê re amade bike.

ÇALAKIYA GELÊ ŞÊLADIZÊ ÇALAKIYEKE BI RÛMET E

Divê were diyarkirin ku çalakiya gelê Şêladizê, çalakiyeke bi rûmet e. Ez gelê Şêladizê silav dikim û şehîdên Şêladizê bi minnet bi bîr tînim. Ew şehîdên Kurdistanê ne. Niha li Şêladizê ji ber serhildanê hatine girtin lê divê were diyarkirin ku li wê derê helwesteke neteweyî hate nîşandan. Divê hemû alî, vî tiştî wisa binirxînin. Gelê me li ber teqandinê bû û helwesta xwe wisa nîşan da. Ev helwesteke bi rûmet e.

Di vê pêvajoyê de heke em siyaset û stratejiyeke neteweyî ava bikin, ew ê gelê Kurd li Rojhilata Navîn bi ser bikeve. Derfet û şertên serkeftinê heye. Dema ku em banga yekîtiya neteweyî dikin, em nabêjin bila werin tevlî me şer bikin. PKK bi qasî ku têrî wê bike, şer dike. PKK ji şer natirse. Ji ber ku hêza şer e û fedaî ye.

Niha ji bo ku hevalên me êrîşî qereqolan nekin an jî tiştekî cihê nekin, em bi zehmetî pêşiya wan digirin. PKK hêzeke fedaî ye û ji tu kesî natirse. Lê ji bo serfiraziyê pêdiviya me bi yekîtiyê heye, bi helwesteke yekîtiyê heye. Ji bo vêya jî em her dem bang dikin. Em hêvîdar in, hinek kes wê vê banga me rast fêm bikin û ew ê yekîtiya neteweyî pêk were.”