Karayilan: Şêrên Zapê di dîroka şer de rûpelekî nû dinivîsin

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan xîtabî gerîlayên li Zapê kir û got “300 şervanên Spartayî yên ku destan nivîsandin, derbên giran li Împaratoriya Persan xistin. Şêrên Zapê jî di dîroka berxwedanê de pêvajoyeke nû didin avakirin

Mûrat Karayilan diyar kir ku bi alîkariya piştgiriya Gladyoya NATO’yê, teknolojiya serdemê û çekên kîmyewî yên ku li dinyayê hatine qedexekirin li hemberî wan tê bikaranîn û lê ligel vî tiştî jî berxwedeneke dîrokî derketiye holê. Karayilan xwest gelên Kurdistan û dinyayê xwedî li vê berxwedanê derkevin û got “Divê him gelê me û him jî dostên me baş bizanibe, ev karekî giran e. Fedakariyeke mezin tê nîşandan. 24 saetan bomberdûmaneke hovane û êrîşên kîmyewî ya dijmin hene. Sekinandina li hemberî vî tiştî ne tiştekî hêsan e. Peyv têrê nakin.”

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel  Mûrat Karayilan ji ser cîhazê xîtabî gerîlayên li herêma Zapê yên ku li dijî êrişa dagirker a ku dewleta Tirk a dagirker di 17’ê Nîsana 2022’an de dabû destpêkirin şer dikin. Karayilan derbarê berxwedana mezin a gerîlayên HPG û YJA-Starê agahiyên balkêş da.

Va ye peyama Karayilan:

“Ez destpêkê bi navê tevahî rêveberiya tevgera me we bi hezkirin, bi rêzdarî silav dikim. Meha Gulanê, meha şehîdan e. Ez tevahî şehîdên meha Gulanê û şehîdên şoreşa Kurdistanê di şexsê şehîdê yekem hevrê Hakî Karer û tevahî şehîdên berxwedana pîroz, Berxwedana Zap û Avaşînê di şexsê hevrê Mizgîn, Rohat, Rêber û Viyanan de bi bîr tînim. Li hember bîranîna wan, bi rêzdarî, bi hurmet serê xwe ditewînim. Soza me daye wan em dubare dikin û em dibêjin 'Ey Şehîd! Bila dilê we şad be. Soz û peymana me daye we, wê li erdê nemîne. Em ê ti caran ala we li erdê nexin, em ê bi bilindkirina têkoşîna azadiya Kurdistan xwedî li bîranîna we derkevin û tola we hilînin. Di meşa azadkirina Kurdistanê, azadkirina Rêbertî de em ê we bikin kesên nemir. Soz û peyman wê li ser vî esasî, bibe bingeha serketina paşerojê'.

Vaye, 40 roj diqede. Îro li herêma Zapê û Werxelê berxwedaneke dîrokî heye. Berxwedaneke pir mezin heye. Em dizanin vaya bi kedeke pir mezin tê meşandin. Bi keda şehîdên qehreman, bi keda we hevalan, bi fedakariya we hevalan ev berxwedana dîrokî, ewqas roj e bi şêwazeke serketî tê meşandine. Em baş dizanin, li hemberî me dijminekî ne ji rêzê heye. Dijminekî nijadperest, faşîst û hov li hemberî me heye. Qendî faşîst û hov e, ewqas jî tirsonek e, bêbext û namerd e.

FEDAKARIYEKE MEZIN TÊ RABERKIRIN

Bi piştevaniya Gladîoya NATO'yê teknolojiya serdemê hemû li hemberî me bi kar tîne. Lê ev dijminê bêbext tenê bi vê namîne. Çekên îro li cîhanê hatine qedexekirin ên kîmyewî jî li hemberî me bi kar tîne. Û em dizanin ku li hemberî va êrişên dijmin ên wisa bi her cûreyî çek tê de tê bikaranîn, bi îradeyeke mezin, bi cesareteke bilind, bi fedakariyeke pir kûr dîrokek tê nivîsandin. Di dîroka mirovatiyê de peleke nû tê pêş xistine. Fedakariyeke mezin tê raberkirine, di şexsê we hevalan de. Û ji bo wê em we hemû hevalan silav dikin û pîroz dikin. Em dizanin ku keda hûn raber dikin, cesaret û fedakariya îro li qada Zapê tê raberkirin, ne tiştekî ji rêzê ye. Li wê derê tenê ne ku di dîroka Kurdistanê de peleke nû ya zêrîn tê nivîsandin, destana qehremaniyê tê avakirin, tenê ne ew e. Li kêleka wê, di dîroka şer de pelekî nû tê nivîsandine. Di dîroka şerê mirovatiyê de, îro tiştên nû li axa Kurdistanê, li herêma Zapê pêk tên. Li hemberî teknolojiya serdemê, li hemberî her cûre çekên modernîteya kapîtalîst li wir îradeya zafera mirov, jêhatîbûna mirov, cesareta mirov tê raberkirin. Ango li hember teknolojiya serdemê îradeya însan dikare çi bike, çawa dikare bi ser bikeve, îro hûn heval vê heqîqetê pêşî cihanê tevahî dikin. Ji bo wê ev berxwedana, berxwedaneke pir girîng e. Di dîroka mirovahiyê de 300 zilamên Spartayî yê Yewnan ên cengawer li hember artêşa împaratoriya Pers, bi rojan li ber xwe didin, destanekê ava dikin. Artêşê hemû radiwestînin û wisa berhemekê ji bo dîroka şer, ji bo dîroka mirovahiyê ava dikin. Berxwedana 300 Spartayî wisa derbasî dîrokê dibe.

Cengawerên Apoyî jin û zilam in. Cewaziya xwe ew e. Jin û zilamên Apoyî li ser hişmendiya Rêber Apo xwe tevger kirî, xwe perwerde kirî, xwe wisa kiriye egîd, cengaweriya wan a îro heye. Lê em dizanin 300 şervanên Spartayî destanek ava kirin û derbeke mezin li împaratoriya Pers xistin. Feqet şêrên Zapê tenê wê destanê ava nekin, bi vî şêwazê berxwedanê, wê heman demê zaferekê ava bikin. Di berxwedana dîrokî de serdemeke nû bi pêş bixînin. Nîşana vê, 40 rojên derketî holê, vê heqîqetê raber dike.

Ev berxwedan ne li hember artêş û dijminekî ji rêzê tê kirin. Dewleta Tirkiyeyê li ser hişmendiya îttîhat terakkî dixwaze siyaseta qirkeriyê li ser Kurdistanê serwer bike û li ser gelên herêmê, gelê Ereb hîmaya xwe saz bike. Ji bo gelê Kurd û gelên herêmê xeterek mezin di hundirê xwe de dihewînin. Îro hûn li hember vê nijadaperestiyê, turanîzma îttîhat terakkî vê berxwedanê dikin. Û hûn li wir, li Zapê tenê ne herêma Rêkanî û Nêrweh diparêzin. Rast e, hûn wir diparêzin, axeke pîroz e. Feqet hûn di şexsê herêma Rêkan û Nêrweh de bi esasî tevahî Başûrê Kurdistanê diparêzin. Statuya Başûrê Kurdistanê diparêzin. Hûn heman demê tevahiya gelê Kurdistanê, destketiyên gelê Kurdistanê, hebûna gelê Kurdistanê û azadiya gelê Kurdistanê diparêzin. Li hember hişmendiya nijadperest a îttîhat terakkî li Zapê berxwedana îro bilind dibe, heman demê berxwedana gelê Ereb, tevahî gelên herêmê ye. Ji bo parastina nirxên gelê Asûrî-Suryan, gelê Ereb, Tirk, Fars û ji bo hebûn û azadiya gelê Kurd ev berxwedana îro tê meşandin pir girîng e. Heman demê ev berxwedan li ser hîmê neteweya demokratîk, li ser hîmê enternasyonalîzmê bilind dibe. 45 sal berî vê enternasyonalê mezin hevrê Hakî Karer li Kurdistanê şehîd ket, wisa xwîn rijand, bingeha vê partiyê û têkoşînê hate avakirin. 37 sal beriya vê Ezîz Ereb ango hevalê Nadir Şêx Hesen li Kurdistanê, li herêma Botanê şehîd ket. Ango pêleke enternasyonalîst li Kurdistanê wisa bingehek danî. Îro jî şopdarên Hakî Kareran hevrêyên Tirk, şopdarên Ezîz Ereban hevrêyên Ereb bi xwe di nav berxwedana Zapê de hene. Ez bi vê wesîleyê bi taybetî hevalên Ereb, berxwedêrên enternasyonal silav dikim. Ji bo wan serketinê dixwazim.

WERIN CENGA AZADIYÊ

Berxwedana ku îro li Zapê tê meşandin, ji bo her kesekî peyam û bang e. Ji bo hemû ciwanên Kurd, jinên Kurdistanî, ji bo tevahî ciwan, jin û gelên herêmê peyam û bang e. Banga werin cenga azadiyê ye. Lê ji bo tevahî mirovatiyê jî bangeke, dengeke. Li herêma Behdînanê, qada Zapê, cih û warê Rêkan û Nêrwehan îro tiştekî nû pêş dikeve, îradebûneke bilind radibe, cesareteke mezin li hemberî tevahî hovîtiya serdemê bi pêş dikeve. Ev ne tiştekî ji rêzê ye. Ev ji bo her kesî bang e. Ji bo her însanê xwedan wicdan, her însanê welatparêz, her kesê demokrasîxwaz, her însanê alîgirê biratiya gelan bangeke. Ji bo wê pir bi wate ye û bi îradeyeke mezin tê meşandine. Çawa ku Rêber Apo ev 24 sal in, li hemberî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê bi îrade û sebreke mezin radiweste, berxwedanekê dike, em şagirtên Rêber Apo jî divê li çiyayên Kurdistanê, li her devera Kurdistanê heman ferasetê temsîl bikin.  Îro hûn vê temsîl dikin, hûn vê dimeşînin. Ji bo wê rêzdariya her kesekî ji vê berxwedanê re heye. Di serî de yê me, wek rêvebir û tevahî hevalên me, tevahî gelê me, dostên me ji vê berxwedana pîroz re rêzdariya mezin heye. Bi kelecaneke mezin tê şopandin. Çavê me her kesî li wir e.

Berxwedana îro tê meşandin di aliyê dîrokî, îdeolojîk û felsefîk de, cardin di aliyê siyasî de pir zêde wateya xwe heye. Em dizanin her çiqasî aliyê xwe yê manewî û wateya xwe bilind û mezin be, ger ku li kêleka wê fedekarî, jêhatîbûn, îradeyeke mezin, afrînerî neyê raberkirin wê mirov nikaribe bi ser bixîne. Û jixwe ger ev tiştên wisa tune bin, ev kar ango ev berxwedan nagihêje asteke wisa dîrokî û wisa bi wate. Niha em dizanin, ev ne hêsanî ye û em jî jê ne dûr in. Divê gelê me jî zanibe, tevahî dostên me zanibin, yanî ev barekî giran e. Ev fedakariyeke mezin e, ev ne tiştekî hêsanî ye, 24 saet li hember vî dijminê hov li dij bombebaranê, li dij gaza kîmyewî sekinandin ne tiştekî ji rêzê ye. Hevok kêm dimînin. Mirov tenê bibêje îradeyeke mezin, sebreke mezin, cesareteke mezin ev jî têrê nakin. Îro tişta tê raberkirin di ser van tiştan re ye. Ji van tiştan pir mezintir e. Em baş zanin ku heval bi cefayî, bi çi awayî îro vî karî, vê berxwedana pîroz dimeşînin. Tiştekî pir bilind û bi wate ye. Di jiyana mirovatiyê, di têkoşîna dîroka mirovatiyê de bi rastî ev tiştekî nû ye. Lazime her kesek vê zanibe. Û hevalên ku niha vî karî dikin, vê berxwedanê dikin jî lazime bizanibin ku weke hevrêyên wan em pir di ferqa vê de ne û em jî weke li wir jiyan dikine. Nefes nefesa têkoşîna tê meşandin, bi rastî ne tiştekî ji rêzê ye û mezin e. Barê xwe giran e. Yanî ne hêsanî ye, artêşa NATO ya duyemîn tu 40 rojan rawestînî û tu bixwazî têk bibî. Beriya hemû tiştî, ev îdîayeke mezine, ev tenê bi serê xwe cesareteke mezin dixwaze.

DIJMIN HETA NIHA BI SER NEKETIYE

Lazime hûn weke hevalên fermandar, weke hevalên tevahî şervanên hêja, zanibin ev karekî girîng û dîrokî ye. Temam, rast e. Feqet ger li kêleka vî karî îradeyeke mezin, hevrêtiyeke bilind, ruhê fedaî yê Apoyî, rê û rêbazên Rêber Apo yên afrîner, aqilmendî, taktîk kûranî û dewlemendî tune be, mirov nikare bi ser bixîne. Ji bo wê lazime hûn di nav xwe de weke berxwedêrên Girê Sor ruhê hevrêtiyê xurt bikin, geş bikin, qîmeta hev pir pir bizanibin. Hevdu biparêzin, hevdu xurt bikin, bi vê hûnê sînerjiyeke mezin ava bikin.

Ya din; di warê taktîk de divê afrînerî pêş bixînin. Diyare dijmin dixwaze di nav hêzê xwe de şêwazê êrişê bi pêş bixîne. Feqet heya niha bi ser nexistiye. Yanî bi piştevaniya teknolojiya pir bilind û bi lêdana teknîkê wisa dixwaze xwe pêş de bide. Xuyaye wisa xwestiye xwe hinekî amade bike. Lê ji ber ku ew cesareta û ew ruhê di wan de nîne, wê nikaribin rasterast pêk bîne. Van demên dawî êrişên wan ê li ser Girê Cehennemê, herî dawî li ser Şikefta Birîndaran, cardin ê li ser Werxel ê Şehîd Şahîn, ê Kurojahro vê raber dike. Niha bi xwe nikanin, kûçikan dişînine û haşa kûçikê însan dişînin, Kurdan dişînin. Mixabin, mixabin, ma ne di êrişa li ser Girê Cehennemê de hevalan got; ên bi Kurdî hem jî bi Soranî diaxivin hebûn. Ew kî ne? Divê mirov wana tespît bike, feqet dewleta Tirkiyeyê di dîroka xwe her wisa kiriye. Jixwe jê re dibêje 'iti ite kırdırtma', yanî kûçik bi kûçik bide kuştin. Ew dixwazin cardin Kurdan bajon ser me.

ÇETEYÊN KURDÎAXÊV DIŞÎNIN

Wisa xuyaye çeteyên hemû deveran kom kirine, hem çeteyên Kurd, hem çeteyên Ereb kom dikin, dixwazin bi wana ji xwe re hêzeke wisa şer ava bikin. Ango rêbazên êrişê bi pêş bixin. Lê cardin bi ser neketin. Ji ber ku kûçikên du ling nikarîbûn bi ser bixînin, îcar kûçikên çar ling dişînin. Niha di van de encam negirtin.

Xuyaye wê dijmin hîn zêde giranî bide ser gazê. Yanî rêbazên namerd, rêbazên bêbext, rêbazên alçax wê pir zêde bi kar bîne. Divê heval li hemberî vê bi tedbîr bin. Yanî di vê xisûsê de, di hûrguliyan de hûn kûr bibin. Hem hûrguliyên tedbîran de divê rê û rêbazên we yên kûr hebin, aqilmendî hebe, hesasiyeteke mezin hebe û hem jî di warê pêşxistina taktîk de bi heman şêwazî divê hûn di hûrguliyan de kûr bibin. Hûrgulî ango detay pir girîng in.

Di vê xisûsê de xuyaye dijmin wekî din ti rê û rêbazên xwe nîne. Çi tiştê xwe hebe, heya niha hemû bi kar aniye. Wê çaxê divê em li gorî wê tedbîrên xwe bigrin û li gorî wê em li hemberî dijmin rêbazên şoreşgerî bi pêş bixînin. Niha beriya her tiştî, tunelên me kelayên me ne. Yanî di dîrokê de çawa kela hebûn, kelayên li ser erdê hebûn, her hêzeke xwedan kelayên mezin û baş bûya dikarîbû xwe li hemberî hêzên mezin biparasta û biserketa. Îro jî kelayên bin erd hene. Kelayên bin erd jî tunel in.

Li vir tiştê ez dixwazim bibêjim ev e; em ji hemû hevalan dixwazin, hêvî dikin, hevalên hêja, di van tecrûbeyan de kûranî çêbikin. Hessas bin. Bila ziravî li gel we hebe. Hûn bikaribin xwe biparêzin, divê hûn xwe bikin hêza zaferê. Tenê ne li ber xwe bidin, vê berxwedanê bigihînin zaferê. Ji bo vê yek; divê şerê tunelan rê û rêbazên bi serketî bê meşandin. Bi rê û rêbazên kûr û zirav were meşandin.

Em ji bo hevalên Avaşînê jî silavan dişînin. Berxwedana wan a li Werxelê baş e. Feqet divê ew berfirehî eyaleta Avaşîn bikin qada şerê tîman. Em li bendewarî wê ne. Ez bawerim heval li ser wê mijûl in, radiwestine. Niha ger ku wisa hemû qad têkevin meriyetê, kî qadên din ne hewce ye ez nav bibêjim, her kes divê li erkên xwe xwedî derkeve, wisa li derdora berxwedana Zapê xelekeke girîng çêbibe. Li tevahiya Kurdistanê gelê me jî piştevanî dike. Bi rastî li derveyî welat, hundirê welat gelê me jî bi fedakariyeke mezin piştevanî dike. Ev piştevanî her biçe xurt bibe, tevlîbûn geş bibe, em bawer dikin berxwedana Zapê wê bi xwe re qonaxeke nû ava bike.

Ji bo wê bêguman tenê cesaret têrê nake. Cesaret û fedekarî bingeh e. Lê bi tena xwe têrê nake. Afrînerî pêwîst e, aqilmendî pêwîst e. Bi şêwazeke awarte, jêhatîbûn pêwîst e. Ger ku hemû heval cewherê wan de tiştê heyî, li ser hîmê îdeolojiya Rêber Apo bi kar bînin, em bawer dikin ku gelek tişt di naveroka cewherê hevalan de heye. Ev riha di we de heye. Heya niha fedakariya we kirî raber dike ku heye. Tenê divê hûn qîmeta xwe bizanibin, hûn xwe biparêzin, hûn hevdu biparêzin, hûn divê di nav xwe de komînalîzmeke mezin bimeşînin û di nav xwe de aqilmendî bimeşînin. Bizanibin ku hûn îro pêşengiya dîrokî dikine, hûn îro roleke mezin dileyzine, divê ku hûn ji heq derkevin. Ji bo heq derkevin divê xwe biparêzin, ji bo heq derkevin divê taktîk afrînerî pêş bixînin. Îşte li ser vî hîmî, ger ku rihê fedaî Apoyî û bi cesaret, cardin afrîneriya Apoyî, aqilmendiya Apoyî û taktîk kûranî, dewlemendî çêbibe, wê sedî sed serkeftin a we be, a me be, a gelê me be, a gelan be. Serkeftin a azadî û demokrasiyê be. Serkeftin a perspektîfa neteweya demokratîk be.

Ez bawer dikim ku va naveroka di nav hevalan de heye. Lê tenê divê baldar bin, rol û mîsyona xwe tim bifikirin, li gorî wê demdirêj de pilana xwe pêş bixînin. Em bizanibin demeke dirêj li pêş me heye. Rast e, em dixwazin rojekê berî rojekê dijmin têk bibin. Lê divê em bikaribin şer demdirêj bifikirin, pilana xwe wisa bikin, xwe zû newestînin, xwe wisa zû nekin hedef. Em heya heye, demdirêjiyê esas bigrin, li ser vî esasî ger ku heval tevbigerin weke me go; bîr û baweriya me û tevahî hevalan heye ku, ev naveroka di nav we hevalên berxwedana pîroz ê Zap û Avaşînê de heye, hûnê vê raber bikin. Wisa hûnê bibin pêşengê serdemê ye.

Bi van bîr û baweriyê ez cardin we tevahî hevalan bi hezkirin, bi rêzdarî silav dikim, bi hişmendî û bi kelecana şoreşgerî, bi dil û can ji we hemûyan re, ji me hemûyan re serkeftinê dixwazim.”