Karataş: Kurd li vîna xwe xwedî derketin

Endamê Destetya Rêveber ê Navendî yê EMEP’ê Yusuf Karataş got, "Ji bo ku AKP’ê dizanî wê li bajarên Tirkiyê winda bike, berê xwe da bajarên Kurdistanê.” Karataş diyar kir ku ligel êrîş û lîstikên mezin gelê Kurd xwedî li vîna xwe derketin.

 

Têkçûn û windakirina bloka faşîst a AKP-MHP’ê ya li metropolên Tirkiyê, bi stratejiya hilbijartinê ya HDP’ê pêk hat. Bloka demokrasiyê li metropolên mîna Stebol, Enqere, Antalya, Hatay, Mersîn û Edeneyê şaredarî ji bloka faşîst a AKP-MHP’ê girtin û ev bû destpêka têkçûna bloka faşîst. Dîsa li Kurdistan, ligel dorpêça lîstik, hîle, polîs, leşker û qeyûmên AKP’ê, gelek şaredarî hatin girtin.

Endamê Destetya Rêveber ê Navendî yê EMEP’ê Yusuf Karataş, encamên hilbijartinê ji ANF’ê re nirxandin.

'STRATEJIYA HDP'Ê PÊK HAT'

Karataş diyar kir ku divê encamên hilbijatina li metropolên Tirkiyê ji du aliyan ve bên nirxandin û wiha pêde çû, “Stratejiya HDP’ê ya li bajarên mezin ên Tirkiyê ku armaca wê têkbirina AKP’ê bû, bi ser ket. Dîsa sedemeke girîng a têkçûna AKP’ê jî krîza aboriyê bû. Gel dît ku AKP wan dixapîne, dibêje krîz nîne lê belê gel heta qirikê di nav krîza aboriyê de ye nikare debara xwe bike. Lewre gel xwest dersekî bide AKP’ê.”

'BAJARÊN KURDAN DI BIN DORPÊÇÊ DE NE'

Karataş diyar kir ku AKP'ê hewldana darbeya 2016’an ji xwe re weke fersend bikar anî û bi Rewşa Awarte hwd xwest Tevgera Kurd tasfîye bike. Nexasim bi qeyûman ji 102 şaredariyên HDP û DBP'ê 96'ê wê desteser kirin. Li bajarên Kurdistanê zext û zordariyeke gelek mezin tê kirin. Bajarên Kurdistanê di bin dorpêça leşker û polîs de ne. Li ser gel zilmeke mezin tê kirin, nahêlin gel nefes bistîne.”

'RASTIYEK LI HOLÊ YE, EW JÎ AKP’Ê WINDA KIRIYE'

Karataş diyar kir ku encama derketî holê di rastiya xwe de ‘endizyariya gelheyê’ ye û wiha pêde çû, “Dema em lê dinêrin AKP’ê li bajarên mezin winda kir. Serokomarê Tirk Tayîp Erdogan bi gotina ‘ez ji birayên xwe yên Kurd re spas dikim’ xwe dispêre serkeftineke derew a hin şaredariyên bi zordariyê girtî. lewre li Kurdistanê girîngî dan hinek bajaran û xwestin ku HDP nekarek siyasetê bike.”

'XWESTIN KU HDP NEKARE SIYASETÊ BIKE'

Karataş diyar kir ku desthilatdariyê di bin navê ‘terorê’ de xwestiye ku nehêle HDP siyasetê bike û êrîşî hemû destkeftî nû nirxên gelê Kurd kirine. Li deverên dengê HDP û AKP’ê nêzî hev, bi zext û zordariyê gel tirsandin ku bi ser bikevin. Lê belê serpêhatiya siyaseta şaredarvaniyê Tevgera Kurd a ji sala 1999’an ve heye. Ji bo wê ev lîstîkên AKP’ê bi ser neket.

'GEL XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKET'

Karataş diyar kir ku ev encama derketî, encameke ji bo Erdogan ne serkeftî ye û diyar kir ku di serî de 3 bajarên mezin, digot ku li bajarên Kurdistanê ‘rêxistin zexta li gel dike, ev şaredarvaniyê nakin’. Ligel van her du îddîayên wî gel li vîna xwe xwedî derket. Ligel ewqas zext û zorê, gel xwedî li vîna xwe derke, li desthiltdariyê nexapiya û li dora daxwazên xwe yên neteweyî kom bû.”