Karasû: Pêwîstî bi ruhê berxwedana 6-7-8'ê Cotmehê heye

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê, mirovên di serhildana 6-7-8'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û destnîşan kir, ku wê hesabê komkujiyên hatine kirin ji Erdogan bê pirsîn.

Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mûstafa Karasû, serhildana 6-7-8'ê Cotmehê nirxand û got, "Çalakiyên 6-7-8'ê Cotmehê yên ji bo destekkirina Kobanê, êrîşa DAIŞ'ê ya li dijî Kobanê, çalakiyên ji ber hêrsa ji gotina Erdogan a 'Kobanê li ber ketinê ye, navê xwe Kobanê nîne, Ayn El Arab e, bajarê Ereban e' hatin kirin, divê weke berxwedanê bên dîtin."

Karasû 40 welatparêzên di çalakiyan de şehîd bûn bi bîr anî û destnîşan kir, ku ji bo serketina berxwedana Kobanê ew bi rista dîrokî rabûne.

Mûstafa Karasû got, "Berxwedana Kobanê berxwedaneke dîrokî ye. Li gel berxwedana parastina şoreşa Rojava, berxwedana Kobanê berxwedaneke ku mirovahî hemû parastiye. Di têkbirina DAIŞ'ê de bi roleke girîng rabûye. Her kesên piştgirî dane berxwedana Kobanê, moral dane û cihê xwe di çalakiyan de girtine, d, serlet,ma berxwedama Kobanê de roleke diyarker lîstine. Em dikarin vê yekê bi dilrehetî bêjin; eger li Kobanê, berxwedêrên Kobanê li dijî DAIŞ'ê bi ser ketin, çalakiyên destekdayina Kobanê yên Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî li Bakurê Kurdistanê û yên li Ewropayê roleke mezin lîstine.

Piştgiriya herî mezin a manewî ya ji bo berxwedana Kobanê, ji aliyê gelan ve hatiye dayin. Weke ku tê zanîn, piştî serhildana Kobanê ya 6-7-8'ê Cotmehê, 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate qebûlkirin. Lewma çalakiyên destekkirina Kobanê, li dora Kobanê veguherî bendeke enternasyonalîst."

Karasû destnîşan kir, ku ev ruhê enternasyonalîst ê li dora Kobanê afirî, li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi serhildana Kobanê ya 6-7-8'ê Cotmehê re gihîşte asta herî bilind û wiha dewam kir: "Demokrat, çepgir û sosyalîstên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, piştgiriyeke gelekî mezin dan berxwedana Kobanê. Di nava kesên li sînorê Pirsûsê piştgiriyeke xurt dan berxwedana Kobanê, hêzên sosyalîst, demokrat, Elewî, rewşenbîr, jin û ciwanan cihekî girîng girtin."

'SERKETINA YEKÎTIYA GELAN'

Karasû da zanîn, serketina berxwedana Kobanê, li gel berxwedêrên fedayî yên li Kobanê, her wiya serketina gelan e ku piştgirî dane Kobanê.

Karasû di vê der barê de ev nirxandin kir: "Pêwîste gelê Kobanê, gelê Rojava vê yekê ti carî ji bîr neke: Eger şoreşa Rojava îro li ser piyan e, ev yek bi serketina berxwedana Kobanê pêk hatiye. Serketina berxwedana Kobanê jî bi piştgiriya gelan, bi desteka gelan bûye. Bila ti kes di vî warî de nirxandineke şaş neke. Balafirên şer ên DYA, piştî ku neçar ma, bombe li çeperên DAIŞ'ê barand. Ji ber ku cîhan tev li dora berxwedana Kobanê civiya. Balafirên şer ên DYA jî li Kobanê li DAIŞ'ê da û bi vî rengî xwest, ji têkoşîna gelên cîhanê ya li dijî DAIŞ'ê, ji morala vê yekê sûdê werbigire. Ji ber vê yekê, divê piştgiriya gelan weke xala esasî were dîtin. Li Kobanê bi dehan berxwedêrên enternasyonal şehîd bûn. Wan, hêz û moraleke mezin dan berxwedana Kobanê. Berxwedêrên Kobanê, eger di nava şert û mercên herî dijwar de bi fedayî li ber xwe da bin, di vir de destekeke mezin a gelên Bakurê Kurdistanê, Tiriyeyê û gelên cîhanê heye."

'DAXWAZA ERDOGAN DI BER DE MA'

Karasû anî ziman, ku çalakiyên 6-7-8'ê Cotmehê, bersiva li polîtîkaya Erdogan e, ku dixwest bi şîdetê pirsgirêka Kurd bieciqîne.

Karasû diyar kir, ku Erdogan ji bo şoreşa Rojava di şexsê Kobanê de têk bibe, piştgirî da DAIŞ'ê û got, "Erdogan roleke bi vî rengî dabû DAIŞ'ê; di şexsê Kobanê de Tevgera Azadiyê ya Kurd bieciqîne. Dixwest, moralê gelê Kurd xera bike, hêviya gelê Kurd bişikîne. Lê belê çalakiyên 6-7-8'ê Cotmehê, ev daxwaza Erdogan di ber wî de hiştin. Bi vê berxwedanê re, Erdogan, faşîzma Tirk û rejîma qirker a li Tirkiyeyê ev yek dîtine; Çavkaniya bingehîn a Tevgera Azadiyê ya Kurd, Bakurê Kurdistanê ye. Heta ku tevgera azadiyê ya li Bakurê Kurdistanê neyê eciqandin, nikare şoreşa Rojava tê kbibe, nikare destketiyên li Başûr têk bibe. Ji ber ku ev yek dîtin, di 30'ê Cotmehê de biryara tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd girtin. Di civîna Desteya Ewlekariya Milî ya 30'ê Cotmehê de biryara eciqandina Tevgera Azadiyê ya Kurd standin. Ji ber ku polîtîkayeke xwe ya çareserkirina pirsgirêka Kurd tine bû."

'SERHILDANA 6-7-8'Ê COTMEHÊ PÊNGAVEKE MEZIN A ŞOREŞGERÎ YE'

Karasû ji bo pirsa "Di rewşa heyî de, ku bi peşengiya dewleta Tirk tifaqên qirêj li dijî gelê Kurd tên kirin, gelo pêwîstî bi serhildaneke mîna 6-7-8'ê Cotmehê nîne?" ev bersiv da:

"Çalakiyên 6-7-8'ê Cotmehê rûyê faşîst ê dewleta Tirk raxist pêş çavan. Maskeya li rûyê Erdogan û dewleta Tirk, ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd polîtîkayeke xwe nîne, anî xwarê. Biryarên 30'ê Cotmeha 2014'an, polîtîkaya dewleta Tirk a çend salan derxist holê. Bêguman Tevgera Azadiyê ya Kurd dixwest pirsgirekê bi rêyên demokratîk çareser bike. Rêber Apo di vî warî de gelekî hewl da. Lê belê bi çalakiyên 6-7-8'ê Cotmehê re derkete holê ku polîtîkayeke çareseriyê ya dewleta Tirk nîne. Ne tenê me, Rêber Apo jî ev fêhm kir. Rêber Apo di noteke xwe ya hevdîtinê de diyar kir, ku dewleta Tirk piştî bûyerên Cotmehê biryara tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd girtiye. Bûyerên 6-7-8'ê Cotmehê bêguman bûyerên mezin e, pêngaveke mezin a şoreşgerî ye. Hêza rêxistinî ya gelê Kurd derxistine holê. Têkoşîna azadiyê ya gelekî, ku ev berxwedan afirand, nikare bê tasfiyekirin. Serhildanên bi vî rengî, çi zû çi jî dereng wê di pêşveçûna têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de bi rola xwe ya dîrokî rabin."

Karasû destnîşan kir, ku ya îro jî pêwîstî pê heye, ruhê 6-7-8'ê Cotmehê ye û got, "Ev yek îro bêhtir girîng e. Ji ber ku axaftinên dawî yên Erdogan nîşan didin bê yekîtiya Kurdan çiqasî girîng e. Destnîşan kir, ku di mijara destketiyên gel ên çar parçeyan de, divê bi çi rengî piştgiriya hev bikin. Serhildana 6-7-8'ê Cotmehê, piştgiriya têkoşîna şoreşgerî ya Bakurê Kurdistanê ji bo têkoşîna şoreşgerî ya li Rojavayê Kurdistanê bû. Lewma serhildana 6-7-8'ê Cotmehê bandoreke gelekî girîng bû, ku şoreş û têkoşîna gelên Bakur û Rojava kir yek. Li dijî êrîşeke gengaz, lazim e Kurd ruhê yekîtiyê, ruhê piştgiriya hev ji her demê bêhtir nîşan bidin. Ji ber vê yekê, serhildana 6-7-8'ê Cotmehê, mînaka piştgiriya hev a hemû parçeyan e. Rol û girîngiyeke xwe ya bi vî rengî ya dîrokî heye."

'ERDOGAN WÊ HESABÊ KOMKUJIYAN BIDE'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, berxwedêrên di serhildana 6-7-8'ê Cotmehê de şehîd bûn bi bîr anî û destnîşan kir, ku wê hesabê hemû komkujiyan ji Erdogan bê pirsîn. Karasû got, "Erdogan, kuştina du sê endamên Hîzbûllahê ku hê ne diyar e bê çawa hatine kuştin derxîne pêş û bi vî rengî dixwaze komkujiyên ku di 6-7-8'ê Cotmehê de da kirin, bide jibîrkirin. Ya jî dixwaze rastiyan berevajî bike. Lê çi dike bila bike, wê nikaribe rastiyan berevajî bike. Erdogan tevî hesabê hemû komkujiyan, wê hesabê komkujiya 6-7-8'ê Cotmehê jî bide gelê Kurd.

Bûyerên 6-7-8'ê Cotmehê, serketina gelê Kurd a têkoşîna li dijî DAIŞ'ê û Erdogan bû. Faşîzma Erdogan hem di dema van bûyeran de nîşan da ku ew bi DAIŞ'ê re ye, hem jî bi komkujiyên piştre li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê kir, ev alîgiriya xwe ya ji bo DAIŞ'ê raxist pêş çavan."