Karasû: Civata 10'ê Cotmehê civata rasteqîn a demokrasiyê bû

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir, ku şehîdên komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê, civata rasteqîn a demokrasiyê ne û bang li hemû hêzên li Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo azadiyê têdikoşin kir, ku helwesteke hevpar nîşan bidin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, êrîşa komkujiyê ya 10'ê Cotmeha 2015'an a li dijî mîtînga aştiyê ya li Gar a Enqereyê hate kirin, ji ANF'ê re nirxand.

Karasû bi bîr xist, ku di vê êrîşê de zêdeyî sed şoreşger, demokrat û welatparêz şehîd bûne û ew bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî.

JI BO PARASTINA DESTHILATDARIYA AKP'Ê, ÊRÎŞ HATE KIRIN

Karasû diyar kir, ku êrîşa li dijî mîtînga aştiyê ya li Enqereyê ji bo parastina desthilatdariya AKP'ê hate kirin û got, "Li dijî ti cihê desthilatdariya AKP'ê êrîş nehate kirin. Wê wextê, desthilatdariya AKP'ê û DAIŞ tifaqa bingehîn bûn. Ji ber vê yekê, DAIŞ ji bo mûxalîfên desthilatdariya AKP'ê, ji bo hêzên li dijî desthilatdariya AKP'ê têdikoşin qels bike, bê bandor bike êrîş dikir. Lewma divê ev êrîş weke êrîşên ji bo parastina desthilatdariya AKP'ê werin dîtin. Ya ku desthilatdariya AKP'ê xiste nava rewşeke xetere, yekîtiya têkoşînê ya gelê Kurd a bi gelên Tirkiyeyê re bû."

CIVAKA 10'Ê COTMEHÊ CIVAKA RASTEQÎN A DEMOKRASIYÊ YE

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir, ku civaka di 10'ê Cotmehê de li Gar a Enqereyê li hev civiya, civaka rasteqîn a demokrasiyê û têkoşîna sosyalîst û demokratîkbûnê ye. Karasû got, "Li Tirkiyeyê, demokrasî bi têkoşîneke hevpar a li gel Kurdan dibe. Heta ku ev têkoşîna hevpar nebe, Tirkiye demokratîk nabe, demokasî û şoreşa demokratîk pêk nayê û têkoşîna sosyalîst nameşe. Pêwîste hêzên demokratîk şoreşger bi vê rastiyê zanibin. Civata ku di 10'ê Cotmeha 2015'an de li hev civiya, nîşan da bê li Tirkiyeyê têkoşîna demokrasiyê û sosyalîst divê çawa were dayin. Êrîş  jî li vê civatê hate kirin. Wateya êrîşa 10'ê Cotmehê ev e. Civata 10'ê Cotmehê civata rasteqîn a demokrasiyê bû. Têkoşîna rasteqîn a demokratîkbûn û sosyalîst bû. Êrîş û komkujiya hate kirin jî li dijî vê hate kirin."

Karasû anî ziman, ku nayê xwestin civak an jî gelên demokratîk ên li Tirkiyeyê li hev bicivin an jî bibin yek û wiha dewam kir: "Di Mîtînga Aştiyê de ji hemû beşên civakê, ji her meyla siyasî mirov hebûn. Ji her meyla siyasî mirov şehîd bûn. Ji bingeha CHP'ê jî mirovên sosyal demokrat, mirovên demokrat şehîd bûn. Ya rasti mirovên ku di 10'ê Cotmehê de li wê meydanê li hev civiyan, hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê bûn. Tevahiya hêzên demokrasiyê temsîl dikirin. Ji ber ku wan jî pê zanîbûn, ku heta têkoşîna hevpar a gelên Tirkiyeyê bi gelê Kurd re nebe, wê aştî pêk neyê. Aştî bi helwest û têkoşîna hevpar a gelan dibe. Bi vê têgihiştin û ferasetê li wê meydanê li hev civiya bûn. Û ev êrîş jî li dijî aştiyê hate kirin. Ji ber vê yekê, eger wê Tirkiye demokratîk bibe, eger wê aştiyeke rasteqîn bê, divê hesreta mirovên 10'ê Cotmehê li wê meydanê li hev civiyan bê fêhmkirin û li dora hesreta wan têkoşîneke hevpar bê dayin. Ev nebe, li Tirkiyeyê têkoşîna demokrasiyê bi rê ve naçe, têkoşîna sosyalîst bi rê ve naçe."

Karasû di dewama axaftina xwe de got, "Dixwazim vî tiştî bînim bîra demokrat, hêzên demokrasiyê û hêzên sosyalîst ên li Tirkiyeyê; Heta ku têkoşîneke hevpar bi gelên Tirkiyeyê re nebe, demokratîkbûn pêk nayê. Lazim e were fêhmkirin ku heta bi gelê Kurd têkoşîneke hevpar neyê dayin, helwesteke hevpar neyê nîşandan, têkoşîna sosyalîst nayê dayin. Ya ku li ber vê rastiyê radibe, dewleta Tirk e, şerê taybet e. Hêzên şoreşger, demokratîk û sosyalîst divê vê rastiyê baş fêhm bikin."

TŞYG FERASETA RASTEQÎN A DEMOKRASIYÊ YA LI TIRKIYEYÊ YE

Mûstafa Karasû bal kişand ser tevkariya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) li têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê û got, "Îro TŞYG ava bûye. TŞYG berhema feraseta têkoşînê, feraseta demokrasiya rasteqîn a li Tirkiyeyê ye. Wezîfeya her kesî ye ku TŞYG berfireh û xurtir bikin. Divê hem li qada legal, hem jî li ya îllegal têkoşîna hevpar a gelan bê xurtkirin.  Ev neyê kirin, ne Tirkiye demokratîk dibe, ne jî têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê digihêje armanca xwe."

BANGA JI BO HELWEST Û TÊKOŞÎNA HEVPAR

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû di dawiya axaftina xwe de şehîdên 10'ê Cotmehê careke din bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî û got, "Ji bo bîranîna wan, em bang li hemû hêzên demokratîk û sosyalîst ên li Tirkiyeyê dikin ku bi hêzên azadiyê û demokratîk ên li Kurdistanê re helwesteke hevpar nîşan bidin, têkoşîneke hevpar bimeşînin. Bi vî rengî dikare bersiv ji hesreta şehîdên 10'ê Cotmehê re bê dayin. Em bi vî rengî dikarin dilsozê bîranîna wan bin."