Karantîna heye, tedawî tune ye
Kesên ku bi gumana vîrûsa koronayê li Wanê rakirin nexweşxaneyê, diyar kirin ku ew nehatin tedawîkirin, tenê li deverên mîna hucreyê xistine karantînayê.
Kesên ku bi gumana vîrûsa koronayê li Wanê rakirin nexweşxaneyê, diyar kirin ku ew nehatin tedawîkirin, tenê li deverên mîna hucreyê xistine karantînayê.
Kesekî ku 5 roj in bi gumana vîrûsa koronayê li Wanê rakirine nexweşxaneyê got, doktor qet nehetiye gel wî û bi tu rengî nehatiye dermankirin.
Li gorî daneyên fermî li Wanê 50 kes bi vîrûsa koronayê ketin û 7 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li Wanê û navçeyên wê bi dehan kes ji ber gumana vîrûsa koronayê rakirin nexweşxaneyê.
Li Wanê bi têrkerî test nayê kirin. Nexweşekî ku 5 roj in ji ber gumana vîrûsa koronayê rakirine nexweşxaneyê diyar kir ku ew li odeyeke şexsekî tê hiştin û got, "Ne doktor, ne hemşîre ne jî wezîfedarekî din hate odeya min. Yê ku xwarinê tîne jî ez nabînim. Yê ku xwarinê tîne derî hinekî vedike, yekser xwarinê datîne û derî digire. Ne weke nexweşan nêzî me dibin. Em nikarin bi kesî re bidin û bistînin. Mirovên li vê derê rewşa wan a tenduristiyê baş jî be ji ber atmosfera neyînî ya li nexweşxaneyê nexweş dikevin. Li vir kes piştgiriya psîkolojîk nadin mirovan. Mîna ku mirov li girtîgehê ne di tecrîdê de ne."