Kalkan: Rengê sedsala 21’ê wê bi berxwedana Efrînê diyar bibe

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan: Li Rojhilata Navîn zêdeyî çaryeka sedsalê şer diqewime. Navenda herî girîng a vî şerî Efrîn e. Şerê Efrînê wê rengê sedsala 21'ê diyar bike. Divê li ser vê bingehê xwedî li Efrînê derkevin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan û endamê Komîteya perwerdehiyê ya PKK’ê Nurettin Demirtaş di Medya Haberê de axivîn. Kalkan bal kişande ser girîngiya Berxwedana Serdemê û got, "Rengê sedsala 21’ê wê bi berxwedana Efrînê diyar bibe."

‘EV RIHÊ HÎSTERÎK NIHA LI EFRÎNÊ XWE NÎŞAN DIDE’

Kalkan di serî de şehîdên 12’ê Adarê, 16’ê Adarê, şehîdên meha Adarê bi bîr anî, diyar kir ku ew bi minet wan bi bîr tînin û got, ‘’Gelê Kurd hem li Helepçeyê, hem li Qamişloyê rastî êrîşkariya dirinde ya netewperestiya Ereb hat. Her wiha revdeyên faşîst ên li Tirkiyê jî komkujî li ser gelan kirin. PKK, HBDH’ê hesab ji van pirsî û ji niha û pê de jî bipirse’ û bal kişande ser êrîşkariya dagirker a Tirk a li ser Efrînê û got, ‘’Îro ev rih, xet, êrîşkariya histerik li ser Efrînê jî xwe nîşan dide. Xwîna gelê Efrînê dirijînin. Li dijî wan mirovên ku li baxçeyê xwe, li mala xwe, li welatê xwe bi hezaran sal dixwaze bi azadî bijî, dixwaze jiyana xwe ava bike, bi balafirên şer, bi helîkoptêr, tang, obûsan ev 50 roj in êrîşê tîne. Xwedêgiravî Konseya Ewlehiyê ya NY’yê agirbest ragihand. Piştî ragihandina vê agirbestê faşîzma AKP-MHP’ê, êrîşên TC’ya dîktator, faşîst, qirker û mêtinger zêdetir bûn.

‘BERXWEDANEKE BI LEHENGÎ HEYE’

Li gundan, bajarokan dixe, dişewitîne, hildiweşîne. Her wiha bi sedan sivîl bi rengekî barbarî têne kuştin û birîndarkirin. Hemû cîhan li vê temaşe dike. Bêdeng e. Pergalên dewletî dest bi kelevanijiyên, ‘’Heqê Tirkiyê heye ku xwe biparêze’ kirin. Gundiyê ku li baxçeyê xwe dixebite, jina xebatkar, ciwan ji bo ku baxçeyên xwe yên zeytûnan weş dikin, xwedêgiravî gefê li siberoja rêveberên Enqerê dixwe. Ewlehiya wan dihejije xwedêgiravî. Gefê li dahatûya TC’ê dixwe. Bi hişmendiyeke wiha derew, bi rastî jî dirine, histerik, bi vê siyasete êrîşê dibine ser Efrînê. Divê mirov rastiya êrîşê bibîne. Li hêla dî li djî vê êrîşkariyê berxwedaniyeke bi lehengî heye.’’

‘BI XÊBATÊN AZADIYÊ YÊN RÊBER APO YÊN LI ROJAVA  EFRÎN LI BER XWE DIDE’

Kalkan bi berdewamî diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Tîrmeha 79’an ve li Rojava xebatên azadiyê dane destpêkirin, niha jî ev xebat li Efrînê, li dijî paşverûtiya cîhanî, herêmî, li dijî faşîzma TC’ê ya giştî, lehengiya herî mezin a dîrokê tê nişandan. Kalkan got, "Bi rastî jî dîrok tê nivîsandin. Ev berxwedan îlhamê dide ciwan, jin, kedkaran. Desteka hemû gelê Rojava, hemû Kurdan, gelên Rojhilata Navîn, gelên cîhanê û mirovahiyê dide pişt xwe.

‘ŞERÊ EFRÎNÊ WÊ SEDSALA PÊŞ ME DIYAR BIKE’

Îro çawa ku paşverûtiya faşîst, dîktatoriyên netewe-dewletê li pişt êrîşkariya faşîst a TC’ê xwe veşartibin û ji bo ku ji wir sûd werbigirin hewl didin, hemû gelên Rojhilata Navîn, ên çewisandî, jin, ciwan, hemû mirovahî jî di gelê Efrînê, jinên Efrînê, ciwanên Efrînê de, di şervanên YPG-YPJ’ê de, di şervanên QSD’ê de, di hebûna Avesta Xabûr û Barîn Kobanêyan de hebûna xwe ya azad dibinin. Li Efrînê şerek dibe ku wê sedsala pêş me diyar bike. Li Rojhilata Navîn ev çarîk sedsal e şerek heye. Navenda herî girîng a vî şerî Efrîn e. Şerê Efrînê wê sedsala 21’ê diyar bike. Şerê Efrînê xwedî karakterekî wiha ye. Divê her kes vê wiha bizanibe û bi vê çarçoweyê li Efrînê xwedî derkeve. Divê her kes berxwedana Efrînê weke berxwedana xwe bibîne û sedsala 21’ê bike sedsala demokrasi û azadiyê."

BANGA LI CIWANÊN TIRKIYÊ: HEMÛ KUÇEYÊN STANBOLÊ,MERSÎN,EDENE,ÎZMÎRÊ BIKIN EFRÎN

Endame Komîteya Rêveber ê PKK’ê Duran Kalkan bi berdewamî bang li ciwanên Tirkiyê kir û got, "Ciwanên ku li zanîngehan, li lîseyan, li metropolan, li Behra Reş, li Stenbol, Îzmîr, Enqere, Çûkurovayê dixwînin, ronak dibin, rastiyê bibinin. Berê xwe bidin Efrînê. Xwedî li têkoşîna gelê Efrînê derkevin. Ber bi Efrînê ve bimeşin. Li Efrînê bi hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê demokrasiya Tirkiyê û azadiya Kurdistanê bi dest bixin. Siberoja azad bi dest bixin. Hemû kuçeyên Stenbolê, Mersînê, Edene, Îzmîrê bikin Efrîn. Faşîzm li ber we ye. Bibin yek, werin cem hev û li ber xwe bidin. HDBH bang a têkoşînê li we dike. HBDH li Efrînê şer dike, li Behrareş, li Behraspî, li Stenbolê şer dike. Tevlî eniyên berxwedanê bibin. Werin çiyan, li bajaran werin cem hev û bi teqezî li her deverê li ber xwe bidin."

‘FAŞÎZM BI BERXWEDANÊ TÊ HILWEŞANDIN’

Kalkan got faşîzma AKP-MHP’ê dema ku li Efrînê sûcê mirovahiyê dike pişta xwe dide derfetê Tirkiyeyê û ji bo vê jî heke li dijî faşîzma AKP-MHP’ê helwesteke neyên nişandan û faşizm têk neçe wê demê ev ê bibe hevkariya qirkirina li Efrînê, hevkariya li dagirkeriyê. Kalkan wiha dewam kir, "Wê bibin hevkarê sûcê faşîzmê. Ne bi xwestinê jî be encama sirûştî wê ev be. Ji bo vê jî, ji bo ku mirov nekeve vê rewşê, ji bo ku deqa rewş nekeve ser eniya wan, ji bo astengkirina serkeftina faşîzmê li her deverê divê li ber xwe bidin û çalakiyan bikin. Faşîzm bi berxwedanê tê hilweşandin. Heke li deverekê faşizm hebe ji berxwedanê pê ve tiştekî dî nabe. Ti rêgezeke tine ku li dijî faşîzmê bi vê rêbazê nayê kirin, bi vê nayê kirin, bi wê nayê kirin, li vir nayê kirin û li wir nayê kirin. Her devere li dijî faşîzmê qada berxwedanê ye. Her rêbaz li dijî faşîzmê rêbaza berxwedanê ye. Tê gotin, ‘her der Efrîn e, her der berxwedan’. Ango îro revdeya faşîst ne tenê li Efrînê, li Stenbolê, li Çukurovayê jî her tiştî dike. Li Bakurê Kurdistanê jî. Cizîr şewitand, Sûr şewitand. Niha ev revde vê li Efînê jî dike. Faşîzm cih û mekan nas nake, êrîş dike. Naxwe li dijî faşîzmê berxwedan li her deverê ye.’’ Kalkan herî dawî bang kir ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê li hemû Tirkiyê û Kurdistanê berxwedan were geşkirin, bi gelê Efrînê re bibin bira, faşîzmê hilweşînin û azadî û demokrasiye ava bikin."

DEMIRTAŞ: ŞERÊ LI EFRÎNÊ WÊ SEDSALA 21’Ê DIYAR BIKE

Endamê Komîteya Perwerdehiyê ya PKK’ê Nurettin Demirtaş jî got, "Şerê li Efrînê wê sedsala 21’ê diyar bike. Em gelê xwe yê Efrînê ku mohra xwe li berxwedaniyeke dîrokî dane slav dikin, şehîdên me yên ku bi fedaî li ber xwe dane û nemir bûne bi hurmet û minet bi bîr tînim. Em diyar dikin ku em ê tim cem gelê xwe bin."

Demirtaş bal kişande ser girîngiya yekîtiya tekoşînê  û got, "Li dijî êrîşkariya bê sînor a AKP’ê, berxwedana HBDH’ê ya li qada Tirkiyê wê di hilweşandina faşîzmê de bibe xwedî roleke dîrokî. Ez li vir dixwazim tiştekî bi bîr bixînim. Bi taybetî jî dixwazim bi bîra wekîlên AKP/MHP’ê bixim; di rewşeke wiha de ku li her deverê êrîşkariyeke bêsînor dikin, divê nebêjin ku ew ê li Stenbol, Enqere, Izmîr, Antalyayê wiha rehet bigerin. Bihar û havîn tê.

‘BERXWEDANIYEKE PIR MEZIN LI EFRÎNÊ HEYE’

Berê, dema ku li Sûr û Cizîrê komkujî kirin, me gotibû ciwanên Kurd wê werin hêrsa xwe li Enqerê nîşan bidin. Wiha jî bû. Tiştên ku di vê mijarê de me gotin û nivîsîn çûn li meclîsê xwendin û propaganda li ser vê kirin. Bi êrîşkariya faşîst û qierker her roj bi balafirên şer li Efrînê miroven me dikujin. Li dijî vê berxwedaniyeke mezin heye. Di dîrokê de berxwedaniyên wiha pir kêm in. Bi dehan, bi sedan delîlan tije ye."

‘SIBE NEWROZ E, HER KES LI BER DERIYÊ XWE NIFTIKEKÎ PÊXE, AKP-MHP WÊ TÊK BIÇE’

Demirtaş bi berdewamî bal kişande ser nêzîkbûna Newrozê û got: "Sibe Newroz e. Her kes li ber deriyê xwe çalakiyê bike, rihê Newrozê dikare faşîzma AKP’ê têk bibe, dikare AKP-MHP’ê di nav tarîtiya dîrokê de veşêre. Ev rihê tarî teqez divê mirov bavêje ser sergoya dîrokê. Gelên Tirkiyê rêveberiyeke wiha heq nakin. Rêveberiyeke wiha ye ku rêveberiya herî ketî ya cîhanê ye, ya herî rezil e. Çima gelên Tirkiyê vê rêveberiyê qebûl bikin. Kedkarên Tirkiyê wê vê qebûl nekin û li dijî vê wê li ber xwe bidin. Ji bo vê jî her kesê ku li nasnameya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan xwedî derdikeve, li her derê darikekî niftikê jî pêbixe, hesteyê xwe pêbixe, ji faşîzma AKP-MHP’ê tiştek li pey namîne. Jixwe her kes van dizane, ticar in, hemû nirxan difiroşin. Em ji hêzên pêşeng ên HBDH’ê vê hêvî dikin, û em jî bi vê wateyê dema ku hewl didin peywir û berpirsyariya xwe bi cih bînin, bila kes şaş nemine ku di nîvê Enqerê de teqîn dibe ku çêbibin."

‘EM DIZANIN GELEK EFSER HENE KU DIXWAZIN WAN BIKUJIN, JI BER VÊ ÊRÎŞEKE BI HOVANE TÎNIN SER EFRÎNÊ’

Demirtaş herî dawî got, "Ez baş pê dizanim ku li Serekerkaniya Artêşa Tirk ya li Enqerê, li hêzên taybet gelek efser hene ku dixwzin wan bikujin. Ev hazir in ku hev bikujin. Duh kirin, sibe jî wê bikin. Ji bo vê jî bi rengekî bêsînor, bi hovane êrîşê dibine ser Efrînê. Şer raweste wê hev bixwin. Li pişt vê êrîşê rastiyeke wiha heye. Li Tirkiyê heta ku faşîzma AKP-MHP’ê hebe aramî ji kesî re tine. Ev zelal e. Naxwe ji bo ji bo rakirina ji holê ya vê faşîzmê, berxwedana Efrînê bi her kesî re rih, hişmendî û wêrekiyê çêdike û di dema pêş de em ê terisandinên vê yên mezin bibinin.  Ji bo Efrînê dive her kes rabe ser piyan. Ji bo vê jî gelek rol û misyon dikeve ser milê ciwanan. Li ser vê zemînê, ez bang li hemû ciwanan dikim ku werin çiyayên azad ên Kurdistanê."