Kalkan qala dostê xwe Felakeddîn Kakaî kir

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan qala dostaniya xwe ya bi seyîdê Kakaî, pêşmerge, siyasetmedar û rewşenbîr Felakeddîn Kakaî kir ku beriya 6 salan jiyana xwe ji dest dabû.

Şoreşgerî û welatparêzî sînoran nas nake. Piştî ku ji bo armancekê têkoşiyan, her şoreşger bi rê û rêbazekê xwe digihînin hev, dostanî û hevaltiyê dikarin bikin.

Seyîdê Kakiyan, pêşmerge, siyasetmedar û rewşenbîrê Başûrê Kurdistanê Felakeddîn Kakaî di 31'ê Tîrmeha 2013'an de jiyana xwe ji dest dabû. Yek ji damezrînerên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Dûran Kalkan hevaltî û dostaniya xwe ya bi Felakeddîn Kakaî vegot.

DEMA KU NÛ HEV NAS KIRIN

Kalkan destpêkê rewşenbîr, siyasetmedar, şervanê azadiyê yê gelê KUrd Felakeddîn Kakaî bi rêzdarî û hezkirin bi bîr anî û got, "Di Kanûna sala 1982'an de li herêma Lolan-Xinêre heval Felakedîn Kaaî nas kir. Di zivistana sala 1982-83'an de em li heman herêmê bûn û her ku me firsend didît me hevdîtin dikir û der barê rojevê de nêrînên xwe bi hev re parve dikir. Ew bi xwe berpirsyarê navenda PDK'ê ya li herêmê bû û têkiliya xwe bi hemû biryargehên pêşmergeyan re hebû. Di heman demê de karê propaganda PDK'ê dikir. Li heman herêmê hêzeke gerîla ya PKK'ê hebû ku vegeriyabû welêt. Hevalên Egîd û Sabrî jî di nava vê hêzê de bûn û di asta rêveberiyê de bûn. Em bi van hevalan re man û bi giranÎ me bi hev re hevdîtin û nîqaş dikirin. Şehîd Hamît Avci jî bi rengekî çalak beşdarî vî karî bû."

DOSTEKÎ SAMÎMÎ YÊ RÊBER APO Û PKK'Ê BÛ

Kalkan anî ziman ku di nîqaşan de wan jê re bi giranî qala rastiya Tirkiyeyê û siyaseta dewleta Tirk a li dijî Kurdan dikir, der barê têkoşîna Kurdan a li Iraqê û Başûrê Kurdistanê nêrînên xwe parve dikir û got, "Wê demê rêveberiya Saddam Huseyîn a faşîst tengav bûbû. Di heman demê de em li ser dîrok û çanda Kurdan diaxivîn. Xwe baş perwerde kiribû, yekî zane û xwedî çand bû. Rewşenbîrekî rasteqîn bû, welatparêzekî Kurdistanê bû. Hewl dida rastiya Rêber Apo û PKK'ê ji nêz ve nas bike. Di vê mijarê de bi baldarî li me guhdarî dikir û ji bo fêhmkirinê hewl dida. Di tevahiya jiyana xwe de bû dostekî samîmî yê Rêber Apo û PKK'ê. Dema ku Wezîrê Çandê bû ji bo xwedîderketina li Rêber Apo karekî girîng kir."

Kalkan ji bo kesayetiya Felakeddîn Kakaî got, "Beriya her tiştî rewşenbîr û welatparêzekî rasteqîn ê Kurdistanê bû. Di asteke bilind de girêdayî rizgarî, azadî û yekîtiya Kurdistanê bû. Mirovekî xwedî tecrûbe bû ku dixwend, lêkolîn dikir, di her mijarê de nêrînên xwe hebû. Bi rêzdarî nêzî nêrînên cuda dibû, bi baldarî li wan guhdarî dikir, mirovekî demokrat bû. Kesekî cidî û xebatkar bû."

DEMA ZÎHNIYET YEK BE ASTENGÎ LI PÊŞIYA FÊHMKIRINA JI HEV NÎNE

Kalkan diyar kir ku mirovên bixwazin li hev bikin û ji hev fêhm bikin, hingî tiştek li pêşiya wan nabin asteng û got, "Di fêhmkirinê de bêguman ziman gelekî girîng e, lê belê yekîtiya zîhniyetê jê girîngtir e. Kesên ku xwedî heman nêrîn û armancê ye, carna tenê temaşekirin û liv û tevger têrê dike ku hev fêhm bikin."

Kalkan anî ziman ku dema wî Felakeddîn nas kir Kurdiya wî ji ya niha gelekî baştir bû û got, "Demekê li Mêrdînê û nêzî salekê jî li Qamişloyê min kar kir. Piştre li Elmanyayê dema di girtîgehê de min gelek gotin ji bîr kir. Kurdiya Felakeddîn xweş bû. Min ji gotinên wî fêhm dikir. Ji xwe em li ser siyasetê diaxivin û zimanê siyasetê jî yek e."

TÊKILIYÊN NAVBERA PKK Û PDK'Ê JI BO WÎ GELEKÎ GIRÎNG BÛ

Kalkan got, piştre di sala 1984'an de li Şamê wan hev dîtin û got, "Ji bo civîna me ya Komîteya Navendî çûbûm Şamê. Wê demê ew jî çûbû Şamê û xwestibû bi Rêber Apo re hevdîtinê bike. Haya me ji hev nebû. Rêber Apo got, 'Dostê we Felakeddîn hatiye, dixwaze hevdîtinê bike, tu jî were em bi hev re hevdîtinê bikin'. Hevdîtin li devera me hate kirin û heval Felakeddîn hate komuna PKK'ê. Dema ku li derî xist ez çûm û min derî lê vekir. Bi tenê hatibû. Dema ku min dît matmayî ma. Eşkere bû ku ne li benda dîtina min bû. Bi fikar bû ku gelo di navbera PKK û PDK'ê de di têkiliyên wan de rewşeke neyînî heye, lewma hatime Şamê yan na. Têkiliyên PKK û PDK'ê gelekî girîng didît û di her firsendê de dianî ziman. Bi tirs got, 'Hevalê Ebbas gelo tiştekî neyînî qewimiye?' Min jî bi ken jê re got, 'Tiştekî neyînî nîne, ji bo karên rêxistinî hatim vê deverê'. Bi vê gotinê re rehet bû. Piştre bi Rêber Apo re hevdîtineke dirêj kir, nîqaş kir. Hema bêjin tiştekî ku nehatibe axaftin nema."

YEKÎTIYA NETEWEYÎ WEKE BINGEHA RIZGARIYÊ DIDÎT

Der barê nêzîkatiya Felakeddîn Kakaî li yekîtiya neteweyî jî diyar kir, "Bêguman Kakaî yekîtiya neteweyî ya Kurdan gelekî girîng didît û weke bingeha rizgariyê didît. Di vê mijarê de xwedî nêrînên gelekî demokratîk bû. Timî dixwest ku her rêxistin di nava yekîtiya neteweyî de hebe. Di vê çarçoveyê de têkiliyên PKK û PDK'ê hêja didît. Destnîşan dikir ku bi yekîtiya neteweyî Kurd dikarin azad bibin. Nêzîkatiya wî bi giranî bi vî rengî bû. Di vê çarçoveyê de wî careke din bi rêz bi bîr tînim."