Kalkan: Kurdistan bû dilê azadî û mirovahiyê

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, AKP hê jî li ber dewletan digere û destnîşan kir, ku gerîla lingên dewletê şikandine.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan beşdarî bernameya Dilistan a Radyoya Dengê Welat bû û bersiv da pirsên rojnamevan Ciwan Tûnç.

Kalkan got, "Em di nava tevgereke gerîla ya herî fedakar û wêrek denge" û çalakiyên xurt ên gerîla yên li dijî artêşa Tirk silav kir.

Kalkan bi bîr xist, ku herî dawî li Serhedê di berxwedana gerîla de artêşa Tirk tarûmar bûye û gerîlayên di nava vê berxwedanê de cih girt pîroz kir.

Kalkan diyar kir, ku motora her tiştî gerîla ye û wiha dewam kir: "Li Bakurê Kurdistanê berxwedana bi pêşengiya gerîla ya li dijî faşîzma AKP-MHP'ê, li Rojavayê Kurdistanê berxwedana bi pêşengiya YPG-YPJ'ê li dijî faşîzma DAIŞ'ê tê dayin û li Şengal û Başûrê Kurdistanê berrxwedana bi pêşengiya gerîlayên HPG-YJA Starê û YBŞ'ê ya li dijî faşîzma DAIŞ'ê, li Rojihilata Navîn ruhekî nû diafirîne. Derbê li paşverûtiyê dixe û pêşî li faşîzmê digire."

'EM PÊ BAWER IN KU EM Ê BI SER BIKEVIN'

Kalkan bi bîr xist, ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan berî çend rojan gotibû 'Ji bo dewlet li ser lingên xwe bimîne, çi pêwîst be em ê wê bikin' û got, "Ev tê wê wateyê, ku lingên dewletê hatine şikandin û ji bo karibin li ser piyan bimînin ji xwe sparteyekê ava dikin. Lingên wê hatin şikandin. Yên ku ev kirin jî gerîla ye."

Kalkan diyar kir, ew dixwazin artêşeke têkoşînê ya ku dikare şoreşa demokratîk a gelên Rojhilata Navîn pêk bîne, biafirînin û got, "Em pê bawer in ku em ê bi ser bikevin. Ji ber ku dersên dewlemend ên pratîka gerîla ya 34 salan hêzeke xurt didin me û me ronî dikin."

Kalkan da xuyakirin, ku AKP li pêşberî têkoşîna gerîla hê jî li ber dewletan digere û got, "Eger destûrê bigirin wê her roj li paytextekê bin, bi serokê dewletekê re rûnên."

Kalkan anî ziman, ku ew şerekî îradeyê dimeşînin û destnîşan kir, ku pêşengiya vê berxwedanê bi berxwedana zindanan dest pê kir û gerîla jî niha bi cih tîne.

'KURDISTAN BÛ DIL Û WELATÊ MIROVAHIYA AZAD'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, ciwanên enternasyonalîst û şoreşger ên ji çar aliyên cîhanê hatine û tevlî nava refên PKK'ê bûne nirxand û got, "Mîna beriya niha, îro jî Kurdistan bûye welat û navenda şoreşê. Mehmet Hayrî Dûrmûş li zindana Amedê gotibû, 'Kurdistan dibe Vîetname'. Îro jî Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê dibin Vîetname."

Kalkan di dewama axaftina xwe de got, "Li ser bingeha bûyina navend û keleha azadiyê, me şehîd dan. Ji Amerîka heta Îngilîstanê, ji Fransayê heta Kanadayê lehengên gelekî mezin hatin. Hîn bêhtir bang li ciwanên Kurd dikin ku vegerin welêt û tevlî nava refên gerîla bibin. Di têkoşîna sosyalîst û enternasyonalîst de pêngavek pêk hatiye. Şoreşa Cotmehê pêk hat, li gorî xwe dewletek ava kir û sîstemek afirand. Şoreşa Cotmehê bi dewletbûnê re enternasyonalîzmek jî bi xwe re bi rêxistin kir. Tevgerên rizgariya neteweyî yên din jî hebûn. Vîetname û yên din hewayek dan. Enternasyonalîzma Kurd tiştekî wiha ye. Dewleta Kurdan nîne, karê xwe bi madiyatê re jî ne. Ew qesran çênake, lê belê mirovahiyê diafirîne. Azadiyê, biratiyê diafirîn."

Kalkan bi bîr xist, ku herî dawî şervanekî ji Fransayê hat û di nava refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk de şer kir û gihîşt şehadetê, wesiyet da ku li Kurdistanê were veşartin. Kalkan got, "Bi rastî jî wasiyeke ku her kes dikare ji xwe re bike mînak. Got, 'Min li Kurdistanê veşêrin'. Welatparêzên herî mezin dibêjin, 'min li welatê min veşêrin'. Xuya ye Kurdistanê weke welatê xwe dibîne. Eşkere ye ku ev der bûye welat û dilê mirovahiyê, azadî û şoreşê."

Kalkan herî dawî bang li hemû ciwanan kir ku berê xwe bidin çiyayên azad.