Kalkan: Komploya navneteweyî dewam dike

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, armanc û planên komploya navneteweyî hatine qelskirin, lê belê bi temamî nehatiye pûçkirin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bi wesîleya salvegera 21'ê ya Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd hate kirin, ji ANF'ê re axivî.

Kalkan anî ziman ku gel, tevgera azadiyê û dostên Kurdan di nava 21 salên komployê de li dijî komployê bi rengekî mezin li ber xwe dan, bi hezaran şehîd dan û got, "Bi vê wesîleyê em berxwedana mezin a 21 salan a bi pêşengiya afirînerê vê berxwedanê Rêber Apo silav dikin. Şehîdên leheng ku bi şiyara 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' xwedî li Rêber Apo derketin û parastin, bi rêz, minet û hezkirinê bi bîr tînin."

BIRYAR, PLANSAZÎ Û PÊKANÎN

Kalkan destnîşan kir ku komploya navneteweyî beriya her tiştî êrişeke topyekûn a navneteweyî ya ji bo tinekirinê bû û got, "Her kes bi vê rastiyê baş zane, ku yê biryar li ser komployê da, plan kir û pêk anî rêveberiya DYE'yê bû. Li ser bingeha îmze û fermana Serokê DYE'yê yê wê demê Clînton komplo pêk hat. Bêguman DYE'yê dema biryareke wiha da, herî zêde ji Îngilistan û Îsraîlê hêz û piştgirî wergirt."

ÎMHAKIRINA OCALAN DAN BER XWE

Kalkan diyar kir, ku komploya navneteweyî êrişeke tinekirinê bû, tineikrina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da ber xwe û got, "Beriya her tiştî bi rê û rêbazên komploger hewl dan îmha bikin û weke rewşeke nediyar nîşan bidin. Ji ber ku bi ser nexistin xwestin ku di 15'ê Sibatê de bi dewleta Tirk bide îdamkirin. Piştî ku ev jî hate pûçkirin hingî sîstema tecrîd û êşkenceyê afirandin û bi polîtîkaya rizandinê xwestin ku Rêber Apo ji aliyê îdeolojîk û siyasî ve têk bibin.

ÊRIŞÊN NAVXWEYÎ Û JI NÛ VE ŞER

Dema ku ev jî hate têkbirin, hingî rêveberiya Erdogan/desthilatdariya AKP'ê ya heyî ji bo vî karî hate wezîfedarkirin. Hewl dan xwe bispêrin bawermendiya Îslamê û piştgiriya civaka Kurd a ji bo Rêber Apo û PKK'ê lawaz bikin. Li hundir jî êrişên provokatîf-tasfiyekar ferz kirin û xwestin PKK'ê parçe bikin. Ji ber ku di vê mijarê de jî bi ser neketin, ji Tebaxa 2005'an û pê ve ji nû ve li ser bingeha şerê taybet ê qirker, faşîst û topyekûn êrişên giran ên ji bo tinekirinê dimeşînin. Ev yek 15 sal in dewam dike. Ev êriş li dijî Rêber Apo, gerîla, tevgerên me yên jin û ciwanan, gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, dostên me û tevahiya PKK'ê tê kirin.

PIŞTGIRIYA BI HER AWAYÎ YA DYE Û NATO'YÊ

Dewleta Tirk a faşîst-qirker van êrişên xwe bi piştgiriyeke bi her awayî ya DYE û NATO'yê dimeşîne. Komploya navneteweyî bi vî rengî li ser bingeha konsepta tasfiye û tinekirinê ya qirker, faşîst û topyekûn tê dewamkirin. Bi rengê îdeolojîk, leşkerî, siyasî û aborî, bi her awayî tê meşandin. Bêyî ku guh bidin pîvanên hiqûqî û exlaqî bi her rê û rêbazê êriş dikin.

AFIRANDINA STRATEJIYA KOMPLOYÊ

Em zanin ku stratejiya komploya navneteweyî bi vî rengî hate afirandin: Bi îmhakirina Rêber Apo re PKK'ê tasfiye bikin, bi tasfiyekirina PKK'ê re jî qirkirina Kurdan a sed sal in dewam dikin, bi ser bixînin! Yanî ji aliyê cewherî ve êrişeke qirkirinê ye. Qirkirina gelê Kurd e. Ev êrişa qirkirinê ku sed sal in tê kirin, ji 9'ê Cotmeha 1998'an û vir ve li ser bingeha êrişa li dijî Rêber Apo bi şêweyê komploya navneteweyî tê kirin."

DEWAMKIRINA QIRKIRINA KURDAN

Kalkan destnîşan kir ku komploya navneteweyî êrişeke ku yekser pêwendiya xwe bi pirsgirêka Kurd re heye û got, "Biryara li ser qirkirina gelê Kurd û pratîka vê yekê ye. Pirsgirêka Kurd di nava Şerê Cîhanê yê 1'emîn de ji bo parvekirina cîhanê ji aliyê hêzên kapîtalîst ên cuda ve hate afirandin. Ya ku Kurdistan parçe kiriye, gelê Kurd tine dihesibîne û dixwaze tine bike ev zîhniyet û siyaset e. Lewma komploya navneteweyî êrişa ji bo dewamkirina qirkirina Kurdan e. Li ser vê bingehê li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd e. Li dijî hebûn û azadiya Kurdan e, hewldanek ji bo astengkirina çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka Kurd e."

PÊWÎSTÎ BI KONTROLKIRINA KURDISTANÊ HEBÛ

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bi bîr xist ku qonaxa destpêkê ya Şerê Cîhanê yê 3'emîn bi Şerê Kendavê dest pê kir, tevahiya salên 1990'î dewam kir, di dawiya salên 1990'î de bi destwerdana duyemîn a li Rojhilata Navîn re derbasî qonaxa duyemîn a zext û mêtingeriya giran a li ser Rojhilata Navîn bû.

Kalkan anî ziman ku di hedefa vê de jî beriya her tiştî tinekirina rêveberiya Iraqê û Saddam Huseyîn hebû, ji bo karibin vê bikin jî sîstema modernîteya kapîtalîst pêwîstî bi jinûve kontrolkirina Kurdistanê dît.

KOMPLO DESTPÊKA DESTWERDANÊ YE

Kalkan got, "Ditirsiyan ku bi hilweşandin û belavkirina rêveberiya Saddam Huseyîn re, PKK wê karibe hêzên xwe li tevahiya Kurdistanê belav bike, ji nişka ve wê li çar parçeyên Kurdistanê şoreşa azadiyê pêk were. Lewma operasyona hilweşandina rêveberiya Saddam Huseyîn bi Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî Rêber Apo dan destpêkirin. Komploya Navneteweyî bû destpêka destwerdana duyemîn a DYE'yê ya li Rojhilata Navîn. Bi komployê re xwestin ku Rêber Apo bêbandor bikin, PKK'ê ji hev belav bikin û têkoşîna azadî û hebûnê ya Kurdan tasfiye bikin. Bi vî rengî dema ku bi rêveberiya Saddam Huseyîn re ketin şer, hingî wê Tevgera Azadiyê ya Kurd nikaribe ji valahiya derkeve holê, ji derfet û firsendan sûdê werbigire.

'TIRSA KU PKK WÊ SÛDÊ JÊ WERBIGIRE'

DYE'yê zanîbû ku hebûneke xurt a PKK'ê heye, Rêber Apo têdikoşe, PKK'ê û gerîla bi rê ve dibe û tirsiya ku di rewşeke wiha de êrişî Iraqê bike û rêveberiya Saddam Huseyîn hilweşîne. Bi tirs û fikar bû ku eger tiştekî wiha bike wê PKK, Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê jê sûdê werbigire, li dijî sîstema kapîtalîst a global wê sîstema Rojhilata Navîn a demokratîk a alternatîf rû bide. Lewma plan kir ku destpêkê Tevgera Azadiyê ya Kurd, Rêberê wê bêbanodr bike, piştre dest li Iraqê û herêmên din werbide. Ji xwe Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê jî li ser bingeha bazariyeke bi vî rengî pêk hat."

21 SAL IN TÊKOŞÎNEKE DÎROKÎ TÊ MEŞANDIN

Kalkan diyar kir ku li dijî êrişkariyeke bi vî rengî tevgera wan û gelê Kurd 21 sal in bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîneke dîrokî dimeşînin û got, "Ji destpêkê ve îradeya azadî û hebûnê ya Kurdan hest, ruh, hişmendî û îradeya Rêber Apo ye. Têkoşîn û rêxistinbûna bi pêşengiya Rêber Apo ye. Yê ku herî zêde rêbazên komployê, îdamê, polîtîkaya rizandinê ya Îmraliyê, êrişên tasfiyekar provokatîf û lîstikên AKP'ê têk bir, sekn û helwesta afirîner û bi dîsîplîn, rêxistinbûyî, têgihiştî, bi plan, berxwedêr û armancên xwe yên azadiyê yên Rêber Apo ye."

PKK BI XURTÎ LI SER PIYAN E

Kalkan destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan li ser vê bingehê heta niha nehişt ku komplo bi ser bikeve û got, "Ya rast bi komployê xwestin ku di nava rojekê de Rêber Apo îmha bikin. Lê bûye 21 sal, hîn bi ser neketiye. Yên ku komploya 15'ê Sibatê kirin, plana wê kirin ku di nava şeş mehan de PKK'ê tasfiye bikin. Niha 42 caran 6 meh derbas bûn, PKK bi xurtî li ser piyan e û pêşengiyê ji têkoşîna azadiyê ya Kurd re dike. Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê li ser rêya serketinê bi pêş ve dibe. Ev têkoşîn ji sînorên Kurdistanê derbas kir, veguherand tevgera demokrasî û azadiyê ya global. Ev hemû asteke girîng a pêşketinê ne. Vê yekê pêşî li serketina komployê girt. Plansaziya komplogeran pûç kir.

'KOMPLO BI TEMAMÎ TÊK NEÇÛYE'

Kalkan anî ziman ku li gel vê yekê jî hêzên komploger ti carî dest ji armancên xwe bernedane û got, "Her ku planek hate pûçkirin planên nû amade kirin û bi vî rengî êrişên komploger ên ji bo temamkirina qirkirina Kurdan dewam dikin. Êrişên heyî li ser vê bingehê tên kirin. Tevî ku têkoşîneke dîrokî hate meşandin, di nava 21 salan de bi temamî têknebirina komployê kêmasiyek e. Rêber Apo got, 'Eger PKK di nava şeş mehan de bi rengekî rast têbikoşe, ti hêz nîne ku têk nebe'. Belê armanc û planên komployê hatine qelskirin, hatine pûçkirin, lê belê eşkere ye ku komplo bi temamî nehatiye têkbirin. Ev yek jî encama kêmasiyên têkoşînê ye."

Kalkan destnîşan kir ku li ser vê bingehê di salvegera komploya 15'ê Sibatê de divê ew hîn bi giranî li ser rastiya komployê rawestin, bi rengê rexnekirin-rexnedayinê li ser xeta Rêbertî û Şehîdan dersan derxînin, li dijî komployê têkoşîneke bi bandor, serketî û encamgir bimeşînin.

Kalkan got, "Ev yek wezîfeya bingehîn a tevgera me, hevrêyên me û gelê me yê welatparêz e."

Wê bidome...