Kalkan: Gotinên dawîn ên Denîzan gelekî girîng e

Dûran Kalkan: Rêber Apo gotinên dawîn ên Denîz Gezmîşan ji xwe re kiribû wekî wasiyetekê. Rêber Apo ji bo wê demê digot “Bîra min û wijdanê min qebûl nedikir ku ez li hemberî wê rewşê bêhelwest bim. Lêgerîna min, li ser wî esasî dest pê kir.”

Wekî ku tê zanîn di meha Gulanê de gelek pêşengên şoreşger şehîd bûne. Di 6’ê Gulana 1972’an de Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan, Yûsûf Aslan, di 18’ê Gulana 1973’an de Îbrahîm Kaypakkaya, di 13’ê Gulana 1974’an de Leyla Qasim hatine darvekirin û qirkirin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan derbarê Meha Şehîdan pirsên me bersivand. Kalkan derbarê van pêşengên şehîd got ku “Beriya her tiştî ez van şoreşgeran bi hurmet bi bîr tînim. Di Nîsan û Gulana 1972’an de li Enqereyê ez di pola dawîn a lîseyê de bûm. Ji ber vê jî 6’ê Gulana 1972’an baş tê bîra min. Hin rojnamager çepgir manşet dabûn. Ez ciwanekî sempatîzanê şoreşê bûm. Dema ku rojname hatin pola me, em çend ciwanên ku meyla wan li ser çepgiriyê heye, me bi xemgînî ew rojname xwendibû. Hevaleke jin qîriyabû. Di sala 1973’an de dema ku Kaypakkaya di êşkenceyê de hate qetilkirin, ez li Enqereyê xwendekarê zanîngehê bûm. Min fikrên çepgiriyê ji nêz ve nas dikir. Di ber zextên di derbeya 12’ê Adarê de ev agahî zêde di çapemeniyê de cih nedigirt. Di nav ciwanên şoreşger de jî ev tişt zêde nedihatin nîqaşkirin.

Dema ku Leyla Qasim jî hate darvekirin ez li Enqereyê xwendekarê zanîngehê bûm. Têgihiştina min a şoreşgerî piçekî din zêde bûbû. Min Hakî Karer û Rêber Abdullah Ocalan nas kiribû. Derbarê rewşa Kurdistanê min agahiyên pêşîn stendibû. Ji ber vê jî min piçekî jî rewşa Başûrê Kurdistanê fêm dikir. Li ser kêşeyên li Kurdistanê, bihistyariya me zede bû. Qirkirinên li Başûrê Kurdistanê, Peymana Cezayîrê ya di sala 1975’an û darvekirina Leyla Qasim û hevalên wê, di nav Kurdan û hêzên şoreşger de zêde dihat nîqaşkirin.

Ji bo fêmkirina van tiştan divê mirov geşedanên Şoreşa Ciwanan a di sala 1968’an de baş fêm bike. Şoreşa Ciwanan a di sala 1968’an de aliyên wê yên îdeolojîk jî gelekî li pêş e. Ji ber vê jî ji Ewropayê heta Esyayê, ji Efrîkayê heta Emerîkayê li her dera cîhanê bandora xwe heye.

Tê zanîn vê şoreşa di sala 1968’an de li Emerîkayê çawa bi pêş ketiye, li Efrîkayê rê li ber çi vekiriye, li Ewropayê çalakiyên fikrî yên çawa ava kiriye û li Esyayê jî pêngaveke serfiraziyê ya çaw ya Şoreşa Rizgariya Neteweyî ava kiriye. Di heman demê de bandor li Tirkiye û Îran û Erebistanê jî kiriye.Rêber Abdullah Ocalan jî diyar kiriye ku wî xwe spartiya bandora Şoreşa Ciwanan a di sala 1968’an de.

DERBEYA LEŞKERÎ Û BERXWEDAN

Divê mirov pêngavên ciwanên şoreşger û derbeya faşîst a leşkerî ya di 12’ê Adara 1971’an de rast binirxîne. Ji bo fêmkirina helwesta Rêber Apo divê derbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Adara 1971’an û berxwedana çekdarî ya THKP-C, THKO û TÎKKO’yê baş were fêmkirin. Vê rewşê hemû hevsengên li Tirkiyeyê hejandiye û berê civaka Tirkiyeyê dide ser şoreşeke demokratîk a mezin. Di nav çalakiyan de divê Qirkirina Kizildereyê ya di 30’ê Adara 1972’an de jî baş were fêmkirin. Li vê derê Mahîr Çayan û 9 hevalên wî bi hovane hatin qetilkirin. Ji bo pêşîlêgirtina darvekirina Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan wan sê teknisyenên biyan girtibûn û dixwestin bi dewletê re bazariyekê bikin. Ji bo şoreşgerên li ber darvekirinê xwestin helwesteke şoreşgerî nîşan bidin. Di encamê de dewleta Tirk Çayan û hevalên wî qetil kir. Vê helwest û berxwedana Çayan û hevalên wî bandoreke mezin li ser ciwanan kir.

Darvekirina Denîz Gezmîş û hevalên wî, qetilkirina Îbrahîm Kaypakkaya yê di êşkenceyê de û darvekirina Leyla Qasim ya li Iraqê divê li gorî van geşedanan were nirxandin. Nexwe mirov dikare bibêje ku şerê di navbera şoreş û li dijî şoreşê, li her derê pêk hatiye. Li ser vî esasî heke em meseleyê zelaltir bikin û werin ser biryardariya Rêber Apo. Dema ku derbeya faşîst a leşkerî pêk hat, Rêber Apo li Fakulteya Hiqûqê ya Stenbolê xwendekar bûn. Berê jî li Amedê karmendî kiriye. Ji ber vê jî haya wî ji geşedanên azadîxwaz ên li Kurdistanê heye. Di dema qirkirina Kizildereyê ya di 30’ê Adara 1972’an de li Fakulteya Zanistên Siyasî yên Zanîngeha Enqereyê xwendekar bû. Di wan deman de jî Mahîr Çayan nas kiriye û tevlî konferansê wî bûye û bûye sempatîzanê wî.

DEMA KU DENÎZ HATIN DARVEKIRIN DI GIRTÎGEHÊ DE BÛ

Rêber Apo li hemberî qirkirinê bêdeng nema. Hê piştî qirkirinê hefteyek derbas nebû, tevlî organîzasyon û belavkirina belavoka berxwedana li hemberî qirkirinê bû. Di Nîsan û Gulanê de di girtîgehê de bû. Dema ku Denîz û hevalên wî hatin darvekirin, Rêber Apo di Girtîgeha Mamakê de bû. Ji ber protestokirina Qirkirina Kizildereyê hatibû girtin. Rêber Apo zext û terora li ser şoreşgeran bi çavê xwe dîtibû. Bûbû şahidê nirxandin, helwest, berxwedan û parastinên hin şoreşgeran. Dema ku Denîz Gezmîş û hevalên wî hatin darvekirin Rêber Apo di girtîgehê de bû. Gotinên dawîn ên Denîz Gezmîş ji xwe re kiribû wasiyet. Rêber Apo ji bo wê demê digot ‘Bîra min û wijdanê min qebûl nedikir ku ez li hemberî wê rewşê bêhelwest bim. Lêgerîna min, li ser wî esasî dest pê kir.’ Ev tespîteke girîng e. Di heman demê de bi helwesteke rexneyî û xwerexneyî, bûyerên pêk hatine dide ber lêpirsînê. Berxwedana şoreşgerî jî dît û qetilkirina şoreşgeran jî. Van tiştan berê wî da ser lêpirsînên gelekî kûr û piralî. Di encama vî tiştî de got ku ‘Heke pêşeng tên qetilkirin, divê berxwedana wan were domandin û ji bo pêkanîna armancên wan divê mirov berê xwe bide azadiyê. Ev jî heye, gelo çima pêşengên şoreşger nikarin êrîşan bişkînin? Qelsî û kêmasî di ku derê de ye? Ev qelsî wê çawa were derbaskirin?’

Rêber Apo xwedî li gotin, armanc û rêxistinên wan derket. Diyar kir ku divê teqez serkeftin pêk were. Pirsên wekî ‘Ez ê vê têkoşînê çawa geş bikim, ez ê çawa armancên wan bi cih bînim’ ji xwe re kir û got ku ‘Divê ez rêxistineke wisa ava bikim, divê her dem li ser xeta şoreşger be,divê li hemberî êrîşên dijmin têk neçe û derbeyan nexwe. Divê astengiyan ji holê rake û heq ji dijwariyan derkeve.’ Encamên ji van lêpirsînan xeta şoreşger û taktîkên Rêber Apo diyar kir. Him meşa azadîxwaz a şoreşgerî domand û him jî li hemberî êrîşên dijmin têk neçû. Li hemberî van tiştan dogmatîk jî tevnegeriya. Bi nêzikbûneke rexneyî û xwerexneyî, tiştên rast ji xwe re kir esas û li ser qelsî û kêmasiyan sekinî.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan li ser gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ku dibêje ‘Meha Gulanê meha berxwedan û şehîdan e. Heke em dixwazin wateya şehîdbûnê baş fêm bikin divê em em şertên destpêkirinê baş fêm bikin’ jî got ku “Me qala şertên destpêkirinê yên Rêbertiyê kir. Divê di çarçoveyek teng de mirov li ser van şertan nesekine. Divê di warê herêm û global de, em van şertan binirxînin. Divê rewşa pergala modernîteya kapîtalîst, nakokiyên wê, tevgerên rizgariya neteweyî, berxwedan û derbeyên faşîst ên li dijî van berxwedanan divê baş were fêmkirin. Mesele, Huseyîn Înan ê ku di 6’ê Gulanê de hatiye darvekirin Kurdekî ji Sarizê ye. Îbrahîm Kaypakkaya li Dêrsimê bi birîndarî hate girtin û li Amedê hate qetilkirin. Li hemberî derbeya 12’ê Adarê dixwest li gerîlatiyê li Kurdistanê bide avakirin. Ew ne Kurd bû lê xwe spartibû erdnîgarî û civaka Kurdistanê û li dijî derbeya faşîst a di 12’ê Adarê 1971’an de dest bi têkoşînê kiribû.

CIVÎNA BENDAVA ÇÛBÛKÊ

Şertên destpêkirina PKK’ê jî wisa ye. Avadaniya sosyo-ekonomîk guheriye, derdorên nû yên sosyalîst derketine holê, nakokî zêde bûne, li ser vî esasî pêlên îdeolojîk û siyasî tên avakirin. Piştî derbeya faşîst a leşkerî ya di 12’ê Adara 1971’an pêk hatiye û tecrubeya berxwedaneke mezin derketiye holê. Ji bo xwedîlêderketina vê berxwedanê û pêkanîna armancên pêşengan, Rêber Apo dikeve nav lêgerînekê. Avakirina PKK’ê di van şertan de pêk tê. Em dizanin ku di pêvajoya Newroza 1973’an de li Bendava Çûbûkê yekemîn civîna rêxistinî tê kirin û komeke ciwanan a ku ji 6 kesan pêk tê, li ser fikrên hevpar hatine ba hev. Piştre jî di navbera salên 1973-1975’an de di nav têkoşîna ciwanan de komeke îdeolojîk tê ava kirin û di salên 1976 û 1977’an de kom berê xwe dide Kurdistanê. Di 27’ê Mijdara 1978’an de PKK tê avakirin.

ŞERTÊN AVAKIRINA RÊBERTIYÊ

Dema ku em li van tiştan dinihêrin, erê lêgerînek heye lê feraseta qirker jî têra xwe xurt e. Feraseta faşîst a Tirkiyeyê nahêle li Kurdistanê tiştek bilive. Destûrê nade ku tu geşedaneke demokratîk û şoreşgerî pêk were. Êrîşan dike, zextan dike, hêzên faşîst ên sivîl dixe nav şer, hemû derfetên leşkerî û sivîl seferber dike. Di şertên wisa de PKK tê avakirin û Rêbertî dest bi têkoşînê dike. Di wan şertan de tu derfet tune. Dema ku Rêber Apo civîna li Bendava Çûbûkê li dar dixe, ji xeynî mejî û dilê wî, tiştekî wî tune. Pereyên wî tune, çek û fîşekên wî jî tune. Ligel ku qirkirin û darvekirin jî dîtiye, van tiştan dide ber çavên xwe. Biryardariyeke wisa heye. Bawerî û cesareta wî di vê astê de ye. Ji tu derê piştgiriyê nastîne. Li holê tu derfet tune, berevajî derfetan êrîşên mêtinger û faşîstan gelekî zêde ne. Rêber Apo di van şertan de têkoşiya. Koma PKK’ê wisa hate avakirin. Rêber Apo êrîşên li dijî xwe hemû pûç kir û partî û gerîlatî ava kir. Ev girêdayî tarza wî ye. Tişta ku Rêber Apo qal dike ev e, di van şertan de bîr û bawerî çawa tê avakirin, rêxistinbûn çawa tê kirin. Di vê derê de tarz, afirînerî û taktîk û dîsîplîna Rêber Apo derdikeve holê. Ev tarzê şoreşgeriya Kurdistanê ye. Nexwe bi tarz û pîvanên Apoyî mirov tevbigere, mirov dikare dijmin têk bibe û rê li ber geşedanên şoreşgerî veke. Di şertên Apoyî de her tiştî divê tu ava bikî û biafirînî. Ev tişt taybetiyên şoreşgeriya PKK’ê ye jî. Divê encamên lêkûrbûna Rêber Apo, taybetiya tarza ku wî ava kiriye, divê ji aliyê her kesî ve wisa were nirxandin û fêmkirin.

Sibê: Hakî Karer yê ku giyanê veşartî yê Ocalan e